Gelo Algorîtma û platformên dîjîtal jinan vediguherînin amûra berjewendiyê?
Aktivîsta mafên mirovan Necat Ararî algorîtmayên ku bi awayek sîstematîk jinan dikin amûr rexne kir û diyar kir ku ev mekanîzma ji bo tor û komên dijîtal ên rêxistinkirî ku bi hedefgirtina jinan qezencên madî bi dest dixin dibin bingeh.
Tûnis – Şîrketên teknolojiyê yên cîhanê yên herî mezin xwe li ser modelek aborî ku dahata wan a salane ji 200 milyar dolarî zêdetir e, xwedî dikin. Algorîtmayên ku di bingeha vê modelê de cih digrin xwe dispêrin ‘aboriya baldariyê’ û jinan vediguherînin amûra dijîtal û çavkaniya debara domdar.
Li gorî rêxistinên mafên mirovan û lêkolînên qada teknolojiyê, naveroka ku jinan hedef digre yan jî wêne û bedena wan bikar tîne, ji naveroka asayî bi qasî ji sedî 30 zêdetir eleqe dibîne. Ji ber vê, algorîtma ji bo ku bikarhêneran dirêjtir li ser platforman bihêlin, pêşekiyê didin naverokên bi vî rengî.
Ev kedxwariya aborî, di du astan de derdikeve holê. Ya yekem; daneyên şexsî yên jinan bi hejmara ku balê dide ser hilberînê dike hedef. Ya duyemîn, ji bo tundiya dîjîtal ji xwe qezenc bike ye. Algorîtma kampanyayên reşkirinê, naveroka şantajê û gotinên nefretê yên ku jin an parêzvanên mafên jinan dikin hedef bêhtir xuya dikin. Ji ber ku naverok zêdetir tên temaşekirin û dahata reklamê pêk tînin. Bi vî rengî, êş û dûrketina civakî ya ku mexdûran dikşînin ji bo platform û hilberînerên naverokên bi zirar dibe çavkaniya dahatê.
Hat diyarkirin ku li Tûnisê, dîmenên jinan ji bo temaşekirin, dahat û her wiha wekî amûrek ji bo hedefgirtina jinan di qada dîjîtal de tên bikaranîn. Parêzvanên mafên jinan balê dikşînin ser xeterên bi vî awayî yên amûrkirina jinan.
Tundiya dîjîtal û cudakariya algorîtmîk
Li Tûnisê, tundiya dîjîtal a li dijî jinan êdî ne kiryareke dijminatiyê ya tenê ye. Pirsgirêk bûye diyardeyek pergalî ku ji hêla pergaleke aborî û teknolojîk a tevlihev ve tê xurtkirin, jinan dike amûra bazirganiyê û êşa wan vediguherîne qezenceke bazirganî.
Civaknas, femînîst û aktivîsta mafê mirovan Necat Ararî, di nirxandina xwe ya li ser mijarê de bal kişand ser rûyê nedîtî yê cîhana dîjîtal û got: “Di navbera berjewendiyên darayî yên şîrketên mezin ên teknolojiyê û kampanyayên reşkirinê yên ku jin û aktivîstan hedef digirin de hevgirtinek xurt heye. Ev rewş mirov ne tenê bi krîzeke hiqûqî re, di heman demê de bi krîzeke mirovî re rûbirû dihêle.”
Necat Ararî, behsa nîqaşên cîhanî yên ku di 68’emîn rûniştina Komîsyona Neteweyên Yekbûyî ya li ser statuya jinan de jî hatine kirin kir û tekez kir ku platformên medyaya dijîtal ne qadên bêalî ne û got: “Ev platform şîrketên ku li ser veberhênanê disekinin in ku li ser aboriyek baldariyê dixebitin tê de daneyên jinan, wêne, jiyana taybet û gotarên li ser wan wekî berhemên bazirganî tên dîtin. Rastiya algorîtma û pergalên nivîsbarî di dîrokê de ji nêrînek ku ji hêla mêran ve serdest e hatine sêwirandin, belavbûna nefret û gotinên nefretê hêsan dike. Ev ji ber naveroka ku dibe sedema nakokiyan û hêrsê teşwîq dike, ji hêla reklam û fînansekirinê ve wekî sûdmendtir tê dîtin.”
Pergalek ku ji bo qezencê jinan dike hedef
Necat Ararî, da zanîn ku amûrkirina sîstematîk rê li ber derketina holê ya torên dîjîtal ên rêxistinkirî yên ku jinan dikin hedef vekiriye. Wêneyên jinan, dîmenên taybet, an naveroka heqaretê ya li ser parêzvanên mafên jinan, rojnamevan û parêzeran tên hilberandin, bi armanca di motorên lêgerînê de rêza bilindtir bigrin û dahata reklamê çêbikin, tên bikaranîn û wiha got:
“Ev rewş di navbera algorîtmayên li pey qezencê û komên ku tundiyê pêk tînin de hevpeymaniyek nedîtî diafirîne. Di encamê de, êrîşên li ser rûmeta jinan dibin tiştekî asayî û binpêkirinên ku jin rastî tên vediguherin ‘naverokên ku tê xerckirin’ ku ji bo platformên navneteweyî û aktorên herêmî dahatê çêdike.”
Astengiyên hiqûqî û pirsgirêka bêcezabûnê
Necat Ararî diyar kir ku jin di jiyana xwe de bedêla tundiya dijîtal didin. Ji ber zextên civakî û bêbaweriya mekanîzmayên parastina rewa, gelek jin tercîh dikin bêdeng bimînin û ev tişt got: “Jinên gilî dikin ji ber xwezaya sûcên sîber rastî astengiyên girîng tên. Sûcdar gelek caran hesabên sexte bikar tînin û gava ku ji pêvajoya qanûnî agahdar dibin, wan jê dibin, delîlên dîjîtal ji holê radikin. Nebûna peymanên navneteweyî yên dewleta Tûnisê ku gihîştina rasterast û bilez a daneyên şîrketên teknolojiyê peyda bikin, di heman demê
de dibe sedema xwezaya bêencam a lêpirsînan. Ev yek qada bêcezatiyê xurt dike, di heman demê de algorîtma heman naverokê diweşînin.”
Bangên reformên berfireh
Necat Ararî nêzîkatiya fermî ya heyî wek ‘çareseriyên demkî û rûberî’ bi nav dike. Li gorî wê, sûcên sîber wek bûyerên îzolekirî têne hesibandin, lê pergala teknolojîk a heyî ji vê tundiyê xwedî dibe.
Ji ber vê yekê, ew dibêje ku stratejiyeke neteweyî ya berfireh ji bo hilweşandina avahiya ku li ser bazirganîkirina jinan hatiye avakirin pêwîst e. Di çarçoveya vê stratejiyê de divê gavên wek:
Nûjenkirina qanûna mewzuatên ceza,
Xurtkirina qanûnên têkildarî sûcên sîber,
Asankirina şopandina hesabên sexte,
Parastina bilez û derveyî a delîlên dîjîtal, werin avêtin.
Her wiha Necat Ararî pêşniyar dike ku bernameyên xwendin û nivîsandina dîjîtal û hemwelatîbûna dîjîtal di pergala perwerdeyê de werin bicihkirin. Bi taybetî balê dikşîne ser girîngiya hişyarkirina keçên ciwan li ser xetereyên ku di qada dîjîtal de rastî wan werin.
Hevkariya navneteweyî û hişmendiya dîjîtal
Li gorî aktivîstan, ji bo têkoşîna li dijî tundiya dîjîtal û cudakariya algorîtmîk çareseriyek efsûnî tune ye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê hevkariyek navneteweyî ya cidî û sîstematîk pêwîst e.
Pispor destnîşan dikin ku teknoloji pir caran ji rêziknameyên zagonî zûtir bi pêş dikeve û şîrketên teknolojiyê mekanîzmayan diafirînin da ku nasnameya berpirsiyaran veşêrin. Ji ber vê yekê, têkoşînek bi bandor ne tenê rêziknameyên zagonî, di heman demê de îradeyek siyasî ya navneteweyî ya bihêz û hevgirtina civakî jî hewce dike.
Parêzvanên mafên jinan ên Tûnisî destnîşan dikin ku hişmendiya dîjîtal û perwerdeya hemwelatîbûna dîjîtal amûrên bingehîn in di têkoşîna li dijî pirsgirêkên ku ji hêla cîhana sîber ve hatine afirandin e. Li gorî wan, çareserî divê ne tenê bi tedbîrên teknîkî yan qanûnî ve sînordar be; divê di heman demê de misogerkirina ku kes bigihîjin asteke hişmendiyê ku ew bikaribin di navbera azadiya derbirînê û axaftina nefretê de cudahiyê bikin jî di nav xwe de bigre.
Bi vî awayî, qada dîjîtal ne ji bo jiyana hevbeş, beşdarbûn û pêşkeftina civakî, bibe amûrek a beşdarî û pêketina civakê.