Feryal El-Kofhî dê pirtûkek a 250 xwarinên kevneşopî yên Urdunî têde hene çap bike

Feryal El-Kofhî li bajarê Irbidê despêkê bi piştevaniya jinên derdorê xwarin amade kir paşê jî di komeleyên xêrxwazî û bazarên jinan ên ji bo xwediyên projeyên biçuk hatine destnîşankirin, xwe tomar kir ku projeya xwe bi pêş ve bibe.

SIRA EL-DEMÛR

Urdun- Di rêzehevdîtinên ku ajansa me bi hilberînerên jinan ên li Urdinê re pêk tîne de, me ji bajarê "Bûka Bakur", bajarê Irbidê ku yek ji bajarên sereke yên qraliyetê ye dest pê kir. Feryal El-Kofhî ya 60 salî li wir dijî û di çêkirina xwarinên gelêrî yên kevneşopî de pêşng e ku bi awayên saxlem bi riya metbexa xwe ya hilberîner pêşkêş dike.

Feryal El-Kofhî li dijî çanda şermê derket û ji sala 1993'an ve dest bi xebatê kir. Sedemên aborî bûn sedem ew şêwaza xwarinên gelêrî biguhezîne da ku bi awayên saxlem û tendurist pêşkêş bike. Diyar dike ku li gorî hewcedariya her kesê ye û di heman demê de tamek xweş bide û dibêje: "Ji ciwaniya xwe ve, ez ji mîrasên çandî hez dikim û dixwazim biparêzim û ji vir şûnde min dest bi rêwîtiya xwe kir da ku bigihîjim xeyalên xwe."

Ji wê demê ve heta îro Feryal El-Kofhî dikaribû karê xwe bidomîne û bi ked û xebateke mezin piştgirî da malbata xwe ya ji pênc kur û sê keçan pêk dihat. Ji bo perwerdekirina zarokên xwe û derçûna wan ji zanîngehên herî baş bi bawernameyên akademîk ên li gorî xwestekên wan bênavber têkoşiya.

Ji bo zarokên xwe bide xwendin bi şev û roj xebitî

Feryal El-Kofhî tevî giraniya berpirsyariyê, şevê bi rojê ve girêda da ku xwarinên herî xweş peyda bike, nemaze di werzên hilberîna zeytûnan û çinîna wan û berhemên din ên şaredariyê de ku bikaribe xercê zanîngehê ji bo zarokên xwe bide û zarokên wê bikaribin beşên endezyarî, bijîşkî, dermanxane, ambûlans û yên din bixwînin.

Feryal El-Kofhî li bajarê Irbidê di mala xwe de dest bi karê pratîkî kir û bi hewldan û xîreteke şexsî û bi piştevaniya jinên civaka herêmê xwarin amade kir. Daxwaza wê zêde bû piştî ku di pîşesaziya xurekan de navdar bû, di komeleyên xêrxwazî û "Bazarên jinan" ên ku ji bo xwediyên projeyên biçûk û malê hatine destnîşankirin, xwe tomar kir da ku projeya xwe bi pêşve bibe. Der barê vê yekê de wiha behs dike: "Min zehmetiya hilgiritna firinên ku girêdayî xwarinên gelêrî ne bo cihên pêşandanê kişand da ku ramana hebûna xwe xurt bikim û nîşanî malbata xwe bidim û helwesta xwe ya civakî pratîze bikim."

“Divê em vegerin xwarinên berê û ji bo tenduristiyê yên amade nexwin”

Feryal El-Kofhî ku bi çêkirina mekmûra Urdunî, zeter û kekan navdar bû, di amadekirina xwarinên navdar ên wekî rûnê zeytûnê, arê genim, îspenax û yên din de berhemên xwezayî bi kar tîne. Ew her gav şîret dike ku mirov vegerin xwarinên gelêrî û dûrî xwarinên amade yên ku zirarê didin tenduristiya wan bibin.

Di dema pandemiya koronayê ku barek giran da ser gelek projeyên berhemdar û malbatên karker li Urdunê, Feryal El-Kofhî dikaribû helwestek cuda ji wan bûyeran re nîşan bide ji bo ku hewceyî kesê nebe. Wê di peydakirina pêdiviyên malê de îtîmad da ser xwe û dikaribû xwedî li malbata xwe derkeve.

Amadekariya ji bo çapkirina pirtûkê dike

Feryal El-Kofhî diyar kir ku piştî gelek salan ji xebat û berdewamiyê, ew amadekariya çapkirina pirtûka xwe ya yekem dike, niha li benda pejirandina Wezareta Çandê ya Urdunê ye. Diyar kir ku di pirtûkê de 250 cureyên xwarinên kevneşopî yên navdar hene, ji nifşê berê ji dê û dapîran hatine girtin. Li ser hilbijarina karê xwe dibêje: "Jin ew e ku xwediya bijarteya dewlemendî yan xizaniyê ye û tevî hemû şert û mercan dikare ji xwe re hêviyek nûjen bibîne û ji wê ber bi jiyanê ve biçe."

Feryal El-Kofhî bi rola xwe ya hilberîner û kedkar serbilind e ji ber ku ew dikare bi hilberînên erdê yên heyî re danûstandinê bike û wan veguhezîne tamek xweş. Ew sedemên serkeftin û cihêtiya xwe bi şiyana xwe ve girê dide û di navbera malbat û xebatê de, çi rewş hebe, hêza xwe ji xwe û ji xwezayê digre.