Dorpêça li ser Taîzê jiyana jin û zarokan dijwar dike

Gelê bajarê Taîz a Yemenê, bi taybetî jin û zarok, ji ber dorpêçê û nûbûna êrîşan bi encamên giran re rû bi rû dimînin. Herî kêm pêdiviyên jiyanê yên wek av û gazê bûne zehmetiyeke rojane.

Yemen – Li bajarê Taîza li başûrê rojavayê Yemenê, jin û zarok jî ji encamên binpêkirina agirbestê, nûvebûna êrîşan û tundkirina dorpêçê nehatin parastin. Ew di nava rewşeke jiyanê ya her ku diçe xirabtir dibe de dijîn.

Di vê rewşê de, peydakirina tenê silîndîreke gazê ya malê an jî dabînkirina hinek avê, piştî saetan li benda rawestana di rêzên dirêj de, bûye zehmetiyeke rojane ya ku barê giran dixe ser milên malbatan. Her wiha dema zarokan ji wan distîne û wan ji  zaroktiya asayî bêpar dihêle. Li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê, li Taîzê bilindbûna dawî ya leşkerî û pevçûnên piştî wê, bûne sedema zêdebûneke tund a bihayên madeyên bingehîn. Ji ber girtina rêyên ku diçin herêmên derdora bajêr, lêçûna van madeyan sê heta pênc qat zêde bûye. Ev bû sedem ku dabînkirina madeyên xwarinê yên pêwîst jî ji bo gelek malbatan bibe tiştekî derveyî hêza wan.

Dorpêça ku Hûsî li ser bajarê Taîzê ferz dikin, êşa bi sed hezaran kesan duqatîn zêde kiriye. Di vê navberê de, bihayên kelûpelên bingehîn heta pênc qat zêde bûne, rêyên ku diçin bajêr hîn girtî ne û hewldanên mirovî yên vekirina korîdoreke ewle ji bo gihandina alîkariyan venakin. Di heman demê de, ji herêmên şer li rojava û başûrê welêt pêla koçberiyê berfirehtir dibe.

Bandorên dorpêçê yên li ser jiyana rojane

Nûçegîhana malpera "Taîz Time" Rîm El-Esorî, got ku dorpêça li ser bajarê Taîzê tenê bi girtina rêyan an kêmbûna madeyên neftî sînordar nabe. Rîm diyar kir ku her wiha bandora wê dighîje hemû hûrgiliyên jiyana rojane ya gel û zehmetiyên wan ên  ji bo dabînkirina pêdiviyên bingehîn her ku diçe zêdetir dibin. Êdî êş û zehmetî bûye parçeyeke jiyana rojane ya her malbatê.

Rîm destnîşan kir ku gelek malbat êdî nikarin gaza malê peyda bikin û ev agahî dan: “Ji ber vê yekê, neçar dibin ku li pey daran herin û ji bo pijandina xwarinê amûrên din bi kar bînin. Ev jî di demekê de ye ku peydakirina sotemeniyê zehmet bûye û lêçûnên jiyanê zêde bûne. Ev şert û merc barê giran didin ser milên jinan, yên tevî ku derfetên wan pir kêm in, berpirsyariya rêvebirina karên malê û amadekirina xwarinê ji bo endamên malbatê hildigirin.”

Rîm destnîşan kir ku êş û zehmetî tenê bi krîza gazê sînordar nabe, her wiha dighîje zêdebûna lêçûnên veguhestinê, zehmetiya gihîştina nexweşxane û navendên tenduristiyê, her wiha zehmetiyên ku malbat di dabînkirina avê û kirîna pêdiviyên rojane de rû bi rû dimînin.

Wê piştrast kir ku bandorên dorpêçê hemû sektorên jiyanê digire, di nav de av, tenduristî, perwerde û veguhastin hene û wiha axaftina xwe domand: “Kêmbûna sotemeniyê tenê bandorê li tevgera welatiyan nake, di heman demê de bandorê li xizmetên bingehîn jî dike ku gel di jiyana xwe ya rojane de hewceyî wan e.”

Rîm El-Esorî bang kir ku êş û zehmetiyên gelê Taîzê ji cîhanê re bên ragihandin û xwest ku balê bikşînin ser şert û mercên mirovî yên giran ên ku ew tê de dijîn. Rîm wiha dewam kir: “Divê ev êş û zehmetî wekî rewşeke asayî ku gel pê re hatiye adetkirin neyên dîtin”

Rîm di dawiya axaftina xwe de got ku dorpêç tenê wateya girtina rêyan nake, her wiha bandora wê dighîje astengkirina jiyana rojane û paşxistina xewnên gel. Rîm got ku di vê rewşê de, malbat bêyî ku sûcdar bin, hemû barê van şert û mercan hildigrin.

‘Bandorên dorpêçê hemû temen digre’

Welatiya Taîzî Îxlas Emîn jî li ser berxwedana gelê Taîzê ya tevî şert û mercên jiyanê yên giran axivî. Îxlas destpêka axaftina xwe de ragihand ku bandorên dorpêçê hemû temen digre û wiha domand: “Ji zarokan heta kesên temenmezin, yên ku di peydakirina herî kêm pêdiviyên jiyanê de, bi taybetî gaz û avê, bi zehmetiyên her ku diçe zêdetir re rû bi rû dimînin.”

Wê behsa krîza gazê kir û diyar kir ku peydakirina wê li gorî berî şer, pir zehmet bûye. Îxlas Emîn jî li ser vê rewşê ev agahî dan: “Welatî neçar dibin ku saetan di rêzên dirêj de bisekinin, bi hêviya ku silîndîreke gazê bistînin. Lê dibe ku bêyî ku tiştek bistînin vegerin malên xwe. Ji ber ku mîqdara gazê ya heyî ne têrker e. Krîza avê jî bandoreke neyînî li ser jiyana zarokan kiriye. Zarok êdî demeke dirêj di rêzên bendewarî de derbas dikin da ku avê peyda bikin, li şûna ku lîstin û çalakiyên xwe yên rojane bikin. Ev yek wan ji beşek ji zaroktiya xwe bêpar dihêle û berpirsyariyên ji temenê wan mezintir, dide ser milên wan.”

Navendên tenduristiyê bi kêmbûna pêdiviyan re rû bi rû ne

Îxlas Emîn da zanîn ku bandorên dorpêçê tenê bi mal û sûkan sînordar nabin, her wiha digihîjin navendên tenduristiyê jî. Li van navendan, karkerên tenduristiyê di peydakirina oksîjenê û pêdiviyên bijîşkî de bi zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Her wiha kêmbûna av û dermanan jî êşa nexweşan zêde dike, bi taybetî yên ku pêdiviya wan bi lênihêrîn û dermankirina domdar heye. Wê diyar kir ku kêmbûna van pêdiviyan di demekê de ku nexweşxane pêdivî bi domandina gihandina alav û pêdiviyên bijîjkî û peydakirina sotemeniyê hene, da ku karibin xizmetên tenduristiyê pêşkêş bikin de, nexweş û karkerên tenduristiyê dixe ber astengiyên din.

‘Jin ji tunebûnê riyên çareseriyê diafrînin’

Îxlas her wiha diyar kir ku jin beşeke mezin a bandorên vê krîzê hildigrin, bi taybetî dema ku hin ji wan ji ber nebûna gazê ya malê neçar dibin ku ji bo pijandina xwarinê daran bi kar bînin. Ev yek jî dibe sedem ku rastî dûmanê bên û di amadekirina xwarinê ya bi awayên kevneşopî de di bin şert û mercên jiyanê yên her ku diçe dijwartir de, zehmetiyan bikşînin. Di dawiya axaftina xwe de, Îxlas Emîn daxwaza rakirina dorpêça li ser bajarê Taîz û bidawîkirina êş û zehmetiyên gelê wê kir. Wê bang li aliyên têkildar û biryardar kir ku berpirsyariyên xwe yên li hember sivîlan bi cih bînin û gavên cidî bavêjin da ku ev êş û zehmetî bi dawî bibin.