Di temenê xwe ya 5 salî de bû şahida qetilkirina 5 hezar mirovan

Rengîn Selam Mehmûd a 5 salî ji jenosayda Helepçe xelasbûye diyar kir ku rastiya komkûjiya Helepçe, bi awayek herî zelal kurte dîroka polîtîqayên îmhaya li ser gelê Kurd tê meşandin pênase dike.

BÊRÎTAN ZINAR

Helepçe - Di pêvajoya şerê di navbera Îran û Iraqê de, dema ku êdî rewşa şer digihe merheleyekî û di encama şer de rewşa Iraqê pir xirab dibe komkûjiya Helebçe pêk tê. Weke her carê car din qada şerê di navbera netew-dewletên heremê de axa Kurdistanê ye. Dema dîrok 16’ê Adara 1988’an nîşan dide bi fermana serokê Iraqê yê wê demê Saddam Huseyîn bi gazên jehrî komkûjî li ser Helepçe pêkanîn. Di encama komkûjiyê de 5 hezar zêdetir Kurd ji ber gazên jehrî jiyana xwe ji dest dide, bi deh hezaran birîndar dibin û ji ber gazên jehrî nexweşiyên cûr be cûr xwe nîşan didin. Komkûjiya Helepçe ya ku weke ‘Hîroşîmaya Rojhilata Navîn’ tê binvakirin, di dîroka gelê Kurd de êş û birîneke pir mezin e ku êşa vê komkûjiyê piştî 33 salan jî hêj zindî ye. Yek ji şahidên komkûjiya Helepçe ku di pêvajoya jeno de 5 salî ye Rengîn Selam Mehmûd ji ajansa me re axifî û wan kêliyên ku bi çavên xwe yê zarokatiyê şahidiya wê kiriye vegot.

“Heya ku mezin bûm min nizanîbû kîmya çi ye”

Rengîn Selam Mehmûd wiha qala wan pêvajoyan dike; “Dema Helebçe hate bombekirin 5 salî bûm. Ji wê rojê gelek tiştên nexweş di hişê min de maye. Dema biryar hate girtin ku hemû kes Helebçe bihêle û derkeve mala me li komelgey Eneb bû, malbata me ber bi gundê Hawer çûn û bi lingan derbas bûn. Piranî tiştên nexweş li hişê min mane. Nimûne; zarokî nikarî bimeşî kes bi hewara te nayê û ya ji hemûyan nexweştir jî nizanî ji bo çi diçî jî. Nizanî ev çi rewşe li nav dijî. Dayika min ji min re got, ‘dema nû hatî dinê jî Helebçe hate bombekirin,’ malbat diçe gundê Ebabeyl. Gundê Ebabeyl yek ji wan gundan e ku her dema Helebçe tê bombekirin, hemû kes berê xwe didin wî gundî. Dayika min got carekê min te li wî gundî li ser gorekê hişt, piştî demekê hate bîra min ku min te ji bîr kiriye. Ev rojek bû jiyana me ya li helebçe. Mirov hemû ketibûn derdê ruhê xwe. Li cihekê ku av hebû, ji bo pîr û zarok derbas bikin, hemû li ser pişt û milan hatin rizgarkirin. Çend kes bûn ku em rizgar kirin. Wê demê girîngiyek zor didan paçê şil, dîsa reşû û mast. Ev hersê berhem hemû ji bo rizgarbûna ji kîmyayê bû. Min nezanî kîmya çiye heta mezin bûm.”

“Rûxmê vê rewşa giran jî welatiyan agirê Newrozê vêxistibûn”

Rengîn Selam anî ziman ku di wan pêvajoyan de rûxmê êşên mezin jî gel welatiyan agirê Newrozê vêdixist û domand: “Carek wisa tê bîra min em çû şêxan milê Îranê. Tevî rewşek wisa nexweş jî xelkê agirê newrozê vêkiribûn. Em revîbûn welateke din, lê li wir agirê Newrozê ku sembola nûjiyanê ye hebû. Agirê newrozê hebû, lê nayê bîra min, me xwe ji bo wê amadekiribû an na. Em çûn Îranê li wargeha Sûnxur bicih bûn, li wir jî gelek tişt hatin serê me. Pirsgirêkên avê û xwarinê hebûn. Ji ber ku ev tişt bi serê gelê me hatiye, li kîjan welat û devera cîhanê tiştek rû bide, dizane ku bandorê li wan dike û amadekariyên xwe dikin. Her malbatek birîndarek ji kîmyebaranê hebûn. Dema em çûn komelgeha Sûnxûr xelkê em pêşwazî kirin, xwarin û çay dan me. Ji bo her malbatekê konek hate dayîn û li bin konan bicih bûn. Kimyayê bandorek pir mezin li ser bapîrê min kiribû, tim daxwaza alîkariyê dikir û tiştên sar dixwest. Sala 1989’an ji ber bomberdûmanê em çûn Silêmanî, li wir rehmet kir. Tiştek dî balkêş hebû ku em zarok ticar fêrî wê yekê nebûbûn bi qelebalixî hemû li cihekê xwe bişûn, dayika min tim lezûbez dikir em dişûştin ji bo zû vegerin wargehê. Tim liv û tevgerek hebû bikarin ji bo me xwarinê peyda bikin. Me nedikarî pêwîstiyên xwe dabîn bikin. Sala 1989’an em ji bo demeke kin çun Silêmanî. Ji bo veguhêzin kampeke nû. Em demekê li bajarê Erbatê man, piştre li Helepçe ya nû bicih bûn, piştî wê salên 90’î dema gel vegeriyan Helepçeyê cihê ku em jê revîbûn. Her kes kêfxweşbû ku vegere nava mala xwe. Me ji sifrê dest bi jiyanê kir, heta sala 1991’ê. Sala 1991’ê dîsa me cihê xwe hişt û dîsa vegeriyan.”

Di salên cûda de cardin êriş çêdibin

Rengîn Selam da xuyakirin ku di salên cûda de jî êrişên li ser heremê berdewam kirine û wiha wiha berdewam kir: “Nayê bîra min di wê pêvajoyê de me lîstibe, heta salên 90’î me qet weke zarokan nekarî bilîzin. A rastî pêlîstokên me nebûn. Niha dema weke kesekê mezin li vî sûcî û asta wê ya mezin dinêrî û fam dikî, wê demê ji bo me zarokan bomberdûmanek bû gelek kes bûn qûrbanî û derbas bû; lê niha baştir felaket û rewşa qewimî fam dikî. Ruhê yek mirovî pir bi qîmete, heta bigihê 5 hezar û 10 hezar mirov. Beşek mezin ê birîndaran hê bê dermanin. Êşa Helepçe bi tu êşên din re nayê beramberkirin. Jenosîd li hember Helepçe hat kirin. Sûceke herî mezin sala 1988’ê hate kirin. Sala 1974 Helepçe tê bombekirin, 1987’an dîsa li taxa kanîeşkan teqînek mezin tê kirin û gelek kes dibin qûrbanî. 1988’an jî bi heman rengî sûcên mirovî hatin kirin. Ev sûcên der mirovî me nekariye bidin nasîn û heta di bernameyên perwerdê de jî pir kêm li ser vê mijarê tê sekinîn. Weke welatên din me nekariye vê rewşê bidin nîşandan û ders jê derxin. Berovajî bûye semdemê bûyerên cudatir.”

“63 gorên komî hene, lê tenê 39 ji wan tên nîşandan”

Rengîn Selam destnîşan kir ku rûxmê êşên gel jiyaye jî ji aliyê desthilata heremê ve girîngî ji vê mijarê re nayê dayîn û wiha dom kir: “Tevî ewqas tişt bi serê vî bajarî û gelê wê hat, lê îro em dibînin tişta pêwîst û layîqî vî bajarî nehatiye kirin. Hê jî salonek nîne ku 34 saliya bomberdûmana şehîdên Helepçe bibîr bîne. Bêedaletiyek mezin heye. Hê çareseriyek ji bo birîndaran nehatiye peydakirin. Hê dermankirina wan mane, gel ji bajar koç dike. Bi hezaran keç û xortên vî bajarî yên zanîngeh temam kirine, bê kar in. Ev wisa dike ku mirov tim li kîmyebarana Helepçe bimîne. Ev dikare zû çareser bibe. Hikûmetê dikarî di vê pêvajoya 34 salan de sozên di bîranînên Helepçe de dide, her sal yek pêk bianîba. Niha 34 projeyên baş ji bo vî gelî hatibû çêkirin û pêkanîn. Lê mixabin tiştek nehatiye kirin. Eger ez zarokek bûm ku ber vê yekê ketim, eger xizmetek baş bihata kirin, me wê êş û azarên kîmyebaranê bîr bikira, ji ber ku nehatiye kirin, êş jî dewam in. Ti xizmetek nehatiye kirin ku dilê mirov xweş bike. Li gorî zanyariyên dawî 63 gorên komî li nava Helepçe hene. Lê Wezareta Şehîdan 39 gorên komî qeyd kiriye. Sîstemek bê danîn ku li Helepçe û derdorî wê her kes bizane gorên komî li kuderê ne. Dibe ji bo gelek kesan ti qîmetê gorên komî nebe, lê ev dîroke, nabe ji nedîtî ve bê. Eger desthilat girîngî bi vê mijarê nede, divê xelkê Helepçe û hemû Kurdên qûrbanî dane xwedî li vê mijarê derkevin.”

“Divê em hestê netewî li nava her ferdekî Kurd de bidin çêkirin”

Rengîn Selam Mehmûd bal kişand ser wê yekê ku derbaskirina êşên hatine jiyîn pêwistî bi hestê netewî heye û wiha pêde çu: “Bê nirxkirina her tiştî kiriye ku hestê netewî û yekrêziya Kurd nava ferdên Kurd de zeîf bibe û nemîne. Salên 90’î dema bîranînek ji bo qûrbaniyên Helepçe li deştekê dihat kirin, girseyek pir qelebalix dihatin û li dorî bîranînê kom dibûn û tevlî dibûn. Wê demê hestekî taybet ji bo Helepçe hebû. Welatî ji sibehê heta êvarî li Şehîdgeha Helepçe diman. Niha mixabin ne şehîdên me hene ku gel lê kom bibe, ne jî hêvî hiştin ku bîranînên van şehîdan xurt bihêlin. Xelkê Helepçe bi xwe 16’ê mehê li nava bajar namînin û dibêjin ez nikarim bêm guh bidim du rayedaran baxivin û piştre xwedî li gotinên xwe dernekevin. Ewqas soz hatindayîn yek bi cih nehat, ev jî kir ku ne hêvî û ne jî baweriya gel bimîne. Piranî xelkê Helepçe naçin ji bo çalakiyên 16’ê Adarê. Ev jî bi zanabûn bi destê hinekan tê kirin. Hikûmet wisa dike ku qîmetek baş ji bo van bîranînan neyê dayîn. Bîranîna Helepçe, li Şengal û Rojava heye. Desthilatê ti hêvî nehiştiye ku ev bîranîn bên kirin û nirx pê bê dayîn. Yên van bîranîna jî dikin xwecihiyên resen û derdorî wê ne, bi xwe dikin. Niha nifşek pir bê bawer û hêvî heye. Hemû mijarên netewî hiştiye li hêviya hikûmet û projeyên hikûmetê. Me nekariye van sûcan bikin destpêka gavek ku ji bo civaka Kurd sûdek jê bigire û ders jê derxînin. Kurdan bi vê bidîn nasîn û pêş ve bibin. Ne tenê enfala Helepçe, ya Germiyan û Barzan jî heye. Li hemberî van sûcên li ser gelê Kurd me kariye çi bikin. Divê em hestê netewî li nava her ferdekî Kurd de bidin çêkirin. Divê vê gavê jî ji perwerdeya yekem a zarokan destpê bikin, li baxçeyê zarokan destpê bikin. Ev jî kareke girane divê yek destî û yekgirtî kar bikin. Hestê netewî li nava zarokên Kurd çêbikin.”

“Divê destek hebe ku Helebçe ji nû de ava bike”

Rengîn Selam Mehmûd bi bîrxist ku çawa ji bo komkûjiyê hemû hêzên cîhanê û dijminên Kurdan bûbin yek pêwistî pê heye ku ji bo avakirina Helepçe jî destek hevpar hebe û axiftina xwe wiha bidawî kir: “Gotinek heye dibêje; ‘Helepçe Kurd bi cîhanê da nasîn’ lê ya ji bo min nexweş û pê dilgiranim ew e ku cîhanê ji bo Helepçe çi kir? Çawa hewil dan ku Helepçe tûne bikin. Divê destek hebe ku helepçe ji nû ve ava bike.”