Foruma Suryanan hewldanek ji bo pêşxistina statuya jinên Sûriyeyê ye

Foruma Jinên Suryan ku di sala 2016'an de hat damezrandin, jinên li Sûriyeyê digihîjîne hev û armanc dike ku çanda wan pêşve bibe. Jinên Suryan bi riya xwendin û nivîsandinê ronesansek hişmendiya rewşenbîrî ava dikin.

EMANÎ EL-MANÎ
Dîmeşq – Ji bo destnîşankirina rola jinan, em bi rêvebera Foruma Suryanan, Çalakvana Civaka Sivîl Yasemîn El-Eyniya re exivîn û wê ji me re qala serkeftin, dijwarî û çareseriyên forumê kir û da zanîn ku ji bo rewşa jinan baştir bikin û wan tevli navendên biryargirtinê û pêvajoya aştiyê bikin forum girîng e.  
Nirxên femînîst ên ku mekanîzmaya xebata forumê diyar dikin çi ne?
Nirxa civakê ya herî girîng pêşxistina hesta berpirsyariyê ya bi jinan re ye ku di her warî de bi çalakî beşdar bibin û hişmendiya mafên mirovan bi giştî û mafê jinan bi taybetî ji bo parastina wan bi hemî awayên berdest bikin.   
We di çar salên xebata xwe de çi kir ku hûn ji potansiyela jinan a li warên cihêreng sûdê bigrin? 
Kurs li gorî armanca ku ji wan re hatiye veqetandin tên curbecurkirin. Bo nimûne di bernameya "Hereftî Biyedî" em di aliyê aborî û der barê jiyanê ya jinan de eleqedar dibin, bi riya kursên pîşeyî yên çêkiririna sabûn, karên destan û bazarên herêmî ji bo bazirganiyê.
Bernameyê "Salon Seqafî" (Salona çandî) û rûniştinên curbecur hene ku tê de mijarên cihêreng ên girêdayî jiyana civakê û fikarên jinan hene. Wekî rûniştinên hişyariya mafên qanûnî, peyman û biryarên têkildarî parastin û beşdariya jinan.
Di heman demê de projeya "Elimnî Luxa"(Zimanek Fêrî min bike) jî heye ku armanc dike kursên perwedeyê bi çend zimanan veke. 6 kursên fêrkirina zimanê Îngilîzî ku tê de 60 jin hazir dibûn, xelas bû. Her wiha projeya "El-Fiseyfisai El-Sûriya" ku serdanên beramber li seranserê parêzgehên Sûriyeyê, bi mebesta gengazkirina aştiya sivîl û hevgirtina civakê, tê de ye. 
Forumê aliyê tenduristiyê jî paşguh nekiriye û bi riya bernameyeke tenduristiyê ya bi navê "Seheteke Mesiûliya" (Tenduristiya we berpirsiyarî ye) ku bi kursên hişariya tenduristiyê re mijûl dibe. Her wiha danişînên haydariyê yên li ser tenduristiya hilberandinê û destnîşankirina zû ya penceşêra memikê jî hene. 
Ma forum karibû ramana femînîst li herêma Nabek ku deverek gundewar e vebêje? 
Forumê alîkariya belavkirina nirxên femînîst û ramana beşdarbûna jinan li devera Nebik, Yebrûd û gundên din ên Qelemon kir.  
Forum çawa hevsengiyê di navbera hişmendiya civakê, rola jinan û alîkariya wan de dike ku xwe û civaka xwe baştir bikin?  
Forum li ser vê yekê bi pêşengên civakî re ji bo jinan û rêveberiya wan dixebite ku jinan di çeperên serokatiyê de û beşdariya wan a çalak di civakê de bi rengeke erênî destnîşan bike.
Der barê mafên jinên gundan de pêşbîniyên bîrdozî yên civakî hene... Hişmendî û alternatîfên perwerdeyê yên ku forum hewl di çalakiyên xwe de saz bike çi ne?
Bi tevahî, forum atmosfera çandî û şaristanî, nasnameya niştecihên herêmê diparêze, hawirdora civakî û rola jinên gundî di pêşveçûnê de digire ber çavan.
Hin hewlên Forumê yên ji bo têkoşîna li dijî tundiyê bi rûniştinên li Salona Çandî ya Forumê hatin bikaranîn. Li wir danasîna tundiya li ser bingeha zayendî û xebata li ser kampanyayek hişyarkirinê ji bo sînorkirina zewaca temenê biçûk, nemaze li gundan jî.
Riya çêtirîn û bihêz ji bo parastina jinên Sûriyê bi giştî û jinên gundî bi taybetî çi ye?
 
Xebat ji bo bihêzkirina jinên gundî ku bikevin nav bazara kar, pêşxistina hesta însiyatîf û dilxwaziyê ye. Ji bo ku tevlibûna jinan teşwîq bikin û alîkariya hin ji wan bikin ku bigihîjin statuyek femînîst a hevbeş û girîngiya çavkaniyên mirovî û avakirina şiyanên jinan teqez bikin. Beşdarbûna wan bi awayekî çalak zêdetir bikin.
Çi rolên nû li ser tevgerên femînîst tên ferzkirin ku statu û rola jinan xurtir bikin?
Teqezkirina li ser rola rabûna siyasî û civakî û veberhênana li çavkaniyên mirovî, li berçavgirtina wekheviya li ser bingeha civakî, ji ber ku bêyî piştgiriya mafên bingehîn ên mirovî ne mimkûn e ku piştgiriya mafên siyasî yên jinan were kirin. 
Yek ji astengiyên li pêşiya beşdariya jinên Sûriyeyê di navendên biryargirtinê û pêvajoya aştiyê de nebûna stratejiyek neteweyî ya berfireh e. Bi vê yekê mirov çawa dikare tevgera siyasî ya jinan bike perçeyek jêneveger ji tevgera civakê.
Her wiha wêneyê qalibê jinên siyasetmedar, xebata yekdestdar ji hêla jinan ve bi xwe û saziyên ku bi hêzkirina jinan re têkildar in. Alîgiriya civakî ya li dijî jinan di warê perwedeya teknîkî û pîşeyî de, asta kêm a haydarbûna jinan ji mafên wan û valahiya di navbera tiştê ku di destûr û qanûnan de hatiye diyarkirin, ev hemû di riya pêşketina jinan di warên cur be cur de, disekinin.