“Di warê ragihandinê de jin bi vîna xwe bi pêş ketin”

Di xebatên çapemeniyê de rojnamevanên Urdunê, bi vîna xwe dikaribûn nêrînên neyînî yên civakê ji nedîtîve werin. Ew di beşa ragihandinê de bi vîn û daxwaz bi pêş ketin û bandorê li ser siyaset û civakê çêkirin.

SURA AL-DOMOUR

Urdun- Rojnamevana jin û pêşkêşvana televîzyon û radyoya Urdunê Dama El-Kurdî ji ajansa me re ragihand ku jinên pispor ên medyayê li Urdunê dikaribûn nêrîna neyînî ya li ser karên xwe di beşa ragihandinê de derbas bikin. Nemaze kêşeyên ku rastî wan tên li hemberî wan welatên ku şer û pevçûn lê hene kêm in. Ev yek bû sedem ku jin di qada medyayê de hebûna xwe diyar bikin ku ev yek wekî ‘sedema serbilindiyê’ ye.

“Karê rojnamevaniyê li Urdunê li gorî welatên ku şer û pevçûn li wan hene bi aram e”

Dama El-Kurdî diyar kir ku cihêtiya Urdunê di aliyê ewlekariyê de ji ber aramiya siyasî rê da pisporên medyayê yên jin û peyamnêrên meydanî ku bêyî astengî û kêşeyên girîng xwe bigihîjînin devera bûyerê û da zanîn ku karê rojnamevaniyê li Urdunê bi giranî aram e li gorî rewşa nûçegihanên jin û rojnamevanên li welatên şer û pevçûnan ku rastî zexteke mezin tên di encama bûyerên giran de.

Dama El-Kurdî diyar kir ku rêjeya peyamnêrên jin di karê meydanî de ji mêran kêmtir e, di heman demê de beşdariya wan weke pêşkêşvan di kanalên radyo û televîzyonê de zêdetir e. Ji ber meyla hin jinan ji bo xebata li studyoyan ku ew yek weke cihê aram û qalibkirî tê binavkirin.

“Bila saziyên ragihandinê piştgiriyê bidin jinan”

Bi boneya 3 Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê, Dama El-Kurdî ji saziyên ragihandinê hêvî dike ku piştgiriya hewl û xebata jinan bikin ji bo bihêzkirina zêdetir jinan di astên rêveberî û serkirdayetî di saziyên ragihandinê de ku ne tenê xelatkirina keda wê di roja jinên cîhanê ve were sînordarkirin.

Dama El-Kurdî li ser nêrîna cihêkar a karê medyayê ku ji aliyê civakê ve li ser xwezaya karê meydanî tê hilberandin jî got ku pêwîstî bi beşdarbûna di dema çalakiyê de heye ku piştî derengiya rojê li ser kar bimîne yan jî rêwîtiya derve, ev yek jî wekî dijwariyek lêzêdekirî tê hesibandin ji ber nêrîna neyînî ya civakê.

Her wiha, Dama El-Kurdî li dijî nexweşiyên herî giran ên li ser mirovan, nexweşiya penceşêrê, şer kir û kêşeyên pîşeya "rojnamegeriyê" derbas kir. Ew ji bo jinên ku ji bo pêşketin û serfiraziyê tev digerin mînak e. Li hemberî astengiyên ku rê li ber pêşketina wê digirtin, rawestiya, biryar da û israr kir ku xewn û xeyalên xwe bidomîne da ku şopeke zelal di beşa medya û çapemeniyê de bihêle.

Li ser penceşêrê pirtûk nivîsand

Yek ji xalên girîng ên jiyana Dama El-Kurdî, weşandina pirtûka wê ya yekem a bi navê "Jina ku penceşêr têk bir" bû ku tê de ew dildar bû beşek ji ezmûna xwe ya kesane ya dema şerê bi penceşêrê re pêşkêş bike. Ji bo ku behsa aliyên bi êş ên di dema xwe de jiyaye bike lewre di pêvajoya nexweşiya wê de kesên ku mirovên herî nêzê wê bûn winda kir. Bi riya pirtûka xwe peyamek watedar da jinan ku nexweşî ne dawiya jiyanê ye, motîvasyon e ji bo pêşerojeke xweştir. Pirtûk ji aliyê Dar El-Ehram a çap û belavkirinê ve, li Qahîreyê hatiye çapkirin û niha li pirtûkxaneyan e û dixwaze di paşerojê de pirtûkê wergerîne Kurdî da ku hejmara herî zêde ya jinan jê sûdê bigrin.

Dama El-Kurdî dibe yek ji kesên ku di çend beşên girîng de çalak in, nemaze mafên jinan û hişyariya li dijî penceşêra pêsîrê û du sal li pey hev di vî warî de bi riya peyamên xwe yên medyayî di bernameya xwe de ji bo hişyarkirina li dijî penceşêrê û teşxîsa zû xelat girtiye.