“Divê hesap ji dewleta Tirk a dagirker bê pirsîn”
Endama Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrîn-Sûriyeyê Nayle Mehmûd behsa kiryarên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ji sala 2018’an ve tên pêkanîn kir û da zanîn pêwîst e êdî bêdengiya dewletên navneteweyî bê şikandin.
ŞÊRÎN ELÎ
Şehba - Di dîroka 18’ê Adara 2018’an de dewleta Tirk bi hevkariya komên çeteyên terorîst bi riya êrîşek bêhed, bêsînor û çekên qedexekirî Efrîn dagir kir. Piştî ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên bi navên cuda ve hat dagirkirin aramî û ewlehiya herêmê bi temamî hat binpêkirin. Ji sala 2018’an ve Efrîn rastî polîtîkayên kuştin û îmhayê tê, erdnigariya Efrînê tê talankirin û ev yek weke polîtîkayek rojane li ser Efrînê tê ferzkirin. Bi taybetî jin û gelên ku niha li Efrîna dagirkirî mane bi gelek hovîtî û kiyarên çeteyan re rû bi rû dîminin. Ji destpêka dagirkeriyê ve dewleta Tirk daran li navçe û gundewarên Efrînê qut dike û li bazarên Tirkiyeyê difiroşe. Bi vê yekê re erdîngarî, dîrok û çanda Efrînê bi destên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê tê firotin û tunekirin.
Li gorî bîlançoya belgekirina kiryarên çar salan ên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê di nav çar salên dawî de li Efrînê 8 hezar û 328 hezar kes hatine girtin, revandin, îşkencekirin û ji van 85 jin hatin kuştin, 6 jin dawî li jiyana xwe anîn, 70 jin rastî destdirêjî û îşkenceyê hatine. Bê gûman rêjeya tên dayîn, rêjeya ku bi derfetên kêm hatine bidestxistin û aşkerekirin e.
Li ser mijarên binpêkirinên mafên mirovî yê li Efrînê tê pêkanîn, encama polîtîkayên şerê taybet ên çar sal in li Efrînê bi awayekê pergalî tê meşandin, êriş û zextên ku bi taybetî li ser jinan tê meşandin, li hemberî êriş û kiryarên ku tên pêkanîn sekn û berxwedaniya jin û gelê Efrînê Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Neyla Mehmûd ji ajansa me re axifî.
“Li Efrînê hemû mafên jinan tên binpêkirin”
Nayle Mehmûd di destpêka gotinên xwe de diyar kir ku bi dagirkirina kantona Efrînê re heya roja me ya îro her dem ji aliyê çeteyan ve kiryar û tecawiz li dijî jinan heye û wiha domand: “Ji roja ku dewleta Tirk a dagirker Efrîn dagirkiriye ve aramî û ewlehiya herêmê hatiye binpêkirin. Di Efrînê de yên ku rastî kiryarên hov tên jin in ji ber ku beriya dagirkeriyê jin xwedî gelek maf û biryaran bûn û her wiha di gelek saziyan de jî xwedîcih bûn. Ji ber ve ji armanca çeteyên girêdayî dewleta Tirk şikandina îradeya jinên Kurd e. Kesên ku niha vedigerin Efrînê û li wir dijîn rastî gelek hovîtiyan tên. Beriya ku dewleta Tirk a dagirker û komçeteyên girêdayî wê Efrîn dagir bikin Efrîn cihê aramî, ewlehî û xwedî çand û dîrokeke kevnar bû. Li Efrînê ger malbatek keçên xwe radestî dijmin neke ew malbat rastî gelek hovîtiyên dijmin tên. Li Efrînê zewaca temena biçûk ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve pir zêde bûye. Heta niha jî bi taybetî jinên Kurd mafên jinan di Efrînê de tên binpêkirin. Gelek malbatên ku li Efrînê mane keçên xwe ji tirsa revandin û tecawizkirina komên çeteyan di temenê biçûk de dizewicînin.”
“Têvî eşkerekirina kiryarên hov ya li Efrînê jî cîhan bêdeng e”
Nayle Mehmûd balkişand ku kiryarên li Efrînê ji aliyê çeteyên bi navên cuda ve tên kirin û diyar ku wan piştî ku bîlançoya kiryaran belge dikirin ji Rêxistina Mafên Mirovan a Navneteweyî re dişandin û gotinên xwe wiha da berdewam kirin: “Pêwîst e Rêxistina Mafên Mirovan a Cîhanî xwedî li mafên jinan û zarokên li Efrînê derkevin. Ji roja dagirkirina kantona Efrînê ve heya niha bêdengiyek navneteweyî li seranserê dewletên cîhanê tê jiyîn. Kiryarên ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ve tên belgekirin em ji Dewletên Navneteweyî, rêxistinên hiqûqnas û mafên mirovan re rêdikin lê heta niha ji me tu encam negirt. Her çiqas dewletên navneteweyî li hemberî van kiryarên ku li Efrînê tên jiyîn bêdeng bimînin jî em li ser riya nirxên xwe yên hiqûqî û mirovî tu carî gav paşve navêjin û her kiryar û binpêkirinên li ser sivîlên li Efrînê tê kirin ji raya giştî re radigihînin.”
“Em di doza rizgarkirina Efrînê de bi îsrar in”
Nayle Mehmûd di dawiya gotinên xwe de bîlançoya kiryarên çar salan eşkere kir û wiha got: “Em ji hemû dewletên hiqûqnas û navneteweyî hêvî dikin ku destdirêjiya li dijî jinan, zextên psîklojîk, kiryar, îşkencekirin, talankirina xwezayê, zewaca keçên di temenê biçûk de û dest dayîna mal û milkên sivîlan ya ji aliyê komçeteyên bi navên cuda tê kirin bi çavên xwe bibînin û ji dewleta Tirk a dagirker hesab bipirsin. Li gorî bîlançoya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê ya çar salan 8 hezar û 328 hezar mirov hatin girtin, revandin, îşkencekirin û ji van 85 jin hatin kuştin, 6 jinan dawî li jiyana xwe anî, 70 jin rastî destdirêjî û îşkenceyê hat. Komîteya rastiyan bi riya hevpeyvînan ya ji jinên ku ji Efrînê derketine kiyarên li Efrînê tên kirin ragihand. Li kantona Şehbayê bi armanca ragihandina kiyarên li Efrînê, komxebatek hat lidarxistin. Armanca me ji komxebata 10’ê Gulanê ew bû ku em dengê jinên li Efrînê biragihînin seranserî cîhanê û ew jî zextê li ser dewleta Tirk bikin ku êdî dest ji kiryarên hov ên li dijî jinan berde. Yek ji erkên me yên sereke ew ku em kiryarên li Efrînê tên pêkanîn bi riya dîmen, wêne, belgekirin, axaftin û çalakiyan ji raya giştî re bi ragihînin.”