Germahiya bilind êşa zarok û jinên li kampan girantir dike

Bi bilindbûna pileyên germê re di vê havînê de, ne tenê peydakirina panelên cemedê û nexweşiya xurînê pirsgirêka tekane ye, ji ber tava dijwar gelek jin û zarok di kampan de nexweş ketine û tenduristiya wan xirab bûye.

SUHÊR EL-IDLIBÎ
Idlib- Bilindbûna pileya germahiyê li Idlibê gihîştiye 40’î li gel wê jî nebûna elektrîkê, gel bi şert û mercên zehmet re derbas dibe. Ev yek jî dibe sedema derketina gelek nexweşiyan li cem zarok û jinan. 
Zarokê pênc salî, Ayham El-Necar, ji ber germahiya zêde û nebûna pêdiviyên jiyana normal li hundirê kampa wan li bajarokê Qah ê sînorî, ji nexweşiya xurîna çerm gilî û gazinan dike. Der barê rewşa wî ya tendursitiyê de dayika wî Sefa Alî ya 30 salî dibêje ku kurê wê ji ber vê xurînê êvarê nikare razê û wiha didomîne: "Em di hundirê konek ku ji çarşefên plastîk hatiye çêkirin de dijîn. Ev kon me ji germa havînê naparêze. Ne elektrîk û ne jî nan û ava têrker heye. Ez nizanim em ê heya kengê karibin vê êş û jiyana dijwar tehemul bikin."
Ji ber germahiya zêde nexweşiya xurînê bi kurê wê re çêbû
Dayika zarokê pênc salî diyar dike ku bi destpêkirina germahiya bilind re xurîna çerm bi kurê wê re çêbûye û li seranserê bedena wî belav bûye û dibêje: “Zarokê min pir digiriya û min nedizanî çawa alîkariya wî bikim da ku rihet bibe bi taybetî ji ber ku tu xizmetên tibî nîn in em şaş dibin û nikarin bibin çare.
Bi qutbûna ceyranê û nebûna sarincan, piraniya sivîlên li Idlibê panelên cemedê li sûkê dikrin lê ew panelên cemedê jî bi zêdebûna germahiyê re û di encama xwestekên zêde de bi dest nakevin. Vê yekê hişt ku bazirgan vê mijarê îstîsmar bikin û buhayên panelên cemedê bilind bikin. 
Panelên cemedê jî bi dest nakevin
Li aliyê din jina bi navê Rewa EL-Suleyman a 40 salî, got ku ew bêtirî saetekê di bin tavê de li nav firoşgehan li panelên cemedê geriya ye lê bi dest nexistiye û got: "Em gelek zehmetiyan di peydakirina ava cemidî de dikşînin ku bi giştî ew di saetên sibehê de li sûkê tên belavkirin. Ji ber vê yekê divê ku zû biçe li wir amade be, parçeyek bûz bi dest dixe lê yên ku dereng bimînin, destvala vedigerin malê. Îstîsmar di firtona van panelên cemedê de bi zelalî aşkere bûye ango her parçeyek ji cemedê bi du yan sê lîreyan dihat firtoin lê niha bilind bûye û gihîştiye pênc an şeş lîrayên Tirkiyeyê. Ev yek jî dike 2000 lîrayên Sûriyeyê. Ev jî diravek zêde ye û nikare tenê ji bo panelên cemedê bide." 
Di pileyên germahiyê yên bilind re di vê havînê de, ne tenê peydakirina panelên cemedê û nexweşiya xurînê pirsgirêka tekane ye, ji ber tava dijwar gelek jin û zarok di kampan de nexweş ketine û tenduristiya wan xirab bûye.
Ji ber germahiyê zaroka şeş salî nexweş ket
Zaroka bi navê Sulaf EL-Reşîd a 6 salî, dema ku di hundirê kampê de bi hevalên xwe re dilîst, ji ber tava dijwar li erdê ket, di cih de berê wê dan nexweşxaneyê. Der barê rewşa wê de, dayika wê Nûha EL-Eswad dibêje: "Keça min ji ber tava dijwar, bi nexweşiya sahaya ketiye, ew her tim gêj dibe, serê wê diêşe her wiha serê wê sor dibe. Tevî ku çend hefteyan di nexweşxaneyê de maye jî rewşa wê heta niha baş nebûye.
Rewşên wekî Sulaf El-Reşîd, gelek in, ji ber ku di ji kampên germ dijîn û neçar in ji bo bêhnê bigrin derkevin ber tavê, ev yek jî dibe sedem ku tav li serê wan dide.