Du efsaneyên gelêrî yên Kurdî: Pîra Kurdan û Gagiro
Hemîde Ehmed a 72 behsa efsaneya 'Pîra Kurdan' û ‘Gagiro’ kir ku heya roja me îro hatiye û got:”Li gor efsaneyê di 7 rojên pîra Kurdan ku dikevin dawiya meha Sibatê û serê meha Adarê de nabe ku koçer pezê xwe bibin zozanan.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Gelê Kurd di warê serpêhatî û efsaneyên hatine jiyîn de dewlemend e lê belê ji ber rewşên li welat, hemû destan û efsaneyên ku hatine jiyîn nehatine nivîsandin. Gelek serpêhatiyên ku îro bi dev û zimanê dapîr û bapîrên me tên vegotin, bi devkî hatine parastin. Her çiqas siyasetên ji bo înkarkirina gelê Kurd hebûn jî dayik dikaribûn wan serpêhatiyan di bîra xwe de veşêrin û heta roja îro bînin û bi nifşên nû re parve bikin.
Efsaneya gelêrî ya Kurdî Pîra Kurdan yek ji wan serpêhatiyan e ku îro û her sal em wê dijîn. Hemîde Ehmed a 72 salî ji taxa Şehîd Viyan a navçeya Til Temirê ye, ji ber temenê xwe yê mezin êdî gelek tiştan ji bîr dike lê belê ruxmî vê yekê jî bi çend hûrguliyan dikaribû efsaneyê ji xwîneran re vebêje.
'Efsaneya pîra kurmancan 7 rojan dirêj dike'
Hemîde Ehmed bi vegotina efsaneyê dest bi axaftina xwe kir û wiha got: "Tê gotin ku pîrek kurmancan hebûye, rojeke Sibatê li ber tava germ gîskê xwe biriye. Sibat ji Adarê re dibêje: Adarê, bide min sê rojên xedarê ez ê gîskê pîrê ji çiya bînim xwarê. Ji ber gîskê pîrê ji sermaya zêde hemû li ser çiya mirine. Serpêhatî wiha ye, ji ber wê jî heta sermaya pîra kurdan derbas nebûya nedibû ku em pezê xwe bibin û herin Çiyayê Kizwanan. Sermaya pîra kurmancan hefteyekê dirêj dikir, 4 rojên dawî yên Sibatê tevî 3 rojên destpêkê yên Adarê. Ger beriya wê em çûbûna wê ji ber sermaya zêde gîsk û pezê me dê bimiriyana û konên me ji ber baran û sermayê biketana û dilop bikirana. Ji ber wê jî piştî ku serma diqede pêwîst e koçer derkevin çol û çiyayan da ku gîskên wan ên dibirin ji sermayê nemirin. Gîsk jî piçûka bizinê ye."
'Piştî gagiro derbas dibû koçeran berê xwe didan çiyayan'
Hemîde Ehmed wiha behsa sermaya di Adarê de dike: "Ne tenê pîra kurmancan, sermayek bi navê gagiro jî heye, serpêhatiya wê jî dibêje ku hin malbatên ku ga ji bo barkirina mal û milkên xwe bi kar dianîn rojekê ew li çolê hiştin û sermayek zêde hat, malbatan nikaribûn herin gayên xwe bînin ji lewre ew ga li çolê hemû ji ber sermayê mirin. Hinek mirin û yên pir nexweş ketin jî gurandin. Ev gagiro jî di Adarê de ye pê re serma, baran û berf tê. Lê belê sermaya îro ne wekî ya salên wê demê ye. Ji ber wê piştî ku gagiro û pîra kurmancan diqediyan, bihar û avhewa xweş dibû, wê demê me dest bi koçeriya ber bi Çiyayê Kizwanan ve dikir. Temenê vê efsaneyê nizanim çiqas e lê belê gelekî kevnar e."
‘Rejîma Baasê li pêşiya koçeran zext û astengiyan derdixist’
Hemîde Ehmed astengî û zextên rejîma Baasê li ser koçeran bi bîr xist û wiha anî ziman: "Berê em li çol, zevî û li newalan ji bo çêrandina pezê xwe digeriyan, ji ber di wan salan de payîzxêr gelek bû, ne wekî niha bû. Di wan salan de rejîma Baasê nedihişt ku em li Çiyayê Kizwanan bi awayekî rehet koçeriyê bikin. Di salekê ji wan salan de rejîmê xwedîkirina pez qedexe kir, li ser dîtina her bizinekê 15 l.s, gîsk bi 10 l.s û karik jî 5 l.s ferz kiribû. Koçer newêribûn pezê xwe bi rehetî li nava zevî, erd, çol û beyaran biçêrînin, ger rejîmê bidîta hemû digirtin. Lewre li malan dihatin veşartin û xwedî dikirin. Ji ber wê jî di salên hişkesaliyê de rejîmê ji koçeran pere digirt tenê ji bo ku pez nemirin û li çiya li cihê xêr û bêrê biçêrin."
'Em ê Kurdîtiya xwe biparêzin çand û dîroka xwe ji kûr ve nas bikin'
Hemîde Ehmed bi lêv kir ku di oxira yekbûna Kurdistana wan a parçekirî de gelek bedel dane û wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Ji bo xatirê yekbûna Kurdistana me ku di navbera Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê parçekirî maye, gelek keç û xort têkoşiyan. Em nebînin û nejîn jî herî kêm divê zarokên me bibînin û me ji zilm û zexta dewletan xilas bikin. Ji bo naskirina dîrok û çanda xwe divê her jin di nava lêgerînê de be. Berî her tiştî divê em Kurdîtiya xwe biparêzin û bibin xwedî statu."