“Divê mexdûr di ferqê de bin ku ew bûne nêçîr û rastî zilmê hatine”

Gelek jinên ku ketine tora bazirganiyê, di ferqê de nîn in, nikarin vê yekê bizanibin ji ber ku sûcdar bi gelemperî kesek nêzî wan e, çi ji malbatê be, çi ji hawirdora kar û têkiliyan be, ev yek di bûyera zanîna hûrguliyan û têgihîştina mirov a xwe bi xwe re, bandora şokê mezintir dike.

ASMAA FATHÎ
Qahîre- Bandora derûnî ya axaftina li ser bazirganiya jinan, rewşek e sosret e. Gelo ev yek çawa dikare were kirin, ji ber ku mirov ne amûreke ku were kirîn û firotin û nabe ku mirov bibe amûra şîroveyên wiha tund. Lê belê civakê hin diyardeyên tal ku li çar aliyên cîhanê pêk tên û van kiryarên ku li ser mirovan tên ferzkirin, dibin sedem ku gelek kes wekî nêçîrê bikevin kemînî û mixabin rêjeya herî mezin a vê yekê jin in.
Di hevdîtina ajansa me bi pispora derûnî Neamat Alî re, em li hûrgiliyên aliyê derûnî yê bazirganiyê sekinîn û me xwest em pêkhatina sêgoşeya Troma ku mexdûr jî beşeke wê ye, nas bikin.
Çima têkildarî bazariganiya mirovan behsa jinan tê kirin?
Derûnînas Neamat Alî piştrast kir ku hilbijartina taybet a jinan ji bo projeya li dijî bazirganiyê bi wê ve girêdayî ye ku ew di cîhanê de herî hindik bûne. Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî ya li ser sûc û narkotîkê ku di sala 2020’an de hat weşandin, li 148 welatan li ser bazirganiyê lêkolîn kiriye diyar bûye ku ji sedî 49 li ser jinan û ji sedî 19 li ser keçan hatiye şopandin û ji ber vê yekê ew ketine kategoriya yên herî zêde bazirganî li ser wan tê kirin e.
Her wiha got ku jin li Misrê ji mêran zêdetir rastî cureyên tundûtûjiyê tên, tên biçûkxistin û îstîsmarkirin ku ev yek sedema projeya li dijî bazirganiyê ye. Her çendî sal di mexdûr re derbas bibin jî ew ne di ferqê de ye ku bûye nêçîra bazirganiyê.
Çima gelek jin haya wan ji bazirganiya mirovan tune ye?
Çend sedem hene, li gorî derûnînas Neamat Alî çend sedem hene ku dihêle jin nizanibin ew di nava tora bazirgan û îstîsmarê de ne. Di nav wan de sedemên ji ber rêbaza perwerdeyê û asta çandê û her wiha tundî bi xwe jî heye. Jin gelek caran nizane îstîsmar lê tê kirin. Loma jî ev rewş nahêle ku ew mafên xwe wek mirov bizanibe û di wê baweriyê de ye ku ew bi giranî berpirsiyar e ji tundûtûjî û zexta derûnî ya ku li ser wê tê kirin.
Êrîşkar gelek caran kesên ji nêzî malbatê ne
Derûnînas  Neamat Ali şîret li hemû jinan dike ku nehêlin îstîsmarkar wan ji navgînên piştevaniyê dûr bixe ji ber ku yekem tiştê sûcdar dike ev e ku mexdûra xwe ji navgînên wê yên potansiyel ên piştgiriyê veqetîne da ku ew êdî nikaribe têkiliyê dayne û alîkariyê ji bo derketina ji çerxa îstîsmarê bixwaze.
Gelo hemû jin hewceyî alîkariya derûnî ya pispor in?
Dema ku em behsa şîdet û bazirganiyê dikin, tê bîra me kî hewcedarê desteka derûnî ye û divê mirov di kîjan qonaxê de lê bigere? Nemaze piştî ku tundî li ser têkiliyan serdest dibe û bi milyonan jin li cîhanê rastî tundiyê hatin. Neamat Alî piştrast dike ku alîkariya derûnî ya pispor ji hemû jinan re ne hewce ye. Hin kes hene ku bêyî hewcedarî dikarin xwe rizgar bikin.  Mijar bi çend faktoran ve girêdayî ye, di nav de dema êrîş li diijî kesa rizgarkirî hat kirin û gelo kesek li kêleka wê bû ku piştgiriya wê bike yan na û her wiha awayê destdirêjiyê... Ji ber ku hin kes dikarin bêyî arîkariya bijîjkî ya pispor bijîn lewre ew pir baş dizanin riyên serkeftinê û derketina ji qeyranên xwe.
"Di warê derûnî de tiştê herî dijwar ew e ku mexdûr qanih bibe hatiye îstîsmarkirin" 
Rola xizmeta derûnî ew e ku jin ji sêgoşeya Tromayê derxe û rizgar bike da ku piştre li dijî xwe, zarokên xwe û civaka xwe nebe êrîşkar, ji ber ku bûyerên travmatîk bandorê çêdikin û dibin sedem ku kesên zirarê dîtine der barê rastiya xwe de bikevin nava ramanên cuda. Neamat Alî dibîne ku kesên ji bazirganiyê rizgar bûne xwe qels dibînin û baweriya xwe bi xwe û derdora xwe winda dikin mîna ku berçavkên reş dabin ber çavên xwe. Piraniya wan ji danûstendina bi kesên din re ditirsin û qedir nadin cîhana li dora wan û nirxên civakî.
Ew destnîşan dike ku di dirêjahiya xebata xwe ya 10 salan a li ser vê dosyayê de, wê zehmetiyek mezin di îqnakirina kesên rizgarbûyî de kişandiye lewre bi zorê wan îqna kiriye ku ew rastî zulmê tên.
Ji vir rizgarîbûn dest pê dike
Derûnînas Neamat Alî bawer dike ku gava yekem ji bo başbûnê ew e ku mexdûr bizanibin destdirêjî yan şîdeta ku li dijî wan tê kirin ne xwezayî ye û pêdivî bi destwerdana bizîşkî ya pispor heye û divê ew rewşê bi wî rengî qebûl neke. Wê teqez kir ku peydakirina alîkariya derûnî asta hişyariyê û destpêka vegerê ye. Li ser gavavêtina ji bo vegerandina hêzê û destpêkirina ji nû ve ber bi jiyana çêtir a bê tundî, zordarî, îstîsmar û bazirganiyê ve ye.
Li gorî derûnînas Neamat Alî, yek ji amûrên piştgiriya derûnî ya pispor, mijûlbûna bi ramanên neyînî yên ku mexdûr kontrol dikin re ye û vegera kesa rizgarbûyî ji jiyanê û karê wê re ye. Her wiha alîkariya wê ya ji bo rêgezên ewlehî û parastinê bizanibe û nehêle careke din wekî mexdûr bikeve sêgoşeya Trumayê.