Ferîde Sewmê: Ez ê çîrokên fermanê ji zarokên xwe re zindî bihêlim

Dayika Ferîde Sewmê bi eslê xwe jineke ji neteweya Xirîstiyan e, malbata wê di fermana Ermeniyan de a ku ji aliyê dewleta tirk ve li Bakurê Kurdistanê pêk hatiye, jiyan e. Têkildarî çîroka fermanê ku ji dayika xwe guhdarî kiriye got: “Dayik û bavê min her dem behsa çîrokên fermanê dikirin qêrîna mirovan û herikîna xwînê her li ber çavên wan bû. Ez ê çîrokên fermanê ji zarokên xwe re zindî bihêlim da ku dîroka xwe nas bikin û kîna di dilê xwe de li hemberî dijmin bi têkoşînê vehûnin.”

Dayika Ferîde Sewmê bi eslê xwe jineke ji neteweya Xirîstiyan e, malbata wê di fermana Ermeniyan de a ku ji aliyê dewleta tirk ve li Bakurê Kurdistanê pêk hatiye, jiyan e. Têkildarî çîroka fermanê ku ji dayika xwe guhdarî kiriye got: “Dayik û bavê min her dem behsa çîrokên fermanê dikirin qêrîna mirovan û herikîna xwînê her li ber çavên wan bû. Ez ê  çîrokên fermanê ji zarokên xwe re zindî bihêlim da ku dîroka xwe nas bikin û kîna di dilê xwe de li hemberî dijmin bi têkoşînê vehûnin.”
ROJ HOZAN
Qamişlo-Her çendî ku dem û dîrok derbas bibe û tişên di wan rojan de li dijî mirovan hatine kirin bên veşartin jî her tim mirovên şahid hene. Mirovên ku malbat û xizmên wan rastî kiryar, komkujî, qetîlkirin, wêrankirinê hatine û di roja me ye îro dema devê xwe vedikin bayê dîrokê li mirov dide. Mirov dikare ji axaftinên wan xeyal bike ka di demên berê de çi qewimiye û ji sekna wan hîn bibe çi jiyane ku ev yek ji nifşên pêşerojê re dibe jêderên dîrokê. Zilm û zordariya dewleta tirk bi ser civakan de her çiqas dixwestin binixumînin jî dîsa rastî nayê feşartin û weke ku tê gotin giha di bin keviran de nemîne her wê rojekê der bê û derkeve ser rûyê erdê. Tevî ku ev zêdetirî 106 sal ser fermana der heqê gelê Ermen û Xirîstiyan de ji aliyê dewleta tirk ve derbas bûye jî hê mirovên ku wê dîroka qirêj û komkujiya bi êş vedibêjin hene. Di wê fermanê de pir mirov hatin qetilkirin, ên ku dikaribûn xelas bibin reviyan û li Sûriye û Iraqê bi cih bûn.  
Dayika Ferîde Sewmê bi eslê xwe ji gundê Temerzê yê Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye bi temen 85 salî ye û niha jî li gundê Maşoqê yê navçeya Tirbespiyê girêdayî Kantona Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Dayika Ferîde pir kes ji malbata bav û dayika xwe di fermanê de hatine qetilkirin, heya gihîştiye vî temenî çîrokên fermanê ji bav û dayika xwe guhdar kiriye û di roja îro de ji me re vedibêje. Dayika Ferîde Sewmê li ser çîroka fermana gelê Ermen û Xirîstiyan de ji me re axivî lê ji ber rewşa wê ya tenduristiyê keça wê Hizniye Osman çîrokên fermanê ji devokiya wê berdewam kir û bi me re parve kir. 
Komkujiyên dewleta tirk li dijî civakên bi aram 
Dayika Ferîde behsa serpêhatî û komkujiya ku li ser malbata wê bi destên dewleta tirk hatine kirin kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Dema ez zarok bûm û li kêleka dayik û bavê xwe rûdiniştim, min li çîrokên pir bi êş guhdarî dikir. Em bi eslê xwe ji neteweya Xirîstiyan in û malbata hevjînê min jî Ermenî ye. Beriya 106 sal hê ez nehatibûm dinyayê lê ji çîrokên malbata xwe ez dizanim di wan deman de çi qewimiye. Dema mirov bi destên pergalên desthilatdar ji rastiya xwe dûr bikeve ev êşa herî mezin e. Fermana ku bi ser gelê Ermen û Xirîstiyan de pêk hat malbata bavê min, dayika min û ya hevjînê min jî jiyane. Dewleta tirk a ku dijminatiye mirovan dike civak qir kirin û mirov mecbûrî desthilatdariya xwe dikirin. Di wê fermanê de 3 mamên min û zarokên wan, 2 metên min tevî malbatên wan bi temamî hatin qetilkirin, tenê bavê min û meteke min reviyan û xelas bûn. Jixwe ji malbata dayika min jî 50 kes hatin qetilkirin û bi tenê dayika min hin kesan ew xelas kir. Dayik û bavê min her dem qal dikirin bê di wan rojan de çi qewimiye qîrîna mirovan, herikîna xwînê her li ber çavên wan bû û heya di xewnên şevan de jî didîtin û qal dikirin. Dewleta tirk dijminatiya civakan kir û ew qir kirin.”
“Çîrokên fermanê ji bîra min naçin”
Ferîde çîrokên fermanê yên ji bav û dayika xwe bihîstiye vedibêjê û wiha pêde çû: “Dayik û bavê min ji gundê Temerêzê yê Şirnexa Bakurê Kurdistanê ne û li wir bi malbatên xwe re dijiyan. Ev gund bi xwe gundekî Xirîstiyan e di demên berê de bû hedefa ferman û komkujiyan ji aliyê dewleta tirk ve. Malbata min digotin di wê roja reş de tarîtiya dewlet tirk a xwedî kîn girt ser mirovan, bi serê şûran bênavber mirov qetil kirin û hin ji wan jî bi zorê ola wan dan guhertin. Dewleta tirk dest dirêjî kijan mirovî dikir dihat qetîlkirin. Malbata min jî reviyan Sûriyeyê û li vir li gel malbatan li Rojava xwedî bûn. Çîrokên ji min re dihatin gotin ji bîra min naçin. Dayika min digot li pêşiya çavên min jineke ducanî zikê wê çirandin jin û zaroka wê wiha qetil kirin, mirov kole kirin û bi saxî agir berdan canê wan. Dayika min wê demê bi temen ne mezin bû ji bo wê dixwestin weke sebiyên wê bibin lê ew bi malbatekê re reviya Sûriyeyê û li vir bi bavê min re zewicî. Bavê min jî gelek kes ji malbata wî hatibûn qetilkirin lê ew jî bi meta min Seydê re reviya Sûriyeyê. Yanî dema mirov li vê yekê guhdarî bike mirov dikare bêwijdaniya li ser mirovan pêk hatiye ji xwe re xeyal bike û bibîne gihîştiye kîjan astê.”
“Min çîrokên fermanê ji zarokn xwe re jî gotiye”
Ferîde çîroka komkujiyê wiha domand: “Piştî ku malbata min tê Sûriyeyê dayik û bavê min bi hev re dizewicin, ew li ser ola xwe man lê malbata hevjînê min ku bi eslê xwe Ermenî ne, ola wan bi zorê bi wan dan guhertin. Mirov nikare neheqiyê li wan bike bê çima ji ser ola xwe vegeriyan, ji ber em nizanin bê di çi rewşê de dijiyan. Ji malbata hevjînê min jî pir kes hatin qetilkirin, ez êşa dilê wan hemûyan hîs dikim. Fermana bi êş nayê jibîrkirin. Mirovên ku ji min re çîrokên fermanê digotin hemû çûne ser dilovaniya Xwedê lê çîrokên fermanê min ji zarokên xwe re jî gotine û zindî hîştine. Bila zarokên min bizanin ku dewleta tirk dijminê me ye û kîna min bi têkoşînê vehûnin. Dayik û bavê min bûne şahidên dîroka komkujiya ser vîn, maf û hebûna civakan. Dibe ku ji aliyekî de ji min re şansek bû ez dîrokekê li pey xwe bihêlim, ji ber wê rojek bê ez ê jî biçim ser dilovaniya xwe lê ez di wê baweriyê de me ku ev çîrok wê her bên ziman. Heya zarokên neslên min hebin divê ferman di bîra wan de zindî bimîne û tola dayik û bavên xwe hilînin.”
“Bêbextiya dîrokê ji hişê min dernakeve”
Ferîde bal kişand ser kiryarên dewleta tirk ji dema fermanê û berdewamiya wê heya roja îro li ser gelê Kurd û wiha bi dawî kir: “Dewleta tirk heya niha dest ji wê zîhniyeta xwe bernedaye û heya roja îro serdestiya xwe li ser civakan dide meşandin. Weke îro em dibînin tiştên li ser civaka Ermen û Xirîstiyan pêk hatine, heman tiştan li ser civaka Kurd jî dike. Kurd mirovên pir dildar û xêrxwaz in, jixwe dayik û bavê min bi xêra Kurdan ji fermanê hatin parastin ji bo wê rêzdariya min ji wan re pir heye. Niha ez bi zimanê Kurdî diaxivim ne ku min ziman û çanda xwe ya Xirîstiyan ji bîr kiriye lê ji ber ez di nav wan de mezin bûme û her me tenê ew li derdora xwe dîtine. Bêbextiya dîrokê ji mêjiyê min nayê avêtin. Dema ku çeteyên DAIş’ê  êrîşî şengalê kirin û min bihîst çi bi ser wê civakê de anîne, çîrokên dayik û bavê min di bîra min re derbas bûn. Zîhniyeta desthilatdariyê li her derê wekhev e lê tenê nav hatiye guhertin. Dewleta tirk domandina destdirêjiya li ser nirxên civakan dike û deverên ku li Rojavayê Kurdistanê dagir kirine mînaka vê yekê ya herî mezin e.”