Formên nû yên zewacê û destwerdana mafê jinan
Formên zewacê yên nû di nav civakê de belav bûne, qalibên exlaqî şikandine. Jin bûne wekî amûr li ser wan bazaran dikin, ev jî mafê wan ê kesayetî û mirovî bin pê dike û dikeve xizmeta mêran.
Navenda Nûçeyan - Li Rojhilata Navîn û hemû welatên cîhanê, jin bi gelek awayan tên bazarkirin. Di nava civaka Îslamî de têkiliyek rewa di navbera jin û mêr de tê pejirandin, ji bo vê jî rê dide şêweyên yasayî di bin navê "zewacê" de di nava civaka koledar de tê rewakirin. Jinan ji bo aramî û ewlehiya xwe bedêlên giran dan, maf û mirovahiya wan hat binpêkirin her wiha qurbaniyên vê zewacê ne tenê jin in, zarok jî dibin mexdûrên wan. Vê jî bi xwe re pirsgirêkên civakî mezintir kir û civakê bi xwe re kir kole. Ji xwe ji demek zû de formên zewacê û cureyên wê, li ser jinan hatine meşandin. Wekî zewaca demborî, zewaca misyar û her wisa zewaca fatiha, edet û bi darê zorê… û hwd.
Zewaca herî kevn a demkî ye
Zewaca demkî yek ji cureyên herî kevn e ku li gel Erebên berî Îslamê û misilmanên destpêkê di şerên dirêj de pêk dianîn, wekî mafekî rewa ji xwe re didîtin. Zewaca demkî kevintirîn cure ye, di navbera her du aliyan de li ser kêfa bedenî tê lihevkirin. Dibe ku demek kin be, deqe bin, heyvek be ango sînorkirî ye. Piştî derketin Îslamiyetê ev zewac hat qedexekirin tenê di demên şeran de tê rewakirin.
Lê mixabin bi şerên ku bi navê olan di demên dawî de rûdane û fetwayên ji hêla mezinên wan ve derketine, jin jî bûne qurbaniyên van çekdaran û destdirêjiyên zayendî li ser wan zêdetir bûne. Ango jin bûne amûreke kêfê tenê, zarokên jê çêdibin lê ji hemû mafên zewacê tên mehrûmkirin. Her wiha tê ragihandin ku ev zewac di nav misilmanên Şîa de bi rengekî mezin belav bûye Lewre jinên lawaz dixin vê zewacê. Tê zanîn ku herî zêde li Îranê û bajarên pîroz ên Iraqê Necef û Kerbelayê belav bûye, vê şêwazê rewa dibînin.
Di rapora rojnameya Îranê Şehrond a sala 2018’an de rêjeya belavbûna zewaca demkî di nav ciwanên Îranî de ji sedî 84 ciwan in. Her wisa jinan jî ev zewaca demkî red kir, ji ber ku mafên wan naparêzin ango jiyana rewa nîn e tenê cins têr dike. Misilmanên Sunî vê zewacê wekî guneheke derveyî exlaqî dihesibînin lê li kêleka wê zewaca misyar bi dizî pêk tînin…
Zewaca Misyar
Di deh salên dawî de, tiştê ku wekî zewaca misyar (altruîtî) tê nasîn li hin welatên Ereban û misilmanan belav bûye. Li gorî zanyar û şêxên olî, ev zewac ne guneh e helal e. Bi razîbûna her du aliyan (jin, mêr) û berpirsiyarên wan tê pejirandin lê belê jin ji hemû mafên xwe yên qanûnî tên mehrûmkirin. Ev jî bi dizî pêk tê.
Ji ber ku ev zewac li gorî zilam e û hêsantir e, ji pêkanîna erkên xwe ne mecbûr e. Kengî bixwazî wê were û kengî nexwaze qet napirse. Lewre piranî serî li vê zewacê didin.
Hin civak vê zewacê dipejirînin, ji ber ku di baweriya wan de pirsgirêkên jinên jinebî û yên berdayî û bi taybetî ji bo yên nikarin barê bargiriyê pêk bînin çareser dike. Lê di rastiya xwe de ew tundiya li ser jinan rewa dike û ew ji mafên wan ên madî û mirovî bêpar dihêle ango tenê ji bo xwestekên cinsî tê bikaranîn. Tê ragihandin ku ev zewac li gel Suniyan zêde ye, herî zêde li dewletên wekî Xelîc Siudî, Îmarat û li Urdun, Misir, Lubnan û Megribê li pêş e.
Ji bo vê jî hin mezinên oldar ev zewac qebûl kirin wekî şêx Yûsiv Elqardawî ku yek ji kesayetên navdar ên îslamî û miftiyê Siudî Ibn Baz piştgirî dan vê zewacê ku hemû destûrên zewacê pêk tîne û meşrû kirin. Lê Şêx selifî Nisir Eldîn albanî ev yek kêmasî dît û rexne kir ku hemû şertên zewacê wekî xwedîkirina zarokan û mafên wan ên jiyanê pêk nayne.
"Dilopên hêviyê”
Her wiha ji aliyê jinên çalakger û mafparêz ên wekî çalakgera hiqûqî Hetûn Alfasî ku di girtîgeha Siûdiyê de ye protesto dike. Wisa difikire ku ev zewac tenê ji bo têkiliya zayendî ye û oldarên Siûdî rexne dike. 2’ê Sibata 2018’an de hunermenda Misrê, Rene Xelîl koordînatora kampanyaya "dilopên hêviyê” ya duyemîn li dijî tundiya li ser jinan dest pê kir. Vê yekê jî wekî şîdeta li ser jinan dasnîşan kir û zewaca misyar weke deara (bêexlaqî) pênase kir.
Di vê kampanyayê de RENE cilên ku bi dirûvên peran ve tên girêdan û li derdora wan pere belav in da weşandin, ev jî rewşa keçikên ku di zewaca misyar de derbaz bûne lê li dawiya rastiya vê zewacê ku tenê di aliyê cinsî de tê destnîşankirin radigihîne.
Zewaca spî devkî…
Her tim hişmendiya zilam, li ser şêwazên çawaniya binpêkirina mafên jinan e. Lewre zewacek nû afirandin ku bi civakê dan qebûlkirin. Zewaca spî devkî ango bi erêkirina her du aliyan tê pejirandin. Forma zewaca spî, di deh salên dawî de li Îranê herî zêde belav bûye. Ev yek jî di navbera xort û keçîkê de pêk tê zewacek bêyî ku li ser qanûn an jî berpirsyarên zewacê ji wan were xwestin pêk tê.
Ev zewac bi hevgirtin tê nasîn bi zimanê farisî "îzdiwac sevîd" ango hezkiriyên hev in tê nasîn, weke li dewletên rojava bê belgeyên qanênî pêk tê. Di nava civakê herî zêde zewaca spî hat pejirandin, ji ber ku di fikra wan de diyardeyek li pêş e ku ji ber zehmetiyên jiyanê, demeke dirêj ew dikarin bê berpirsyarî û zextê, bijîn bi hev re dimînin.
Civaknasî, vê zewacê wekî xetereyeke li dijî malbat û nirxên civakê ku malbat li ser hatiye demezarandin dihesibîne. Dijberên vê zewacê piştgirî didin vê ramanê, îdia dikin ku ramana malbatî hildiweşîne û gefê li pêşerojê dixe. Her wisa şêwirmendê mezin ê Îranê Ayet Elah Xnî ev zewac rexne kir.
Zewaca fatihê
Di her serdemê de hişmendiya zilam bi zîhniyetek nû ji bo rehetkirina wijdanê xwe ger hebe derdikev pêş civakê. Îcar zewaca fatihê afirandin. Gelo zewaca fatihê çi ye?
Ev zewac herî zêde li herêmên çiyayî yên Megribê û yên çolistanên Başûr li pêş e. Ew hevpeymanek di navbera her du malbatên jin û mêr de tê sazkirin. Xort dibêje ez li ser şerîeta Xweda te ji xwe re weke bermalî dixwazim, keçik jî dibêje ez jî xwesteka te li pêşiya Xweda qebûl dikim, bi vî rengî fatiha tê xwendin zewac meşrû dibe.
Tê hewldan ku ev zewac ne qanûnî ye, ji ber ku mafê malbatê bi taybetî yê dayik û zarokan li gel dewletê tune ye ji bo vê jî nasnameya malbatê ku zarokan tomar bikin nîn e wê demê zarok ji mafê xwendin û mîrasê malbatê bêpar dimîne.
Zewaca desteserkirina bi zorê ya mafan
Gelek navên li vê zewacê tên kirin, zewaca bi zorê mecbûrî û kin, ango xort û keç bi zorê ji hêla malbatê ve tên formkirin bi navê edet û teqlîdên civakî tên tehdîtkirin. Neteweyên Yekbûyî vê zewacê wekî binpêkirina mafên mirovan radighînin û li beramberî azadiya kesayetî dibe asteng. Her wekî din daxuyaniya Gerdûnî ya Mafên Mirovan diyar dike ku jin azad e bêyî zor û tehdît xortekî ji xwe re hilbijêre, ev jî mijareke girîng e di jiyana wê de bi taybetî bi rûmet û pêşeroja jiyana wê re têkildar e.
Ev zewac jî herî zêde di nava civakên Rojhilata Navîn û yên misliman de bi taybetî heye, tu çavdêr û şopdarên wê jî nîn in.
Zewaca geştiyar
Zewaca geştiyar an havînê, zewacek ku di dema betlaneyan de pêk tê, bêyî destnîşankirina demê tê dabeşkirin. Ev jî herî zêde ji hêla dewlemend û karsazên ku pir rêwîtiyê dikin ve pê tê. Di pirtûka pîroz û ji hêla suniyan ve tê qedexekirin, li gelek dewletên Ereban heye. Li Sûriye, Megrib, Yemen û Misrê li pêş e. Li gorî lêkolîn û vekolandina li ser vê diyardeyê rêjeya vê di sala 2017’yan de gihîştiye 45000’î.
Li gorî curbicurbûna zêdebûna formên zewacê, civakê her çû ev cure zêde kir wekî zewaca li gorî şertên serîetê lê belê bi sozdayîna neanîna zarokan qedexe dike ango li ser bingeha berdanê tê sazkirin. Zewaca bi riya xwînê ango xort û keçik bi riya birîndarkirina tiliyên xwe xwîna xwe tevlihev dikin.
Her dawî û ne ya dawî bi riya înternet û malperên civakî zewac di navbera xort û keçikê de tê sazkirin.