‘Em ê ji nû ve gundên xwe ava bikin’
Jinên ku vegeriyan malên xwe yên li gundewarên bajarê Kobanê piştî vekişîna cîhadîstan dan zanîn ku çeteyan mal û milkên gel talan kirine û gotin: “Em ê ji nû ve gundên xwe ava bikin.”
SÎLVA ÎBRAHÎM
Kobanê – Şêniyên gundên Kobanê ku ji ber êrîşên çeteyan neçar mabûn ji gundên xwe derbikevin, piştî çend hefteyan vegeriyan malên xwe. Bajarê Kobanê yê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hefteyan di bin dorpêçê de ma û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam HTŞ’ê bi dehan gundan dagir kiribûn.
Şêniyên ku vegeriyan gundên xwe, bi dîmenên xirab re rûbirû man. Mal û dikanên wan hatine talankirin û hewl didin jiyana xwe di nava windahiyên mezin de ji nû ve ava bikin.
Di dema êrîşên leşkerî yên dawî li ser Kobanê çêbûn de, cîhadîst ketin nêzî 80 gundên li gundewarên Kobanê. Ajansa me bi wêne û dîmen asta binpêkirinên li dijî milkên sivîlan belge kir. Nivîsên ku ji hêla cîhadîstan ve li ser dîwarên xaniyên talankirî hatine nivîsandin delîlên eşkere yên binpêkirinên wan in.
‘Tiştên ku nedizîne jî şewitandine’
Yazî Îsmaîl ji gundê Xanik Avdo ye diyar kir ku ji ber êrîş dijwar bûn, malbata wê neçar maye bireve navenda bajêr, li wê derê 38 rojan li cem xizmên xwe man û wiha dibêje: “Di wê demê de, cîhadîst ketin gund û hemû tiştên di xanî û dikanan de, ji alavên elektrîk û kabloyan bigre heta têl û bataryayên UPS’ê, her tiştî dizîn. Tiştên ku nikaribûn bidizin jî şewitandin an jî wêran kirin. Heta dîwarên xaniyan jî qul kirin û kolandin.”
Dikaribûn hinek kiryaran belge bikin
Yazî Îsmaîl da diyarkirin ku dema vegeriyane gund, cîhadîst hê jî li wir bûne û got: "Me bi çavên xwe dît ku çawa eşyayên me ji malan didizîn û me belge kir. Hinek malbatan alîkariya me kirin û tiştên malê dan me heta ku em bikaribin bidomînin û ji nû ve malên xwe ava bikin.”
Xanî di rewşeke xirab de ne
Gulcîn Bozan ji gundê Mêl e, xaniyê wê jî hatiye talankirin û gelek tişt hatine dizîn, wiha behsa bûyerê dike: "Ji tirsa binpêkirinan, me bi hev re gund terikand û bi çar malbatên din re em çûn maleke navçeya Şîranê ya nêzî bajêr, 50 rojan li wir man. Piştî cîhadîst ji gund vekişiyan, me xaniyê xwe di rewşeke pir xirab de dît; wan her tişt dizîne, heta pencere û daran jî birine. Axurên me jî hilweşandine. Mala min keda 12 salan bû her tiştê tê de dizîne û wêran kirine. Ev hemû di şevek de winda bûn. Em vegeriyan rewşa xwe ya berê.”
Kiryarên wêrankirin û talankirinê didomînin
Çeteyên girêdayî cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam kabloyên înternetê dizîne, bîrên avê bi axê dagirtine û bi şikandina maseyan û destwerdana di kaxez û qeydên xwendekaran de zirar dane dibistanan. Tevî mezinbûna windahî û wêraniya ku li ser mal û milkên giştî û taybet çêbûye jî şêniyên gundewarên Kobanê hewldanên xwe yên ji bo ji nû ve avakirina malên xwe û parastina erdên xwe didomînin, bi hêviya ku ew ê bikaribin ji vê rewşê derbas bibin û ji nû ve dest pê bikin.