Di stargehên koçberiyê de ezmûna jinên ducanî dijwar û aloztir dibe

Di nav stargehên koçberiyê yên li Lubnanê de, jinên ducanî bi kêmbûna giran a lênêrîna tenduristiyê û şert û mercên jiyanê re rû bi rû dimînin. Ev ewlehiya wan tehdît dike û pirsgirêkên mirovî zêde dike.

FADIYA CUMA

Lubnan – Her ku êrîş belav dibin û berdewam dikin û pêlên koçberiyê zêde dibin, gelek çîrokên koçberî û fikaran li stargehên koçberiyê yên li Lubnanê kom dibin. Lê çîrokên êşa jinên ducanî ji ber kûrbûna krîzê yên herî xeternak dimînin. Di navbera tirsa zarok û çavkaniyên sînordarkirî de, rêwîtiya ducaniyê vediguhere ceribandin û ezmûneke rojane ya jiyanê.

Di nav êrîş û koçberiyê de, bi hezaran jinên ducanî xwe bi du gefan re rû bi rû dibînin: ji aliyekî ve xeteriya bombebaranê û ji aliyê din ve nebûna lênêrîna tenduristiyê ya têrker. Niha nêzîkî 14 hezar jinên ducanî yên koçber di bin zexteke mirovî ya giran de dijîn ku jiyana wan û zarokên wan ên nû jidayîkbûyî tehdît dike.

Hezar û 300 koçber li stargehek koçberî dimînin

Endama Koordînasyona Parastina Qanûnî li Yekîtiya Komeleyên Pêşvebirin û Alîkariyê Melîka El-Helebî, ji hundirê yek ji stargehên koçberiyê yên li Seyda wek tîmên alîkariyê ji roja yekem a destpêkirina êrîşan ve li wir in e. Melîka, diyar kir ku navend nêzî hezar û 300 kesên ji başûrê Lubnanê koçber bûne wergirtine û ev agahî dan: “Di nav wan de hejmareke mezin ji zarok, jin û kal û pîran e, her wiha jinên ducanî yên ku hewceyî lênêrîna taybet in jî di wê navendê de dimînin.” Melîka El-Helebî destnîşan kir ku hevahengî bi rêxistinên tenduristî û mirovî re tê kirin da ku di van şert û mercên dijwar de lênêrîna pêwîst ji jinên ducanî re were peydakirin.

‘Bala min zêdetir li ser jinên ducanî ye’

Melîka El-Helebî diyar kir ku ezmûna wê ya di xebata xwebexş de di şerên berê û yên niha de wê bêtir ji êşa jinên ducanî haydar kiriye û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Rola min ne tenê bi dabînkirina alîkariyên bingehîn ên wekî xwarin û dermanan ve sînordar e. Her wiha hişyariya qanûnî jî dihewîne, nemaze ji ber ku qanûnên navneteweyî û mirovî, di nav de Peymanên Cenevreyê, di dema şerên çekdarî de parastina taybet ji bo jinên ducanî destnîşan dikin.”

‘Em li ser jiyana jinan di rewşa şer de bi fikar in’

Melîka El-Helebî li dijî berdewamiya hedefgiritna sivîlan a di demên şer de hişyarî da û wiha got: “Her çend ew ne armancên leşkerî bin jî, sivîl tên hedefgirtin. Di demên dawî de bûyerên ku rû dan, jinên ducanî di nav de bûn.  Em derbarê xirabûna rewşa mirovî ya ji ber dirêjbûna şer an jî rawestandina alîkariyan de gelek bi fikar in. Ji ber ku ev dikare bibe sedema senaryoyên xeternak ku bandorê li jiyana jinan dikin, nemaze ji ber nebûna lênêrîna tenduristî.”

Melîka El-Helebî tekezî bi rola komeleyan a di mîsogerkirina asta herî kêm a parastin û piştgiriyê di nav stargehan de û di xebata li gorî biryarên NY yên têkildarî jin, aştî û ewlehiyê de kir û di dawiyê de got ku pêwistî bi xurtkirina parastina jinan di dema pevçûnan de heye.

Ezmûneke dijwar û aloz

Emîra Beşîr, jineke koçber û heft mehî ducanî ye. Emîra, ji hundirê stargehê êş û azarên xwe yên rojane vedibêje. Emîra destnîşan kir ku her çend ew hin alîkarî werdigre jî, sînordar dimîne û ji bo dabînkirina pêdiviyên wê wekî jineke ducanî an jî pêdiviyên malbata wê ne bes û têrker in.

Emîra Beşîr diyar kir ku ji ber şert û mercên dijwar ên jiyanê, ew neçar e ku tenê li ser du doşekan di nav navendê de razên, ji aliyê darayî ve jî nikare muayeneyên bijîşkî yên pêwîst bike. Emîra bal kişand ser zexta psîkolojîk ku ew pê re rû bir û dimînin, her wiha êşa fîzîkî ya berdewam ku lê rast tê ku ev yek ezmûna ducaniyê di nav koçberiyê de girantir û aloztir dike.

Her ku êrîş berdewam dikin, parastina jinên ducanî ne tenê bi rêya alîkariyê, di heman demê de bi rawestandina hedefgirtina sivîlan û mîsogerkirina sepandina qanûnên navneteweyî yên ku mafê wan ê jiyan û lênêrîna bi rûmet garantî dikin, wekî pêşîniyek mirovî ya lezgîn dimîne.