“Emê sala bê li ser zewacên temenê biçuk, kuştin û şideta li ser jinê bixebitin”

Berdevka TAJÊ Sebîha Seberî kar û xebatên salekê yên tevgera wan dayî meşandin nirxand û ji bo bernameya sala bê dayîn pêşiya xwe jî ev agahî da: “Me weke TAJÊ armanc kiriye ku di sala pêşiya xwe de em kongireya xwe li dar bixin. Her wiha emê hewil bidin tevahî xebatên dibin siwana tevgerê de bihêztirbikin. Emê di sala nû de ji bo xwe bikin armanc ji bo zewacên temenê biçuk, kuştin û şideta li ser jinê çênebe emê rêxistina xwe bihêz bikin û perwerdeyên xwe yên fikrî zêdetir bikin.”

EVÎN ZENDA
Şengal – Jinên Êzidî yên heta niha di gelek fermanan re derbas bûne keraseta herî mezin jî 3 yê Tebaxa 2014’an bi êrîşa DAIŞ’ê re bi ser wan de hat. 5 hezar jin û zarok hatin revandin û bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Ji ber wê jî Şengal hîna birînek nekewandiye. Dema Şengal ji aliyê DAIŞ’ê ve hat dagirkirin gelê Êzidî ji aliyê Hikumeta Federal a Başurê Kurdistanê û Hikumeta Navendî ya Iraqê ve bi tenê hat hiştin. Gelê Êzidî yê wê demê bê parastin man û hêzên heyî bêyî ku parastina wan bikin reviyan piştî azadiya Şengalê bi xwe hêza xwe ya parastinê çêkirin, sazî û dezgehê xwe yên sivil dan avakirin. Rêxistina xwe ya jin, civakî û leşkerî damezrandin û niha li Şengalê xwe bi xwe bi rêvedibin. Di 9’ê Cotmeha sala 2020’an de jî cardin hikumeta Îraq û hikumeta herêma Federal a Başurê Kurdistanê bi tirkan re li hev kirin û hinek bendên nû yên peymana fermanek dinê li ser Şengalê di navbera xwe de erê kirin. Bi wê yeke re welatiyên Şengalê cardin ketin bin metirsiya fermanekdin li hemberî tiştên li ser serê wan dihatin gerandin çalakî hatin despêkirin. Bi pêşengiya jinan konê çalakiya rumetê ya parastina asayiş û saziyên xwe dane despêkirin. Jin bibiriyarin ku carekdin parastina xwe nedin destê ti hêzên derve bi wê zanebûnê di çalakiyê de pêşengiyê kirin.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ ) a 20’ê Îlona 2016’an bi kongreyekê hat îlan kirin, li ser bingeha “jina azad civaka azade” di aliyê civakî, parastin, siyasî û aborî de rêxistina xwe berfirah dike û di komîn, meclîs, akademî, waqif, komale, rêxistinên xwe yê parastinê û kooperatif de jiyanî dike. Pêre jî ji bo rizgar kirina keç û jinên ku dîl ketina destê DAIŞ’ê têkoşîna rizgariyê dide meşandin. Berdevka TAJÊ Sabiha Sebrî xebatên Tevgera wan ên di nava salê de hatine kirin nirxand. Sabiha Seberî despêkê di kesayeta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel û Fermandarê Yekineyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê Seîd Hesen de tevahî şehîdên têkoşînê û 74 Fermanan bibîranî.  
“Berxwedanê peyman vale derxist”
Sebîha Sebrî da diyar kirin ku li bermberî peymana 9’ê Cotmehê sekna jina Êzidî û gelê Êzidî kir ku peyman ser nekeve û wiha domand: “Sala derbaz buyî ji bo me weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî saleke tejî berxwedan û têkoşîn bû. Di vê salê de listokên li ser civaka Êzidî, êriş û pilanên qirkirinê zêdetirbûn. Li hemberî êrîşan têkoşîna gel û bi taybet ya jinan kir ku Peymana 9’ê Cotmehê ser nekeve. Qonax guhertina tifaqa 9’ê Cotmehê ya li ser civaka me bi têkoşîna gel ve girêdayî bû. Ji ber êrîşkar ji hêz û vîna gel ditirse ji bo wê bû ku bi her awayî êrişê Şengalê dikirin. Di vê têkoşînê de me gelek rêhevalên xwe ji destdan, ruxmê wê li beramberî her êrişê berxwedanî hate mezinkirin. Li bermberî Peymana 9’ê Cotmehê di nava salê de me weke gelê Şengalê bi pêşenktiya jinan berxwedaneke mezin da nişandan. Kar û xebatên me yên li bermberî peymanê pir alî bûn. Me çalekî û hevdîtin li darxistin.  Ji bo em êrîş û pilanan bi gel re guftogo bikin me serdan kirin. Me armanca Tevgera xwe û xeteriyên li ser Şengalê bi gel re gotubêj kir. Serdanên me bi hêz derbaz bûn ji ber me şiyarî û bertekên gel ên li bermberî hewildana dagirkerî û êrişan di asta jor de dît.” 
“Di nava salê de 10 dewreyên perwerdê yên xweser hatin dîtin”
Sabiha Sebrî di berdewamiya gotinên xwe de qada perwerdeyê ya ku herî zêde Tevgera Azadiya Jinên Êzidî giringî pêdide jî bi van gotinan nirxand: “Ji bo me erka yekem weke tevger perwerde kirina jin û civakê ye. Di nava salê de zêdetirê 10 dewreyên perwerdê di bin banê tevgera me de hatin dayîn. Di meclisan de jî perwerdeyên giştî hatin dîtin. Di van perwedeyan de me dîroka Êzidiyatî, dîroka têkoşîna jinê, pirskirêkên civakê, hevjiyana azad û gelek mijarên din dan. Weke tevger ji bo avakirina civakek azad û demokratik em van perwerdeyan girîng dibînin. Her wiha ji bo li bermberî her êrişekê jin bihêz be me perwerdeyên xwe parastinê jî dan. Me perwerdeyên leşkerî yên bi karanîna çekan jî da jinan. Ev perwerde ji aliyê tevahî jinan ve bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazî kirin.”
“Jinên Êzidî di nava pergala hevserokatiyê de cihê xwe girtine”
Sabîha Seberî di dewamiya gotinên xwe de da diyar kirin ku bi taybet wan divê salê de giringî dan bi hêz kirina rêxistin kirina jinan û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Armanca me ya serke ya tevgerê ji avabûnê heya roja îro ew bû ku em xwe bigehînin her jineke di civakê de û bikaribin wan jinan perwered bikin û bikin ku jin bikaribin dinava civakê de li ser linên xwe bisekine û li bermberî herî êrişên bi her awayî têkoşîn bike. Di vê salê de xebatên me yên rêxistin kirina jinan asteke berfirehtir qezenckir ev jî ji me re serkeftinek bû. Roja îro li her gundekê meclisên jinan avabûne, di her saziyekê de jina Êzidî cihê xwe kiriye û di nava pergala hevserokatiyê de cihê xwe girtine. Ev tev bi keda jin avabûye. Me divê salê de xwest ku em rêjeya jinan a di kar û xebatên civakê de zêdetir bikin.”
“Di kongreya Meclisa Xweser de keda jinan xwiyayîbû”
 Sabîha Sebrî beşdarbûna jinên Êzidî ya di nava Kongireya Meclisa Xweseriya Demokratik ya Êziyan de jî nirxand û wiha got: “Di nava salê de Kongireya meclisa xweser hate li darxsitin. Di Kongireyê de rol û sekenek bi hêz ya jina Êzidî hebû. Bitaybet yek yek li ser tevahî piskirêkên heyî xeteriyên li ser civakê hatin niqaş kirin û rêyên çareseriyê hatin diyar kirin. Di wê Kongiryê de jî weke jin me biryardariya xwe ya ji bo avakirina Şengaleke azad da. Tevahî jinan di kongireyê de lêhurbûnên xwe anîn ziman û bi soza serkeftinê careke din li xebatên xwe vegeriyan. Ew nirxandin û lêhurbûnên jinan bandor li giştî kongrê kir û hêz da bernameya ji bo sala bê danîne pêşiya xwe.” 
“Jinên Şengalê bi yek dengî bersiv dan êrîşan”
Sabiha Sebrî wiha qala sekna Jinên Êzidî ya li bermberî Êrişên Dewleta Tirk kir: “Di nava salê de Êrişên dewleta Tirk û hevkarên wê PDK û Hukumeta Kazimî li ser Şengalê bi dijwarî dewam kirin. Pêşengên civaka me bi nemerdane qetilkirin. A herî bi êş û dermirovî jî êrîşa li ser Nexweşxaneya Sikêniyê bû, dema nexweşxane hat bombebaran kirin êdî hêrsa gel pir zêdebû. Li bermberî her êrişê sekna dayik û jinên Êzidî sekneke bi hêz û biryardariya serkeftinê nava xwe de di hewandin. Jinên Şengalê li bermberî her êrişeke dijmin xwe kirin yek û daxwaza xweserî û azadiya Şengalê kirin.”
Sebîha Sebrî têkildarî hilbijartinên 10’ê Cotmehê jî ev nirxand kir: “Li Şengalê îsal hemleyek ya hilbijartinanê hat meşandin. Ji bo wê wek TAJÊ me jî xebatê hilbijartinê ji bo xwe weke xebateke sereke dît û me bi rêbazên cur be cur xebatên piropakandayê dan meşandin. Ji do me civaka Êzidî ji partiya xwe PADÊ namzet ji bo parlementoya Iraqê serxistin girînig bû. Her çiqasî ji ber lîstokên heyî me namzetê xwe nebiribe parlemntoya Iraqê jî, lê me hêviya civakê ya li bermberî Partiya Azadî û Demokratik a Êzidyan (PADÊ) dît û kedeke mezin ji aliyê sazî û dezgehên me ve hat dayîn.” 
“Emê sala bê hîn zêdetir li ser mijara kuştina jinan bisekinin” 
Sabiha Sebrî ji bo kuştinên jinan ên li tevahiya cîhanê bûye girêya kor jî got: “Mijarên em divê salê de kên man jî, me nekarî dawî li kuştin û xweuştinan bînin, wek TAJÊ ev ji bo me êşek mezin bû. Di nava salê de 22 jin rastî kuştin û xwe kuştinê hatin. Weke devger emê di sala bê de hewil bidin ji herdemê bêtir xwe bigehînin jinan û emê hewil bidin ji pirsgirêkên civakê yên ku jin jêre dibin qurbanî re rêyên çareseriyê pêşbixin. Em dixwazin xwe bigehînin wê astê ku tevahî jin TAJÊ weke mala xwe bibinin.”
 “Dê sala 2022’an bibe sala berhemgirtina têkoşîna jinê” 
Sabîha Sebrî di dawî de li ser pilansaziya tevgera TAJÊ ya sala pêş jî ev agahî da: “Me weke TAJÊ armanc kiriye ku di sala pêşiya xwe de em kongireya xwe li dar bixin. Her wiha emê hewil bidin tevahî xebatên dibin siwana tevgerê de bihêztirbikin. Emê di sala nû de ji bo xwe bikin armanc ji bo zewacên temenê biçuk, kuştin û şideta li ser jinê çênebe emê rêxistina xwe bihêz bikin û perwerdeyên xwe yên fikrî zêdetir bikin. Emê bikin ku jinên Şengalê Tevgerê weke mala xwe bibînin. Emê bikin ku jin bikarin tevahî pirsgirêkên heyî, zextên li ser tên meşandi bi şêwirmendiya me derbaz bikin. Weke encam ger bi giştî em binirxînin em dikarin bêjin kar û xebatên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di vê salê de warê civakî û siyasî pêşketinek mezin avakir.”