"Em ji bo bihêzkirina jinan di warê civakî û aborî de dixebitin"

Seroka Komeleya Amal û Karama Delîla Hoceyla da zanîn ku ew ji bo jinan di warê aboriyê de bixin nava lêhurbûnê perwerde dikin û got: "Ji 5 welatên cuda me jin di dewreyên perwerdê yên pirojeyên aboriyê de gihandin hev."

Seroka Komeleya Amal û Karama Delîla Hoceyla da zanîn ku ew ji bo jinan di warê aboriyê de bixin nava lêhurbûnê perwerde dikin û got: “Ji 5 welatên cuda me jin di dewreyên perwerdê yên pirojeyên aboriyê de gihandin hev.”

NECWA RAHIM
Cezayîr- Her çend li Cezayîrê hejmara jinên kêmderfet her ku diçe zêde dibe jî yek ji wan mijaran e ku medya û çapemenî behsa wê nakin û heta radeyekê kêm ronî dikin. Li gel hebûna çend komele û rêxistinên ku bi parastina mafên jinan re mijûl dibin jî rola wan tenê bi hestiyarî û hişyarkirinê re sînordar e. Seroka Komeleya Amal û Karama Delîla Hoceyla têkildarî mijara pajgohkirina jinên keda wan nayê dîtin ji ajansa me re axivî.
Delîla Hoceyla di serî de têkildarî saziya wan a li ser van pêdiviyan hatî avakirin ev agahî da: "Fikra Komela Amal û Karama di sala 2013'an de dest pê kir lê di cibcîkirinê de dereng ma. Ji ber wê jî di Hezîrana 2021'an de hate komeleya me bi awayek fermi hat avakirin. Armanc ew bû ku bi rêya şaneya guhdarîkirina jinên kêmendam bigihêjin encamên berçav û di dema xirabûna rewşa wan a derûnî de li gel wan bin û piştgiriyê bidin."
"Em hewil didin derfetê kar û piştevaniyê ji jinan re peyda bikin"
Delîla Hoceyla bal kişand ser wê yekê ku heta niha wan weke sazî bi gelek jinên hatin paşguhkirin re kar kiriye û wiha got: "Ez gelek caran difikirîm ku alîkariya wan bikim. Ne tenê di warê aborî de gelek rêxistin û komele hene ku ji bo vekirina dewreyên hişyariyê dixebitin, min dikarî wana bi van xebatan bidim nasîn û tevlî bikim lê min xwest ku ez alîkariya wan bi awayê pratîkî baştir bikim." 
"Em hewildidin xwe bigihînin her jina ku di goşeyek Cezayîrê de hatî ji bîr kirin"
Delîla Hoceyla behsa wê yekê kir ku gelek jin serî li ofîsa Komeleya Amal û Karama dane da ku li ser zehmetî û kêşeyên ku pê re rû bi rû ne biaxivin û wiha domand: "Rola me di afirandina pêwendiyek pêbaweriyê de ye ji bo danûstandin û diyalogê di navbera wan û pisporê derûniyê civakî de. Em ji bo perwerdekirinê alîkariya dayikan dikin ji bo rûbirûbûn û derbaskirina şert û mercên civakî yên ku ev kom dikişîne, çi li bajarên hundirîn û çi jî li Cezayîrê giştî be. Ji ber ku em di civakek baviksalarî ya tevlîhev de dijîn, divê jina ku hatiye paşguhkirin an bi tena serê xwe nêrîna civakê û qalibê bi çavek cuda ku li wan dinêre derbas bike." 
"Me jinên ji 5 welatan di dewreyên perwerdê de gihandin hev"
Derbarê kar û projeyên komeleyê de jî Delîla Hoceyla ev agahî da: "Komeleya Amal û Karame hewl dide ku 50 jinên ji pênc dewletan amade bike û nêrînên wan bigirin. Ji her dewletekê me deh jin ji bo perwerdehiyê li dibistanên pejirandî yên taybet an jî yên netewî kom kirin, da ku karibin wan di warên cuda de bi hêz bikin û bi wê yekê re bawernameyên ku dê alîkariya wan ji bo projeyên aborî bike wek  vekirina baza kar bidestbixin.”