'Em ê xeyalên Diyala pêk bînin'

Rêvebera Hîlala Zêrîn a kantona Reqayê Semar El-Cuma behsa kesayeta şehîd Diyala Silêman kir û got: "Ji bo ax û rûmeta xwe ji êrîşên dagirkeriyê biparêze canê xwe feda kir. Ew bi îradeya xwe ya bi hêz û azad dihat nasîn."

Reqa – Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 23'ê Nîsanê de ragihand ku endama Hîlala Zêrîn Diyala Silêman dema ku beşdarî çalakiya nobetê ya parastina Bendava Tişrînê ji êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bûye, ji ber hilweşîna dîwarekî li Bendava Tişrînê jiyana xwe ji dest daye.

Şopek cuda li cîhana hunerê hişt

Diyala Silêman di sala 2006'an de li bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dayik bû li kantoan Reqayê di nava malbateke xwendekar a ji çar keç û du kuran pêk tê de mezin bû. Diyala Silêman di sala 2019'an de tevlî xebatên Hîlala Zêrîn bû, weke endameke damezrîner bû. Şopeke cuda li cîhana hunerê hişt û piştgirî da pêşxistina jêhatiyên hunerî yên jinên ciwan.

Canê xwe fedayî parastina rûmeta xwe kir

Diyala Silêman di gelek caran beşdarî nobedên li Bendava Tişrînê bû. Li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk weke sembola berxwedan û îsrarê sekna xwe nîşan da û destkeftiyên şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parast. Di encama hilweşîna yek ji dîwarên bendavê de, 23'ê Nîsanê jiyana xwe ji dest da.

'Ew xwedî îradeyek azad û bi hêz bû'

Rêvebera Navenda Hîlala Zêrîn Semar El-Cuma da zanîn ku Diyala Silêman ji endamên destpêkê yên damezerînerên Hîlala Zêrîn bû  got: "Ew ji bo hemû jinên ciwan modelek e û gelek kesan teşwîq kiriye ku bi tevlîbûna navenda me piştgirî bidin jêhatiyên xwe. Ew çalak bû, ji karê xwe hez dikir, dilsoz bû û bi hemû hêza xwe hewl dida mohra xwe li jiyana hunerî bide. Kesayeteke fedakar û nerm, geşbîn û bi aştî bû. Ew bi îradeya xwe ya bi hêz û azad, bi biryardarî û îsrar di bidestxistina destkeftî û armancan de dihat naskirin. Meraqa wê li ser perwerdeyê gelek bû. Her dem piştgirî, hêz û destek dida hevalên xwe ji bo xwe bi pêş bixin."

'Gelek caran tevlî çalakiya parastina Bendava Tişrînê bû'

Semar El-Cuma diyar kir ku xeyalên Diyala Silêman ew bûn ku di oxira şoreşa jinan de canê xwe feda bike û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Di her çalakiya nobetê ya parastina Bendava Tişrînê de Diyala beşdar dibû dixwest destkeftiyên şoreşa jinan biparêze. Wê ji me xatir xwest lê ew ê qet ji bîranînên me dernekeve. Ew her dem bi me re ye. Em soz didin Diyala, şehîda azadî û berxwedanê ku em ê li ser şopa wê, têkoşîna wê û motîvasyona ku wê ji me re hiştiye bimeşin heta bigihîjin armancên wê yên ji bo bidestxistina azadiya jinan."