Fatîma Hemîd bi tena serê xwe rêwîtiya têkoşînê dimeşîne
Fatima Hemîd a 50 salî xwedî du serpêhatiyên ku mirov jê sûdê bigre ye. Aliyekî wê bi hişmendiya mêr û şîdeta baviksalarî re rûbirû maye aliyekî din jî ew e ku bi tena serê xwe rêwîtiya xwe ya têkoşînê didomîne.
SORGUL ŞÊXO
Zirgan – Li dijî êrişên dewleta Tirk a ji Cotmeha 2019’an ve bê navber didome, bi taybetî li Zirgan a Kantona Cizîrê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê te jin pêşengiya berxwedanê dikin. Tevî ku çend metre dûrî baragehên leşkerî yên dewleta Tirk in û rojane dengê top û pevçûnan dengê balafiran ji asîmanê wê kêm nabe, berxwedan û têkoşîna jinan her dem ji dagirkeran re bûye tirs. Di nava berxwedan û têkoşînê de gelek çîrokên jinan ên ku nehatine bihîstin hene.
Yek ji jinên dilnizim û rûken ku her kes jê hez dike û xwedî serpêhatî ye, Fatima Hemîd a 50 salî ye, 11 sal in zewicî ye û li bajarê Zirganê dijî. Fatima hê nebûye dayik. Fatima ya ku tevî hevjînê xwe berê di Parka Şehîd Arîn Mîrkan de 7 sal in dixebitî, nêzî 5 sal in bi tenê parkê birêve dibe.
Parka Şehîd Arîn Mîrkan yek ji projeyên Ofîsa Jin a Şaredariya Gel a Zirganê ye ku di salên berî êrişên dagirkeriya Tirk de hatibû vekirin. Fatîma Hemîd der barê rêwîtiya jiyana xwe de ji ajansa me re axivî.
Ne bû dayik ne jî jiyana hevjîniyê jîya ji ber zihniyeta mêr
Fatîma Hemîd got ku ew zewiciye lê hevjînê wê nexweş ketiye, paşê hev berdane û berê xwe daye Şamê û got: “Em bi hev re bûn, li parkê me bi hev re kar dikir lê bi hinceta tedawiyê 5 sal e li Şamê ye, ez terik kirim û bi tenê me. Ez roj û jiyana xwe li parkê di nava ken û kêfxweşiya zarokan de derbas dikim û wiha sebra min tê. Nebû qismet ez bibim dayik lê ev hemû zarokên min in û ez wan nebînim sebra min nayê."
'Tenêtî zor e lê fêrbûnê dixwaze'
Fatîma Hemîd diyar kir ku bi tena serê xwe dijî û têdikoşe û wiha got: “Li malê ez bi tenê dijîm. Tenêtî zor e lê çi bikim ez fêrî jiyana wiha bûme. Jiyana di bin topbaranan de xeter e lê riyeke din û jiyan din jî tune ye ku em bijîn. Li vir jiyan heye û derdora min hemû cîran û nas in û bajar tijî xelk e. Jiyana bi tenêtiya tijî têkoşîn."
'Ez û park her demsal bi hev re ne'
Fatîma Hemîd behsa lênêrîna li parkê û çandiniya wê kir û wiha got: “Min li vir dest bi her tiştî kir, li vir min bi destên xwe darên ku dirêjahiya wan nedigihîşt 30 cm. Di vê erdê de çand, axa parkê rast kir û min gihayê çêkirî lê çand, dar avdan. Weke her demsalê çawa dar û pel xwe nû dikin, ez jî wiha me, ez û park bi hev re di her demsalê de li ba hev in. Park bûye parçeyek ji jiyana min, mala min û her tiştê min e. Ruxmê xeteriya heyî, ji mala xwe zêdetir ji parkê hez dikim. Me di hundirê parkê de jî kafeterya vekir û parkeke wiha çêbû ku her kes li vir pêwîstiyên xwe dibîne û bûye cihê bêhnvedanê. Lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker, gelek tişt hatin guhertin û niha zarok bi lîstokên ku mane dilîzin."
‘Ez dikarim her karî bikim’
Fatîma Hemîd wiha pêde çû: “Jiyan tiştekî wiha ye ku tu ne li gorî wê bî wê te têk bibe, ji bo wê ez niha bi tenê dijîm. Kar ji temenê min re nabe asteng, dikarim 20 salên din jî kar bikim. Lê hêvî û xewnên min ew e ku aramî serwer bê. Bi hêviya ku ev dagirkerî bi dawî bibe û êdî dengê guleyan ji giştî Sûriyeyê qut bibe. Ji ber vê dagirkiriyê em koçber bûn, bajarên me dagir kirin û malên me hatin wêrankirin."
Dawîbûna dagirkeriyê û vegera kombûna jin û zarokan li parkê
Fatîma Hemîd bal kişand ser vegera kenê li ser lêvên jin û zarokan û wiha got: “Bi hêviya ku dagirkerî bi dawî bibe, careke din ev park şîn bibe û her kes bi ken û kêfxweşî lê kom bibe. Bi hêviya jiyana bê şer ku êdî hestên tirsê nemînin, li şûna wê aramî hebe. Gelek tişt hesret man di dilê min de, xwezî niha keç û kurekî min hebûya. Daxwaza min ji jinan ew e ku jîr û zana bin, tu carî mêr ji xwe re stûn nebînin."
Fatîma Hemîd di dawiyê de spasiya jinên ku her dem li kêleka xwe dîtine kir û got: “Ji bo saziyên ku heta niha piştgiriya min dikin û xwedî li min derketin, ez gelek spasiya wan dikim. Divê hemû jin ji heqê jiyanê derbikevin.”