"Em bi rev ji nava Efrînê derketin "

Malbetên ku li Efrînê diman ji ber kiryarên dagirkeriya dewleta Tirk ji Efrînê derketin û berên xwe dan kantona Şehbayê Bakûr-Rojhilatê Sûriyeyê.

ŞÊRÎN ELÎ
Şehba- Beriya dewleta tirk a dagirker Efrîn dagir bike ew herêm bi ewle û aram bû, milet bi rihetî jiyana xwe didomand. Bi dagirkirina Efrînê ev aramî û ewlehî winda bû û êdî jiyana gel rojane di nav metirsînekê re derbas dibû. Ev nêzî 4 salan miletê Efrînê di nav dojehê de dijîn. Di 18'ê Adara 2018'an de gelek milet berê xwe dan herêmên bi ewle ta ku ji dagirkeriya dewleta tirk xilas bibin, lê ji ber derfetan hin malbet di Efrînê de jî man û mecbûr bûn jiyana xwe di bin dagirkeriyê de bidomînin. Li Efrînê gelên sivîl rû bi rû di bin êrîşan re derbas dibin. Asta tehmûlbûna kiryarên dewleta tirk nema loma hin malbet ji Efrînê derdikevin. 30 kes ji malbetekê û ji pêkhateyên Erebin ji Efrînê derketin û vegeriyan kantona Şehbayê. Ev malbet ji resenên kantona Şehba Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ne. Demê ku Efrîn di bin serweriya Rêveberiya Xweser de bû ev malbet koçberî Efrînê bûn û li wir jiyana xwe bi aramî derbas dikirin. Malbatên ku ji Efrînê derketine kiryarên ku li Efrînê dîtine bi me re parve kirin.
"Li Efrînê me jiyanek zor û zehmet derbas kir"
Aşîtî beriya her tiştekî ye lê ev tişt niha li Efrînê tune ye. Rexde Ismeîl Şêx 41 salî ye û du zarokên wê hene diyar kir ku: "Li bajaroka Efrînê beriya dagirkeiryê her tiştekê me hebû lê em a çeteyên ku li wir her tiştek ji me standin. Xwezî em beriya niha ji Efrînê derbiketana ji ber me gelek zextên biskolojî dîtin. Me gelek caran hewilda ji Efrînê derbikevin lê tirsa me ji çeteyan hebû. Li Efrînê em li taxa Eşrefiyê dijiyan. Me li ser xwedîkirina pez jiyana xwe didomand, lê çeteyên dewleta tirk a dagirker hemû rizqên me ji me standin. Hevjînê min îvarê hatin ji malê birin û kirin zîndanê heya 3 mehan li gel wan ma. Me gelek pere dan heya me ew ji destên çeteyan xilas kirin. Dema derket tendirustiya wî xirab bû û heya niha nexwaşe. Jiyana li wê derê êdî zor û zehmet e. Ez niha kêfxweş bûm ji ber ku em ji bin destê dagirkeriyê derketin û niha em dikarin jiyaneke bi rihetî bijîn. Xwezaya Efrînê talan û wêran kirin, di heman demê de darên Zeytonê qut dikin û dişewtînin. Banga min ji milet re heye ku niha venegerin Efrînê û derewên dewleta tirk a dagirker bawer nekin."
"Aşîtî û aramî niha li Efrînê winda bûye"
Dîbê Bekir 28 salî ye û 5 zarokên wê hene bal kişand ser kiryarên ku li Efrînê rastî sivîlan tê û ev tişt anî ziman: "Ez bang li kesên ku vedigerin Efrînê dikim ku bila venegerin ji ber Efrîn rû bi rû kiryar tê de tên jiyîn û jiyana milet li wê derê bûye dojeh, aramî û aşîtiya herêmê nemaye. Derketina me ji Efrînê 14 rojan ber xwe da heya em gihîştin Kantona Şehbayê, me bawer nedikirin ku em ji destê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê xilas bibin. Dewleta tirk û çeteyên wê bi rihetî li Efrînê kiryaran dimeşînin ji ber wê jî mirov nikare bi rihetiya xwe di nav Efrînê de bigere û derbikeve derveyî malê xwe. Em weke jin gelek ditirsîn ku derkevin derveyî malê ji ber çeteyên dewleta tirk û kiryarên wan. Aşîtî û aramî niha li Efrînê tune ye. Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê mirovên sivîl bi mayînên xwe hedef digirtin û jiyana xwe ji dest didan. Sivîlên ku li wê derê mane ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve dihatin revandin, kuştin û êşkence di derheqê wan de dihatin kirin. Di encamên kiryarên ku li Efrînê çêdibûn birayê hevjînê min bi mayînên çeteyan jiyana xwe ji dest da. Niha ji bin destê dewleta tirk a dagirker kes nikare jiyaneke serbixwe bijî."