Girtiyê ku ji lingê xwe birîndar bûye 6 sal in nayê dermankirin

Piyê birîndar ê girtiyê nexweş Mahsun Saruhan ê ku di pevçûnan de bi parçeya şarapnelê ya ku girtibû birîndar bû û bi salan e nayê dermankirin, roj bi roj ziravtir dibe. Sulhiye Saruhan a ku banga serbest berdana kurê xwe û girtiyên din ên nexweş yên li girtîgehan kir, bivê gotinê bertek nîşanî rewş. da, "Gelo li benda mirina mirovan in?"

 

MEDİNE MAMEDOGLU
Amed -  Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a sala 2020’an, dema ku di girtîgehan de 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hebûn, bi pandemiyê re gihandina dermanan kirina girtiyên nexweş dijwartir bû. Tevî raporên ATK'ê û nexweşiyên kronîk jî, girtiyên nexweş ên li girtîgehan ji aliyê Wezareta Dadê ve bi hinceta "ewlehiyê" nayên berdan û bangên ÎHD, STK’ê û xizmên girtiyan ên ji bo girtiyên nexweş jî bê bersiv tên hiştin.
"Mahsun Saruhan bi birîna lingê xwe re dijî"
Mahsun Saruhan jî di nav 40 kesên ku li Sûrê ji ber qedexeya derketina derve pevçûn diqewimin de tehliye hatin kirin, yek ji hezar û 605 girtiyên nexweş ên li girtîgehan e. Mahsun Saruhan ê ku li Sûrê di encama parçeya şarapnelê ya li lingê wî ket de birîndar bû, ji sala 2016'an û vir ve nayê dermankirin. Dayik Sulhiye Saruhan a ji bo kurê xwe Mahsun Saruhan û girtiyên din ên nexweş bangawazî kir, diyar kir ku divê girtiyên nexweş bên berdan.
"Kurê min carekê jî nehat dermankirin" 
Mahsun Saruhan ê ku piştî binçavkirin û girtinê bi hincetên cuda 26 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Tekîrdagê dimîne. Sulhiye Saruhan a ku der barê kurê xwe Mahsun Saruhan ê li girtîgeha ku lê dima jî rastî binpêkirina mafan hat axivî. Sulhiye diyar kir ku rêveberiya girtîgehê jî girtiyan mecbûr dike ku di dema telefonê de nav û paşnavê xwe bidin. Sulhiye Saruhan axaftina xwe wiha domand: “Kurê min li Sûrê ji piyên xwe birîndar bû. Li wir mudaxeleya ewil, ew û hevalên wî kirin. Piştî ku ji navçeyê derket û ket girtîgehê lingê wî qet nehat dermankirin. Ji ber ku timî sewqî girtîgehên cuda dihat kirin, pir dereng çû nexweşxaneyê. Niha jî dema ku diçe nexweşxaneyê doktoran dibêje: ‘Em nikarin tiştekî ji vî lingî bikin. Edî pir dereng e.’ Kurê min bi birîna xwe re ma. Bi taybetî zivistanê lingên wî pir diêşin. Kurê min dibêje lingê wî yê birîn jî roj bi roj ziravtir dibe.”
"Li welat dahata heyî tenê ji bo şer tê xerckirin"
Sulhiye Saruhan, anî ziman ku bi sedan girtiyên nexweş ên wekî kurê wê li girtîgehan hene û wiha got: “Gel hem li girtîgehê hem jî li derve bê sûc bi her cure zehmetiyan re têdikoşe. Hemû kincên ku min heta niha ji kurê xwe re şandibûn, dubare ji min re şandin. Di şandina me ya duyem û sêyem de, cil digihêjin kurê min. Çi karê kesên nexweş li girtîgehan heye? Divê girtiyên nexweş bên berdan. Li welat tenê ji bo şer û girtigehan veberhênan te kirin. Êdî li girtîgehan cih nemaye.”
"Ew moral didin me"
Sulhiye Saruhan, anî ziman ku tevî zext û binpêkirinan moralê girtiyan her tim baş e û got ku girtî di hevdîtinan de moralê didin malbatên xwe. Sulhiye Saruhan da zanîn ku girtî ji wan bêhtir bi hêvî ne û got, "Cihê şanaziyê ye ku tevî hemû zextan jî di wî moralî de ne." Sulhiye Saruhan di dawiya axaftina xwe de banga pêkanîna hevdîtinên vekirî yên ku bi pandemiyê re hatine qedexekirin kir.