“Em ê li hemberî ambargo û êrîşan li ber xwe bidin”

Jinên Şêrawa behsa zehmetiyên dijwar ên ji ber buhabûn û ambargoya ji aliyê Hikumeta Şamê ve li ser wan tê meşandin gotin: “Ji ber buhabûnê em kêm caran berê xwe dide sukê û hewl didin bi tiştên li mal heyî îdare bikin.”

ŞÊRÎN ELÎ

Şehba - Hikumeta Şamê di van demên dawiyê de ambargoya li dijî deh hezaran koçberên Efrînê yên li kamp û gundên girêdayî navçeya Şêrawa yê navbera Efrîna dagirkirî û Hikumeta Şamê ya bajarê Nibilê Başemilê, Gundê Mezin, Kilûtê, Zerneyîtê, Meyasê û Birc Qazê girantir kiriye. Hikumeta Şamê nahêle madeyên xwarinê, amûrên tenduristiyê û çandî, her wiha sotemeniyê derbasî gundên navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê bibin. Di encamê de pêdiviyên welatiyan ên rojane tune ne û gel rojên zehmet dijî. Buhayê tiştan 4 qat zêdetir bûye, girêdayî vê rewşê Rêveberiya Xweser hewl dide bi hemû derfetên xwe alîkarî bide welatiyên gundewarên navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê. Ji ber zêdebûna buha û ambargoya ku dibe sedem pêdiviyên gel derbasî herêmê nebin, rewşa gel her diçe zehmetir dibe. Jinên navçeya Şêrawa ya girêdayî kantona Efrînê, nêrînên xwe der barê buhabûn û derbasnekirina pêdiviyên jiyanê ji aliyê Hikumeta Şamê ve û êrîşên dewleta tirk a dagirker de anîn ziman û ji ajansa me re axivîn.

“Sebze li dîkanan xirab dibin û nayên firotin”

Leyle Elo 37 salî ye ji gundê Birc Qazê yê girêdayî navçeya Şêrawaya Efrînê, diyar dike ku ji ber buhabûn û derbasnekirina pêdiviyên jiyanê carna gel birçî radizê û wiha domand: “Em ji bajarê Nibilê yê di bin serweriya rejîma Baasê de, pêdiviyên dîkana xwe dikirin lê ew jî gelek tişt ji firoşkaran re buha dikin. Sebze xerab dibin û nayên firotin ji ber buhabûnê. Di mehên dawiyê de bihayê sebze, fêkî û sotemeniyê zêde kirine. Jiyana me gelek zehmet derbas dibe. Me dikanek biçûk ji bo debara malê vekiriye lê gel ji ber buhabûnê kêm berê xwe didin dîkanê. Ji bajarê Nibilê yê girêdayî hikumeta Şamê tişt bi buhayê zêde ji me re tên.”

“Em nikarin bi rehetî li ser erdên xwe tevbigerin”

Hesna Reşîd 52 salî ye ji gundê kîmarê yê girêdayî navçeya Şêrawaya girêdayî kantona Efrînê, bal kişand ser hatina cejna Remezanê û buhabûna tiştan bi cejnê re û ev tişt anî ziman: “Em nikarin çandiniyên xwe av bidin ji ber mazot gelek kêm û buha ye. Lawirên me ji ber birçîne şîr, penêr û mast pir kêm e. Em nikarin bi rehetî li ser erdên xwe tevbigerin. Daxwaza me ew e ku di demek nêz de Efrîn ji bin destên dagirkeran rizgar bibe û em jiyana bi aram û ewle weke berê bijîn.”

“Ruxmê ambargo û êrîşan jî em ê bi îsrar berxwedana xwe bidomînin”

Hevseroka komîna gundê Birc Qazê Necah Mihemed 46 salî ye ji gundê Birc Qazê yê girêdayî navçeya Şêrawa behsa zehmetiyên jiyanê yên ji ber ambargoyê di rewşa penaberiyê de kir û wiha got: “Di rewşa penaberiyê de em gelek astengiyan dijîn. Ruxmê ambargo û êrîşên bênavber ên dagirkeriya tirk em bi îsrar in berxwedaniya xwe bidomînin. Rêveberiya Xweser bi derfetên heyî hewl dide alîkariya gel bike. Ji bilî ambargo û zehmetiyên ku em dikşînin rojane dewleta tirk a dagirker êrîşî navçeya Şêrawa û gundewarên wê dike lê bila dewleta tirk a dagirker û hevkarên wê vê yekê baş bizanibin em tu carî dest ji mal û axa welatê xwe bernadin. Ruxmê êrîşên li ser şêniyên navçeya Şêrawa û gundewarên wê, em kar û xebatên xwe bi serbilindî berdewam dikin û kesek nikare li pêşiya karê me bibe bend. Piştî şerê Ukrayna û Rûsyayê bihayê sebze, mazot û pêdiviyên jiyanê zêde kirine. Di komîngehê de bi qasî ji destên me tê û derfetên heyî, em bi gelê xwe re dibin alîkar.”