“Emê ji bo windayên Kerboranê daxwaza edaletê dewam bikin”

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê heftê de daxwaza cezakirina kesên ji doza JÎTEM’ê ya kerboranê tên darezandin kirin.

 
Stenbol - Dayikên Şemiyê, di hefteya 867'emîn de çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" ji ber pandemiyê bi awayekî online li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta 7 kesên ku di nav wan de zarok jî hene di navbera 29'ê cotmeha 1995'an û 8'ê adara 1996'an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hatin windakirin hat pirsîn. Di daxuyaniya ku bi awayekî online hat lidarxistin de xizmên windayan Haznî Dogan û Abdulazîz Altinkaynak, Parêzerê Doza JÎTEM'ê Erdal Kûzû û Hevseroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê Gulistana Dûran axivîn. 
Xizmên windayan Haznî Dogan ku wê demê ew bi xwe jî tê binçavkirin û bavê Davût Altinkaymak ku winda ye Abdulazîz Altinkaynak, qala têkoşîna xwe ya hiqûqî kirin û destnîşan kirin ku kujer tên parastin û heta dawiyê wê li du doza xwe bin. 
Parêzerê Doza JÎTEM'ê Erdal Kûzû û Hevseroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê Gulistana Dûran jî li ser darizandina ku heta niha hatiye kirin rawestiyan û bang kirin ku di Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de edalet pêk bê.