"Ew zarok bûn; hatin windakirin”

Dayikên Şemiyê bi boneya 23’ê Nîsanê 27 zarokên ku di binçavan û îşkencexaneyan de hatine windakirin bi bîr xistin û li aqûbeta wan pirsîn.

Stenbol- Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 891’emîn li ser online li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de, bi boneya “23’ê Nîsanê Cejna Zarokan” bal hat kişandin ser zarokên ku bi destên dewletê di binçavan de hatine windakirin.

Metna daxuyaniyê Endama Komîsyona Zarokan a Navenda Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Sevînç Koçak xwend. 

Sevînç Koçak got ku Tirkiye îmzakarê peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UN) ye û wiha got: “Dewleta Tirkiyeyê; li gorî Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî û zagona Parastina Zarokan divê ku mafên zarokan binpê neke û pêşî li binpêkirina mafên zarokan bigre lê Tirkiye bi xwe wan mafan binpê dike. Bi dehan zarok hatin binçavkirin, îşkencekirin û windakirin. Li gorî tesbîtên Komeleya Mafên Mirovan, li Êlih, Bedlîs, Çewlik, Cizîr, Kerboran, Dêrsim, Şirnex, Pasûr, Nisêbîn, Gever, Silopiya, Bismil, Farqîn, Qoser, Amed û Licê di navbera salên 1992 û 1997’an de 27 zarok di binçavan de hatine windakirin.” 

Kiryar hatin parastin

Sevînç Koçak, destnîşan kir ku navê gelek zarokên din di binçavan de hatine windakirin nayê zanîn divê aqûbeta wan bê eşkerekirin û ev daxwaz a dîtina zarokan û daxwaza edaletê heta îro ji aliyê rayedarên dewletê ve bêbersiv hatiye hiştin. Sevînç Koçak da zanîn ku zarokên hatine windakirin çawa hatine binçavkirin û çawa hatine windakirin di îfadeyên şahidan, îdianameyên dozgeriyê, doznameyên dadgehê, biryarên DMME’yê û rapora ceclisê de cih girtine û wiha axivî:

“Tevî ku her tişt eşkere ye jî kujer û sûcdar nayên cezakirin û ji aliyê dewletê ve tên xelatkirin. Ne zarok, kujer ango kiryar tên parastin. Em pir eşkere dipirsin; kiryar kî ne? Van bûyerên hovane hemûyan kê pêk anî?” 

Sevînç Koçak anî ziman ku çend sal jî derbas dibin bila bibin, em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo zarokên hatine windakirin bernedin û em ê her bi bîr bixin ku dewlet di nava hiqûqê de tevbigere.

Navê zarokên ku hatine windakirin

Di daxuyaniyê de navê 27 zarokên hatine winda kirin bi gotina "Ew ne hejmar, zarok bûn” hat rêzkirin:

“Dîlek Serîn 3 salî bû. Davut Altunkaynak 12 salî bû. Îlyas Dîrîl 12 salî bû. Ebdulezîz Gasyak 12 salî bû. Wezîr Tarhan 12 salî bû. Seyhan Dogan 13 salî bû. Munîr Saritaş 13 salî bû. Metîn Budak 14 salî bû. Ahmet Dansik 14 salî bû. Nûrî Dayan 14 salî bû. Servet Îpek 15 salî bû. Çayan Çîçek 15 salî bû. Umît Taş 15 salî bû. Ahmet Akbaş 15 salî bû. Ahmet Sanir 15 salî bû. Fatîh Kaya 15 salî bû. Zekî Dîrîl 16 salî bû. Nedîm Akyon 16 salî bû. Faruk Aksan 16 salî bû. Lokman Kaya 16 salî bû. Mahmut Abak 16 salî bû. Mehmet Zekî Akyildiz 16 salî bû. Orhan Yakar 16 salî bû. Yahya Akman 16 salî bû. Sabah Oruç 17 salî bû. Yilmaz Gumuş 17 salî bû. Deham Guney 17 salî bû.”