“Divê qanûn bi bandortir werin pêkanîn”

Li Êlihê Sevda Ergun a ku tevî biryara parastinê hebû, ji aliyê Devran Ergun ê ku di pêvajoya hevberdanê de bû rastî êrîşek hovane hat. Di encama operasyonên ku derbas kir de xwe li jiyanê girt.

 

MEDÎNE MAMEDOGLU/GULNUŞ ERGUL

Êlih- Li Tirkiyeyê her roja ku diçe bûyerên tundiya li ser jinan û qetilkirina wan zêde dibe. Li gorî daneyên Ajansa Nûçeyan a Jinnewsê, di meha Adarê de li Tirkiyeyê 26 jin hatin qetilkirin, 17 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Di 4'ê Nîsanê de li Êlihê Sevda Ergun (24) ji aliyê mêrê bi navê Devran Ergûn ê ku di pêvajoya hevberdanê de bû xwest bê qetilkirin. Sevda Ergun a ku 11 derbên kêrê ji cihên cuda yên dil û bedena xwe xwar, du car hat emeliyatkirin. Dema Devran Ergunê ku piştî bûyerê hat binçavkirin û şandin girtîgehê, Sevda Ergun diyar kir ku tevî biryara parastinê hebûye jî ew ji mirinê vegeriyaye û da zanîn ku ji bo jin neyên qetilkirin divê qanûnên heyî zêdetir bi bandor werin bicihanîn.

"Her tişt di nava saniyeyan de çêbû"

Sevda Ergun tiştên roja rastî êrîşê, qewimîn bi ajansa me re parve kir, diyar kir ku Devran Ergun ê ku ji bo zaroka xwe bîne malê, hat cem wê bi tena serê xwe hatiye ber mala wan. Sevda Ergun diyar kir ku Devran Ergun bi gotina "Ez naxwazim ev pêvajo wiha bibe, dev ji daxwazên xwe berde" xwestiye wê bi zorê bikşîne nava apartmanê û da zanîn ku piştî xwestiye kurê wê bîne bidê, Devran Ergun di nava saniyeyan de êrîşî wê kiriye.

Piştî du emeliyatên ku bi saetan domiyan xwe li jiyanê girt

Sevda Ergun diyar kir ku her tişt di demek pir kin de qewimî û got ku piştî emeliyata dil a vekirî ku 5 saetan berdewam kiriye bi ser xwe ve hatiye. Tedawiya Sevda Ergun a ji ber derbên ku xwarine nikare destê xwe ya rastê bi kar bîne didome. Sevda Ergun ku hefteyek e li nexweşxaneyê di bin kontrolê de ye, di vê pêvajoyê de tenê nîv saet zaroka xwe dît.

"Êrîş bi temamî hatibû plankirin”

Sevda Ergun serpêhatiyên xwe yên piştî êrîşê wiha parve kir: “Min derbeya kêrê ya pêşî ji dilê xwe girt. Operasyonên ku min derbas kir operasyonên pir giran bûn, kezeba min a reş perçe bûbû. Bi rastî ez bi awayekî mûcîze xilas bûm. Destê min ê rastê niha naxebite û pêvajoya tedawiya min didome. Ez dizanim bi vê halê xwe yê heyî di pêvajoya pêş de ez ê gelek zehmetiyan bikşînim û ez dixwazim ku ew tişt neyên paşguhkirin. Êrîşa hat kirin bi tevahî êrîşek plankirî bû. Ez bi hedefgirtina organên xwe yên jiyanî hatim birîndarkirin. Ez şikûr dikim ku piştî 11 birînên kêrê hê jî li ser piyên xwe me.”

"Divê qanûnan bînin asteke bi bandortir”

Sevda Ergun bi gotina "Ez hem li ser navê xwe hem jî li ser navê jinên din ên li welat daxwaz dikim ku zagon bên asteke bi bandortir û ferzker" bang li rayedaran kir û diyar kir ku bi pêkanîna qanûnan re hem dê jin neyên qetilkirin hem jî zarok bê dayik nemînin. Sevda Ergun bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Eger qanûn bên sepandin, em ê neçar nemînin van êşan bijîn. Hemû berxwedan û hewldana min ew e ku rabim ser piyan û bi zarokê xwe re jiyana xweş û bi aram bijîm. Ji bo ku ez vê jiyana xweş bijîm, divê ev kes cezayê ku heq dike bigre. Li pêşiya me riyeke pir dirêj heye. Ger aramî nebe jiyan jî nabe. Ez dixwazim jiyana me ya bi aram hebe û ji bo vê jî dixwazim edalet pêk were. Ez ji rayedaran daxwaz dikim li gorî tiştên hatine serê min û êrîşa li dijî min hatiye kirin, kiryar were cezakirin."