Hamleya Xweşbûna Hesekê hat despêkirin

Bi armanca pêşxistina xebatên xizmetguzariya ji bo gel û xemlandina bajarê Hesekê şaredariya Gel a bajêr dest bi hemleya ‘Xweşkbûna Hesekê ’ kir. Der barê vê yekê de Hevseroka Şaredariya Gel a bajarê Hesekê Viyan Çaçan da zanîn ku armanca wan bi vê hemleyê ew e ku çanda paqijî û şaristaniyê di nava bajarê xwe de bidin rûniştandin.

RONÎDA HACΠ
Hesekê-Di aliyê xebatên xizmetguzariyê de rejîma Sûriyeyê Herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê paşguh kiribû. Bi paşguhkirina xebatên xizmetguzariyê çerxerê, riyên bajaran, parkên giştî hemû kevn bûn û wêneyek nexweş dide şaristaniya bajaran. Piştî pêkanîna pergala Rêveberiya Xweser û aktîvkirina meclis, sazî û şaredariyan ku roleke girîng di pêşxistina bajaran û xizmeta civakê de lîstin êdî hin bi hin pêşketin û guhertinên berbiçav çêdibin. Bi armanca pêşxistina xebatên xizmetguzariyê ji bo civakê, Şaredariya Gel a bajarê Hesekê di 20’ê Hezîranê de dest bi hemleya “Xweşkbûna Hesekê” kir û dê heya mehekê ev hemle bidome. Têkildarî vê mijarê Hevseroka Şaredariya Gel a bajarê Hesekê Viyan Çaçan ji me re axivî.
“Xweşkbûna bajaran çanda wê civakê dide diyarkirin”
Viyan armancên xwe ji bo hemleya “Xweşkbûna Hesekê” anî ziman û ev tişt got: “Armanca me ji vê hemleyê ew e em çanda paqijî, şaristanî û xweşikbûnê di nava bajarê xwe de bidin rûniştandin. Tevî rewşên zehmet jî bi taybetî rewşa êrîşên li ser herêmê û krîza avê li bajarê Hesekê ya ku em niha tê de dijîn, em dixwazin balê bikşînin ser çand û şaristaniya civakê û hin xebatan bi pêş bixin. Me weke şaredarî hemû derfetên xwe kirin xizmeta vê civakê. Di vê dema dawî de me dît ku pêwîst e em hin xebatan di aliyê çêkirina riyan de, ronahiya kolanan, sererastkirina çerxeriyan û aktîvkirina parkên giştî bidin meşandin. Xweşikbûna bajaran û paqijiya wê asta pêşketina çand û şaristaniyê diyar dike. Em bi hêvî ne mirovên civakê bi me re bibin alîkar û ji van xebatan baldar bin.”
“Jin di pêşxistina xebatên xizmetguzariyê de pêşeng in”
 
Viyan bal kişand ser rola jinan a di hundirê vê hemleyê de û wiha pêde çû: ”Jin xwedî roleke pir girîng in di pêşxistina xebatên xizmetguzariyê de, ev hemle jî hemû karmendên şaredariyê cihê xwe nav de digrin. Rola jinan jî di hundirê vê hemleyê de rola pêşengiyê ye, Komîteya Jin a şaredariyê di vê hemleyê de wê giraniyê bide çandina daran û rastkirina parkan. Em dizanin ji ber kêmbûna avê wê hinekî xebatên çandiniyê zehmet bin lê heya ji me bê em ê vê projeye bigihîjînin serî. Di dawiyê de jî xwesteka me ew e gelê me bi vê hemleyê bi me re bibe alîkar û destekê bide me.”