“Di tevahiya salê de me hewl da em tundiya li hemberî jinên Cezayîrê ragihînin"

Der barê Komeleya Horiya ya Jinên Cezayîrî de seroka wê Atîqa Herîşan ji ajansa me re axivî û got: "Komeleya Horiya ya Jinên Cezayîrê yek ji komeleyên jinên Cezayîrê ye ku bi pirsgirêkên jinan, malbat û civakê re têkildar e. Di sala 2013'an de ji aliyê komek ji rêveberên jin ên ku di saziyên xwendekar ên berê de xwedî tecrubeyên komeleyê û xebatên xwe bûn ve, hat avakirin.”

Der barê Komeleya Horiya ya Jinên Cezayîrî de seroka wê Atîqa Herîşan ji ajansa me re axivî û got: "Komeleya Horiya ya Jinên Cezayîrê yek ji komeleyên jinên Cezayîrê ye ku bi pirsgirêkên jinan, malbat û civakê re têkildar e. Di sala 2013'an de ji aliyê komek ji rêveberên jin ên ku di saziyên xwendekar ên berê de xwedî tecrubeyên komeleyê û xebatên xwe bûn ve, hat avakirin."
RABIA XERÎS
Cezayîr- Di hewldaneke ji bo bilindkirina hişyariya gel ji bo rawestandina tundiya li ser jinan li Cezayîrê ku di van salên dawî de bi awayekî metirsîdar di civakê de belav bûye, Komeleya Horiya ya Jinên Cezayîrî (rêxistineke ne hukmî) li ser organîzekirina çapa pêncemîn a neteweyî kar kir ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan di bin dirûşma "Ew Ewle" ye. Her wiha ronî da ser qanûna malbatê ya Cezayîrê ku hin kêmasiyan di wê de nîşan bide da ku di warê mafên jinan de dadmend be. 
Wê her wiha got: "Komeleyê serperiştiya organîzekirina çapa pêncemîn a kampanyaya neteweyî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, "Ew Ewle" ye kir, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî ku îsal heta 10’ê Kanûnê berdewam kir.” 
Bi dirûşma "Tu ne bi tenê yî Horiya li te guhdarî dike” çalakî hatin lidarxistin"
Berdevka komeleyê diyar kir ku çapa îsal di bin dirûşma "Tu ne bi tenê yî, Horiya li te guhdarî dike" de hatiye lidarxistin, ji ber ku gelek semînerên meydanî ji bo hişyarkirina metirsiyên tundiya li ser jinan û bandora wê li ser aramiya malbat û civakê hatin organîzekirin. Her wiha sempozyûmeke navneteweyî ya virtual bi sernavê "Têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan di navbera rastî û hêviyê de" hat organîzekirin, bi beşdariya profesor û lêkolînerên hiqûqê yên ji welatên cuda yên wekî Filistîn, Sûriye, Tûnis, Tirkiye, Lîbya, Misir û çalakvanên ji welatên cuda. 
Atîqa Herîşan amaje bi wê yekê jî kir ku rojeke xwendinê jî bi hemahengî ligel Zanîngeha Başîr EL-Îbrahîmî, Fakulteya Hiqûq û Zanistên Siyasî li parêzgeha Borj Bou Arreridj (ku li rojhilatê Cezayîrê ye) di bin sernavê "Xetereya tundûtûjiya nav malê ya sêalî" di bin çavdêriya komek doktor û lêkolîneran de hat organîzekirin.
Di sala 2021'ê de, Komeleya Femînîst ronî da ser qanûna malbatê ya Cezayîrê ku vê dawiyê veguherî qonaxa nîqaşê. Atîqa Herîşan dibêje ku forumeke virtual ji bo têgihiştin, nîqaş û dewlemendkirina zagona malbatên Cezayîrê, bi beşdariya çend profesor û doktoran bi hemû pisporan re, hatiye destpêkirin. 
Di serî de serokê komeleyê amaje bi xalên 11 û 66 ên Qanûna Malbatê dike ku ya yekem li ser welayetiyên jin ên di warê zewacê de ye, ya duyemîn jî ew e ku dema bi kesek din re bizewice, zarokên wê jê tên girtin.
"Xala 11 a zagona malbatê ji bo jinan dadwer nîn e"
Xala 11'an a zagona Malbatê ya Cezayîrê wiha dibêje: "Jina têgihîştî bi amadebûna welî peymana zewacê dike, ji ber ku bijarteka wê heye ku welî hilbijêre, çi bav, çi ji xizmên xwe û çi her kesê ku ew bi xwe hildibijêre.”
Di xala 66'an a heman qanûnê de hatiye destnîşankirin ku di dema zewaca dayikê de, danîngeh ji dê tê girtin û di dema ku bav ji nû ve bizewice de jî ji bav re tê dayîn. Seroka Komeleya Horiya ji bo Jinên Cezayîrê dibîne ku ev ne dadwer e. 
Atîqa Herîşan destnîşan kir ku komeleyê di hilbijartinên parlamentoyê yên Hezîrana borî de jî amadebûna xwe tomar kir. Semînerek danişînê di bin navê "Jina parlamentoyî û dozên jinan" de hat organîzekirin û di semînerê de beşdarbûna mamoste û nûnerên hilbijartî yên herêmî hat tomarkirin û bal kişand ser girîngiya beşdariya jinan di karên siyasî û astengiyan de.
"Komeleyê pêngavek niştimanî da destpêkirin"
Wê diyar kir ku di dema hilbijartinên parlamentoyê de, komeleyê hemleyek niştimanî di bin dirûşma "Tiliya min derfeta min e" ji bo teşwîqkirina jinan bo dengdanê dest pê kir û çend çalakiyên meydanî û dîjîtal li seranserê şaxên cuda yên dewletê pêk anîn.
Bi boneya "Cotmeha Pembe" Atîqa Herîşan dibêje ku komeleya wê bi boneya meha pembe ji bo mehekê kampanyayeke niştimanî li dar xistiye û tê de Komeleya Horiya hebûna xwe li hemû ofîsên wê tomar kiriye, bi amadebûneke bi hêz, cihêreng û medyayî ku bi helkefta meha pembe dest pê kir, di bin dirûşma "Muayeneya te niha tê wateya ewlehiyê." Vê yekê di nav civakê de bertekek mezin çêkir, ji ber ku tê de serdanên nexweşxaneyan û organîzekirina rojên muayeneya zû jî hebûn ku bijîjk û pisporên jin pê rabûn.