“Divê em hemû bi hev re di sala nû de li dijî tunditujiyê bisekinin”

Daneyên tundîtuyijiya beramberî jinan salane ber bi zêdebûnê ve diçe, ji ber wê rêxistinên jinan behsa sedemên herî berbiçav yên tunditujiya sala 2021’an dikin û dibêjin ku li gel hemû zehemtiyan jî saleke jin zêdetir şiyarbûne û di sala nû de banga wan a ji bo rabûna jinan li hemberî tundiyê heye.

Daneyên tundîtuyijiya beramberî jinan salane ber bi zêdebûnê ve diçe, ji ber wê rêxistinên jinan behsa sedemên herî berbiçav yên tunditujiya sala 2021’an dikin û dibêjin ku li gel hemû zehemtiyan jî saleke jin zêdetir şiyarbûne û di sala nû de banga wan a ji bo rabûna jinan li  hemberî tundiyê heye. 
TERZE TEHA
Hewlêr/Silêmanî - Sala 2021’an ji bo jinan salek tejî tundîtujî û êşbû. Di nava 10 mehên destpêka salê de 111 hezar û 777 buyerên tundtujiya beramberî jinan li herêma Kurdistanê hat tomarkirin. Çend buyerên kuştin, xwekuştin û zêdebûna destdirêjiya zayendî hatin tomarkirin. Rêxistinên jinan hertim hewil dan ku civakê di derbarê kêmkirina tunîyujiyê de hişiyar bikin, lê belê wek bi xwe jî behs dikin qeyran û rewşa siyasî berdewam bandorê li ser hebûna tunditujiyê dike. Hemwelatî ji ber nebûna xizmetgozariyê hertim westayî û deruniya wan ne arame. 
“Sedemê zêdebûna tundîtujiyê gelekin, yek ji wan sedemê aboriye”
Li gora rêxistinan sedemên zêdebûna tunditujiyê gelekin û cur bi cûrin parêzer û endama rêxistina Paw ya Hewlêr Amîne Mehmud da diyarkirin ku yek ji sedemên zêdebûna tundîtujiyê aboriye ku bandorek mezin li ser zêdebûna daneyên tunditujiyê heye û wiha got: “Di nava malê de ji ber bê pereyî aciziya xwe ji malbatê derdixin. Rewşa aborî gelek bandor li ser xelkê kiriye ku tundîtujî zêde bibe, xelk di nava malên xwe de bê pereye ji ber wê jî tunditujiyê beramberî hev dû bi kartînin. Nebûna xizmetgozarî, hişyarî û rewşenbirî û ronakbirî tundîtujî zêde kiriye. Ji bo kêmkirina tundîtujiyê divê hişyariya pêşîlêgirtina tunditujiyê û hişyariya yasayî bikin bernameyek û li navendên xendinê li gora temenê xwendevanan bidin û bixwînin. Weke pêwîstî ji divê rêxistin rolê xwe bileyîzin û çalakî di nava xelk û civakê de li darbixin.”
“Li derve û cihê kar jin ru bi ruyî tundîtujiya gotinî tên”
Parêzera Rêxistina Ême Gezeng Selam da zanîn ku rêxistina wan pêşî beşê butceyê li hikumeta Herêma Kurdistanê daniye, lê belê ev çend sale ji ber qeyrana darayî beşa butceyê rabûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêwîstiya rêxistinên navxeyî bi piştgiriya hikumet û rêxistinên cîhanî û navdewletî heye, heta zêdetir sedemê madî û manevî dikarin hîn baştir çalakî encam bidin. Rêxistin salane armanc û pirojeyên teybet yên xwe hene, di destpêka salê de pilanên xwe didanin ku bikarin wê salê kar li ser çî pilan û piroje bikin. Pêwîste sala 2022’an kar li ser tundîtujiya gotinî bikin, tundîtujî tenê di mal de nayê bi karanîn, li der ve, li cihê kar jin ru bi ru yê tundîtujiya gotinan tên.”
“Jin niha ew bawerî heye ku gilî bikin”
Hişyarbûna jinan yekem gave ji bo kêmkirina tunditujiyê û daxwazkirina mafê parêzer û endama rêxistina Xelk ji bo Geşepêdanê Nesrîn Emer bi bîr xist ku niha jin ji bo mafê xwe hişyar bûne û got: “Beşek ji sedemê zêdebûna daneyên tundîtujiyê ewe ku niha baweriya jinan heye û gilî dikin. Jin dizanin mafê wan çine, yasa dizanin û li dadgehê pirsa mafê xwe dikin. Niha jin hişyar bûne, ya ku beramberî wan tê kirin neheqiye û rêjeya tundîtujiyê zêde bûye.”
Parêzer Nesrîn wiha behsa pirsgirêkên jinan ên îsal di aliyê yasa de dike û dibêje: “Ew rotiniya di nava dadgehê de û gelek caran yekalî bûnên kesekê, bûye sedemê bêdengbûna kesan ku biçin cihê xwe. Divê beşek ji yasayan hemwarbikin herwiha beşek din a pirsgirêkan bicihnekirina yasayane. Jin hest bi nebûna piştgiriyê dikin ji ber wê hişyarkirina jinan ji nebûna tirsê di karê rê li girtina yasa weke xetimînekê dizanin. Divê jin ji gilîkirinê ne tirsin û bizanin ne bi tenê ne, yasa li pişta wane.”
“Sala 2021’an ji bo jinan salek tejî bû” 
Di sala 2021’an de gelek buyerên kuştin û xwekuştina jinan bûn mijarên sereke yên ragihandinê. Gelek jin bi awayên hovane û durî mirovahiyê hatin kuştin. Yek ji wan jî kuştina Zehra ya 21 salî bû ku cenazeyê wê li goristanek çolê hat ditîn. Xwekuştina xwendevanan bi çek li dibistanan û kuştina jinek fermanbera endama fermî ya hikumetê.
Di dawiya buyera salê de cenazeyê jinekê li goristanekê, kuştina serbazek payebilind ku girêdayî rêveberiya pêşîlêgirtina tunditujiya jinan û xizanî û xekuştin, eve jî girêdayî negirtina tewanbarane. Tundî li endama Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê Jîno Heme jî kirin. Sala 2021’an salek tejî êş û tirajediyên jinan bû, ji ber jin rojane tên kuştin, destdirêjî û cudahî li jinan dikin. Evane hemû karesatên mezinin ku jin ru bi ru dibin.
Ya herî giring ewe ku jin dilxweşin bi destkeftiyên jinên Kurd di nava vê salê de bi têkoşîn û hêza xwe bi dest xistine. Ji ber wê yekê weke pêwîst dizanin ku jin di nava desthilat û partiyan de mil bi milê jinên di nava rêxistinan û çalakvanan de kar û erkê giran bi dest bixin. Bi yekdeng û yek helwest li dijî tundîtujiyê bisekinin.
Ger jin bi yek dengî xwedî helwest bin, xwedî yek deng û yek rêz bin û li dijî hemû curê tundîtujî, destdirêjiyî û tewanên li beramberî jinan tê kirin bi sekinin, dikarin encamek baştir bi dest bixin û bandorekê çêkin.
Pêwîste hemû jinên di nava partiyan de ên mamosta, rewşenbîr û hunermend bi hizra jinan bi karin li hemberî karesatên jin pêre ru bi ru dimînin ên weke destdirêjî û tunditujiyê bi yek dengî bisekinin.