“Em ê tola Fermanê bi perwerdê hilînin”

Di biniya TAJÊ de ji bo xwe rêxistinkirinê jinên Êzidî perwerdê weke hîmê bingehîn dibînin û li peyî hev dewreyên perwerdê vedikin. Niha jî dewreya perwerdê ya mamostayên jin vekirin. Mamastayên bejdarî perwerdê bûne dibêjin: “Bi xwe perwerde kirinê em ê bikarin civaka xwe jî perwerde bikin û bi vî şêweyî em ê Tola Fermanan hilînin.”

Şengal - Li Şengalê piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an û axa Êzidxanê ji destê Çeteyan hat rizgar kirin gelê Şengalê xwe rêxsitin kir û di kar û xebatên avakirina Şengalê de rol û misyona herî mezin ket ser milê jinên Êzidî. Jinên Êzidî ji bo ku bikare civaka xwe rêxsitin bike û di her qadên jiyanê de xwe bi rêbazên nûjen rêxistin bikin ji sala 2015’an heya niha bê navber xwe perwerde dikin. Yek jî lingê bingehîn ê xwe rêxstin kirinê perwerdeyên mehane yên ku di biniya Tevgera Azadiya Jinên Êzdî (TAJÊ) de dê dayine. Di perwerdeyên ji bo jinan tên dayîn de dersên danasîn baweriya Êzidîyatî, diroka jinên cihanê,  dîroka jinên Kurd, welatparêzî û gelek ders tên dîtin. Tevahî jinên di kar û xebatan de cih digirin ji van perwerdeyan sud digirin û jinên ji her temenî beşdarî van perwerdeyan dibin. 
“Ji bo me jinên Êzidî perwerde pêdiviyek sereke ye”
Mamosteya binavê Basime Qasim giringiya Perwerdeyê bi van gotinan anî ziman: “Em weke mamostayên Şengalê hatine perwerdeya fikrî dibînin, ji bo em bikaribin zarokên xwe baş perwerde bikin. Perwerde ji bo herkesê pêdiviyeke, divê tevahî jinên Êzîd perwerdê ji bo xwe weke pêdiviyek bibîne. Tenê bi xwe perwerde kirin û xwe rêxisrin kirinê emê bikarin civaka xwe rêxistin bikin”
“Pêşerojek ronî di perwerdê re derbas dibe”
Mamosta Şirîn Mîrza jî bang li tevahî gelê Şengalê yê li kampan kir ku vegerin ser warê xwe û wiha pêde cû: “Em dixazin gelê me yê kampan bi vegera xwe ya Şengalê re bersiv bide fermanê. Li Şengalê mayîn ji me re wê bi sutbe, ji ber ev der axa me ye. Em dixwazin her kes were xwe perwerde bike. Ji bo em pêşeroja xwe ronî bikin pêdiviya me ya sereke perwerde ye û divê hemû jin di ferqa vê de be, bê perwerde ne  gengaze em bikarin pêşerojek azad avabikin.”