Gundê jinên por dirêj

Gundê Huanglu û bi navê 'Por dirêj' jî tê nasîn. Jinên vî gundî por dirêjin û giringiyek mezin didin porê xwe. Sira porê wan ê dirêj jî di ava birince deye.

Navenda Nûçeyan - Gundê Huanglu girêdayi herêma Gualinê ye. Ev cih xwedî xwezayek bedew û dîlbere, nêzî 82 malbatên hûzî lê dijîn. Gund navê xwe ji cil û bergên kevin ên sorên runiştvanên gund girtiye. Runiştvanên vê  herêmê bi parastina urf û adetên xwe yên kevin bala geştiyaran kêşaye ser xwe. Lê belê tişta ku herî balkêş di nava gund de hemû jin por dirêjin. Ev gund belgeya Guinness ya pora herî dirêj di cîhanê de girtiye. Ji derve mirovan navê vî gundî kiriye ‘Por dirêj’, di nava gund de 120 jin dirêjiya porê wan di navbera 1.7-2.1 metreyan de ye. Di van çend salên dawiyê de, rê nehatiye dayin ciwanên nezewicî porê jinan bibîne. Heger didît jî 3 salan di mala bavê wê jinê de weke xulam kar dike.
Di werzên havîn û payîzan de rûyê wan jinan dikene. Li robaran porê xwe dişon, piştre jî bi kefiya şîn dipêçin da ku ji çavên hesud werin parastin. Nedibû ku jin pora xwe derxînin, heya dema dizewicî jî heya neba roja dawetê ew zilam porê wê nedidît. Adeta por dernexistinê di salên kevin yên 80’an de hebû. Lê belê îro jin bi serbestî dikarin porê xwe di nava cihên giştî de, bê ku ji sezayên demê borî bitirsin porê xwe vekin. 
Li gorî malpera ‘top şayana travel’ jinên Huanglu, di jiyana xwe de tenê carekê destur tê dayîn ku porê xwe bibire. Ew jî dema digihin temenê 16 salî, her di  vê temenî de dikare bi hevalên xwe re dest bi jiyanek hevbeş bikin. Ew beşa ku ji por tê birîn, dapîra keçê ji wê re diparêze û dema ku keç dizewice porê hatiye birîn didin wê da ku ji tiştên neyinî biparêzin.
Birinc sira veşartî ya gundê jinên por dirêj e
Hemû jinên gundê Huanglu weke çîniyan pora xwe bi awayekî şidandî li ser serê xwe kom dikin. Lê belê hinek cudahiya wan por girêdanan heye ku rewşa wan ji hev cuda dike. Dema jinek pora wê şidayî pêçayî be tê wateya ew zewiciye û zarokên wê nîne, ger bi awayek sist jinekê pora xwe pêça be tê wateya zewiciye û zarokên wê jî heye. Ger kefî li dora serê wê badayî be daxwaza jiyana hevbeşî dike. 
Bi giştî hemû  jinên vî gundî xwedî ciwaniya porek boş û  bi tendirustin. Jinên vî gundî sirê dirêjbûna pora xwe aşkire nakin. Ji bo biyaniyan dibêjin sirê ciwaniya pora me bi karanîna şampoana taybet û bi şoştina ava birincê ye. Baweriya wan jinan wisaye ku pora dirêj temenê wan dirêj dike bi xwe re bext û servetê jî tîne.