“Guherîna aqlê mêrsalarî wê pêşî li tunditujiya beramberî jinê bigre”

Li gorî daneyên tevgerên jinan her diçe rêjeya tundiyê li Herêma Başurê Kurdistanê zêde dibe. Nivîskar û ronakbîrên ji rewşê bifikarin gotin: “Divê ji bo dawîkirina tundiyê hişmendiya mêr bê guherîn, ji bo wê jî hewceye mêr bên perwerdekirin.”

 
TERZE TEHA
Silêmanî – Li Herêma Başûrê Kurdistanê tunditujiya li beramberî jê tê karanîn her ku diçe zêde dibe û daneyên her salekê ji yê sala berî wê zêdetire. Nivîskar, ronakbîr û rêveberên rêxistinên peyîwendîdar ji rewşa heyî bi fikarin û di her firsendê de nêrînên xwe derbarê mijarê de par dikin. Nivîsakar Nermîn Osman û Çalakvana jinan û rêvebera rêxistina Êmeye Bihar Elî di derbarê tunditujiya li beramberî jinê tê karanîn de ji axivîn.
“Ji bo guherîna nêrîna li jinê ked û mijulbûn lazime”
Nivîskar Nermîn Osman da zanîn ku aqlê mêrsalarî û nêzikatiya wan a beramberî jinan nehatiye guhertin û wiha domand: “Jinê weke amurek ya ciwaniyê dibînin. Di torên civakî de dema fotoyê jinek ciwan hebe bi sedan kes diecibinin lê dema ku gotarek tê parvekirin kesek lê temaşe jî nake eve dide diyarkirin ku hêja bi aqlê mêrsalarî li jinê tê nêrîn. Hîna jî bi awayek yeksanî lê nayê nêrîn û weke amurek ya ciwankariyê tê temaşe kirin. Ev nêzikatiyane wisan dike ku tunditujî zêdetir bibe. Rêxistinên peyîwendîdar di vî aliyî de kêm mane ji ber bi xwe neketin nava civakê, nekarîn guhertinên tên xwestin bidin çêkirin. Ji bo dawî kirina tundiyê hewceye destpêkê fikrê mêr perwerde bike.”
“Azadiya takekesî ji bo kêmkiirna tunditujiyê giringe”
Rêvebera Rêxistina Êmeye Bihar Elî jî bal kişand ser cûrên tunditujiya li beramberî jinê tê kirin û wiha doma kir: “Li pişt her deriyê malekê cûrek ê tunditujiyê heye. Li gorî taybetmendiyên çandê û guherîna erdnîgariyê tê guhertin. Daneyên tunditujiya li jinan tê kirin ji yên rêjeya tê belavkirin zêdetire. Azadiya tekekesî yek ji mezintirîn başkirina tunditujiya li beramberî jinê tê bi karanîne. Jin ji ber gotinên civakê ji azadiyê ditirse. Divê em jin fikra ku di nava civakê de pirsên weke tu dê bi kêre derkvî, çi li ber xwe bikî û diçî kuderê ku ji jinan tê pirsîn bidin guhertin. Ji bo pêşketin û hişyariya civakê dû rêyên çareseriyê heye; ya yekê bihêzbûna jinan, ger baweriya jinê bi hêza wê hebe dikare bi serbkeve. Ya dûem jî xebat ji bo guherîna aqlê mêr e. Civak û kesên xwe weke aqlê mêrsalarî bi nav dikin were guherîn wê dawî li tunditujiya beramberî jinê were.”