Di siya şer û zextê de li Îranê Roja Hevgirtina bi Girtiyên Siyasî re
Li Îranê 20’ê Hezîranê ku bi armanca desteka bi girtiyên siyasî re wek Roja Cîhanî ya Hevgirtina bi Girtiyên Siyasî re hatî îlankirin, îsal di siya zêdebûna zext, darvekirinên zêde û fikarên li ser rewşa bi hezaran girtiyên siyasî de tê pêşwazîkirin.
ŞÎLAN SEQIZÎ
Navenda Nûçeyan –20’ê Hezîranê, di salnameya têkoşîna mafên mirovan li Îranê de ne tenê ‘rojek bîranînê’, di heman demê de roja hişyariyê ye jî. Armanca vê rojê ew e ku girtiyên siyasî ji tariya qestî ya Komara Îslamî ya Îranê dixwaze wan tê de bigre - ango nediyarî bênavbûn, bêparastin û bêdengkirinê rizgar bike.
Di sala 2010’an de ev roj hate îlankirinKampanyaya ‘Azadî ji bo Girtiyên Siyasî li Îranê’ di sala 2010’an de vê rojê wek Roja Cîhanî ya Hevgirtinê bi Girtiyên Siyasî yên li Îranê re îlan kir. Ji sala 2011’an û pê ve, bi rêya bangên li rêxistinên mafên mirovan, sendîkayên karker û kesên eleqedar, ev roj veguherand rojek çalakiya gerdûnî. Di heman salê de, li 50 bajarên cîhanê xwepêşandan û çalakiyên hevgirtinê yên cûrbecûr hatin lidarxistin. Di vegotina kampanyayê de û di nav beşek ji muxalefeta Komara Îslamî ya Îranê de, 20’ê Hezîranê bi 20’ê Hezîrana 1981’an ve jî tê girêdan. Ev dîrok wek destpêka berxwedana seranserî welat li dijî polîtîkayên tepeserkirinê yên komarê tê hesibandin û wek ‘Roja Şehîd û Girtiyên Siyasî’ tê bîranîn. Ji destpêkê ve, wateya vê rojê eşkere bû: ne tenê nîşandana ‘hevgirtina’ bi girtiyên siyasî re bû, di heman demê de avakirina eniyek navneteweyî li dijî darvekirin, îşkence, girtinên bi hinceta ewlehiyê û tasfiekirinên siyasî bû.
‘Divê piştevaniya malbatên girtiyan bê kirin’
Di sala 2020’an de, bi wesîleya salvegera 10’emîn a vê rojê, kampanyayê diyar kir ku divê li çar aliyê dinyayê piştgiriya malbatên girtiyên siyasî bên kirin û bibin dengê wan. Banga rêxistinkirina çalakiyên cûrbecûr bi onlîne û li qadê kir. Di nameyek ku di sala 2023’yan de hatî weşandin, bi hezaran jin, mêr û zarokên ku di pêla tepeserkirinên piştî xwepêşandanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibûn girtin bi bîr anî û diyar kir ku ‘zêdeyî sed’ girtiyên siyasî bi gefa mirin an darvekirinê re rûbirû ne.
Di sala 2024’an de, kampanyayê roja cîhanî bi dirûşmeya ‘Bi hezaran girtiyên siyasî di girtîgehan de ne, berpirsiyar bê ceza dimînin’ pîroz kir. Bi bal kişandina ser konferansa li Torontoyê hatî lidarxistin, daxwazên şênber ên wek rawestandina tavilê û bê şert û merc a darvekirinan, serbestberdana hemû girtiyên siyasî û zêdebûna zexta navneteweyî li ser hikûmeta Îranê, derketin pêş.
Zêdetirî 700 malbatên girtiyên siyasî bi nameyekê daxwaza lêpirsînê kirin
Di sala 2025’an de, bi zêdebûna şer û qutbûna têkiliyan bi Girtîgeha Evînê re, kampanyayê hişyarî da ku girtiyên li beşa jinan ber bi ‘tarîbûnek tam a têkiliyan’ ve tên birin. Girtiyan dan zanîn ku malbat di nav fikar û nezelaliyeke teqez de mane. Nirxandineke kurt li ser van 16 salan dikare wiha bê nirxandin: salek qîrîn, salek name, salek mîtîng, salek hashtag, salek grevên birçîbûnê, salek hatina ba hev a malbatan bi torên cîhanî re û her sal zextên dijwartir di nav welat de. Di sala 2021’an de, zêdetirî 700 malbatên girtiyên siyasî nameyek ji Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re îmze kirin û daxwaza lêpirsînek li ser sûcên li dijî mirovahiyê li Îranê kirin. Ev girîng e, ji ber ku ev nîşan dide ku malbat ne tenê temaşevan in, di têkoşîna ji bo edalet û hesabpirsînê de bûne beşek ji kirdeya siyasî.
Di sala 2023’yan de, kampanyayê destnîşan kir ku pirsgirêka girtiyên siyasî li Îranê nikare ji xwepêşandanên 2022’an û tepeserkirina wan a xwînî bê veqetandin. Di sala 2024’an de, bal kişand ser bêcezatiyê û diyar kir ku ‘Kiryarên sûc azad in’. Di sala 2026’an de, kampanyayê bi xwe hişyarî da ku, di heman demê de bi şer re, ‘jiyana girtiyên siyasî di xetereyek lezgîn û cidî de ye’ û bal kişand ser bûyerên sewqên veşartî, birçîbûn, qutkirina dermanan û windakirinên bi zorê. Ev berdewamî nîşan dide ku 20’ê Hezîranê ne dîrokek di rabirdûyê de ye, qadeke zindî ya têkoşînê ye.
Daxuyaniyên rêxistinan
Ger em bixwazin li rewşa îro ya heyî binêrin, divê em ne bi tenê hejmareke fermî, ‘bi hezaran’ kesan dest pê bikin. Kampanyaya Azadiya Girtiyên Siyasî li Îranê dibêje; ‘bi hezaran girtiyên siyasî’ niha di bin çavdêriyê an jî girtinê de ne. Human Rights Watch her wiha diyar kir ku heta sala 2026’an, ‘bi hezaran girtî’, di nav de girtiyên siyasî û zarok, ji ber êrîşên Emrîka-Îsraîlê û pêkanînên rejîma Îranê di bin xetereyê de ne.
Tenê berî destpêkirina şer di Hezîrana 2025’an de, Navenda Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku herî kêm 54 kes - 3 ji wan jin - mehkûmî cezayê darvekirinê hatine kirin. Tabloya derbarê darvekirinan de pir balkêş e. UNICEF û Neteweyên Yekbûyî di Çileya 2025’an de ragihandin ku 901 kes, di nav de 31 jin, li Îranê di sala 2024’an de hatine darvekirin. Piştre, Mafên Mirovan ên Îranê di rapora xwe ya salane ya 2025’an de ragihand ku herî kêm hezar û 639 kes hatine darvekirin. Ev hejmar ji sala 1989’an vir ve hejmara herî zêde ye û 48 ji wan kesên hatine darvekirin jin bûn. Rêxistinek din a mafên mirovan herî kêm hezar û 537 darvekirin di navbera Cotmeha 2024 û Cotmeha 2025’an de belge kir, di nav de darvekirina 49 jinan û 3 kes di bin 18 salî de hebûn. Ev hejmarên ne hejmarên ‘pergala dadweriya ceza ya normal’ in; nîşaneyên mekanîzmaya rêveberiyê ku bi rêya mirinê dixebite ye.
Girîngiya hebûna agahiyên rast û nûjen li ser rewşa girtiyên siyasî li vir eşkere dibe. Ji bo girtiyekê, zanîna ku ew li derve nayên jibîrkirin û rewşa wî tê şopandin, beşek ji parastina jiyana wê ye. Ji bo malbatan, fêrbûna cihê girtî, rewşa wê ya tenduristiyê û derfetên serdanê tê wateya pêşîgirtina li windabûna hezkiriyên wan di nav valetiyên tarî yên burokrasî û pergala girtîgehan de. Ji bo civakê, hebûna agahiyên rast li ser hejmara girtiyên siyasî, cihên wan, rewşa wan a yasayî û rewşa tenduristiyê şertek pêşîn e, ji bo daxwazkirina hesabpirsînê û afirandina zexta siyasî.
Rejîmên serdest ji zelaliyê ditirsin
Rejîmên serdest ji ber vê sedemê ji zelaliyê ditirsin. Ji ber girtiyek siyasî ne tenê kesek e; ew di heman demê de şahidek e, belgeyek zindî ye ku hebûna nakokiya siyasî nîşan dide. Dema ku girtiyek ji çavê raya giştî tê dûrxistin, têkoşîna siyasî di bingeh de pêşî vediguhere ‘dosyeyek ewlehiyê’ û piştre jî vediguhere ‘materyalek nedîtî’. Gotinên ku di raporên mafên mirovan de pir caran têne bikaranîn, wek ‘rawestandina ragihandinê’, ‘astengkirina gihîştina parêzer’, ‘qedexeya hevdîtinan’, ‘înkarkirina mafê dermankirinê’ û ‘windakirina bi zorê’, nîşaneyên vê mantiqê ne.
Di Komara Îslamî ya Îranê de, mekanîzmaya nedîtbariyê pirqatî ye. Qata yekem etîketkirina li ser bingeha ewlehiyê ye. Dijberiya siyasî bi veguherandina sûcên ‘çalakiyên li dijî ewlehiya neteweyî’, ‘serhildan’ (bagî), ‘şer li dijî Xwedê’ (moharebe), ‘belavkirina gendeliyê li ser erdê’ (ifsad fi'l-arz), an jî sûcên nezelal ên îstîxbaratê, li gorî qanûna cezayî dibe sûc, bi vî awayî mijarek siyasî dibe sûc.
Hişyarî
Navenda Mafên Mirovan a Îranê hişyarî da ku sûcên sîxurî an ewlehiya neteweyî pir caran bi awayekî kêfî û niheq li dijî muxalif, kêmneteweyên etnîkî û hemwelatiyên dualî têne kirin. Li gorî navendê, îtîrafên ku di bin îşkenceyê de tên stendin, di van dozan de roleke diyarker dilîzin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî eşkere kir ku rejîma Îranê ji bo dayîna biryaran darvekirinên veşartî, darizandinên pir niheq, girtinên dirêj ên tenêtiyê û îtîrafên bi zorê yên ku bi lêdan û îşkenceyê tên stendin bikar tîne.
Qata duyem qutkirina têkiliyan e. Qutkirina ragihandinê, qedexekirina telefonan, sînorkirina serdanan, sewqên şevê û veşartina cihê girtiyan hemû beşên vê mekanîzmayê ne. Human Rights Watch, di rapora xwe ya 2025’an de, diyar kir ku piştî êrîşa li ser Girtîgeha Evînê, hin girtî sewqî cihên nenas hatine kirin û malbatên wan ji çarenûsa wan bêxeber mane, ev yek nîşan dide ku ev rewşa windabûna bi zorê ye.
Qata sêyem îşkenceya hêdî ye. Yek ji mînakên herî berbiçav ên vê yekê înkarkirina lênêrîna tenduristiyê ye. Bi salan e, Amnesty International vê pratîkê wek ‘rehîngirtina tenduristiyê’ bi nav kiriye û wê wek awayek yê îşkenceya bi zanebûn dibîne ku ji bo tirsandin, cezakirin, an jî derxistina îtîraf an jî îfadeyên poşmaniyê tê bikaranîn.
Girtiyên siyasî yên jin di vê mîmariya tundiyê de rastî zextek pir girantir tên. Li gorî raporên ku di sala 2026’an de hatine weşandin, heft girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Evînê ku di nav wan de Zehra Safayî, Forûx Teqîpûr, Marziye Farsî û Golrûx Îraî hene, ji hevdîtinên bi malbatên xwe re bêpar hatin hiştin. Ev pêkanîn rasterast bi beşdariya wan a kampanyaya ‘Sêşema ji Darvekirinan re Na’ ve girêdayî bû.
Berî vê, di 15’ê Hezîrana 2025’an de, Kampanyaya Azadiya Girtiyên Siyasî li Îranê hişyarî dabû ku beşa jinan a Girtîgeha Evînê di bin ‘qutbûna ragihandinê ya tam’ de ye. Piştî êrîşa Îsraîlê ya di Hezîrana 2025’an de li ser Girtîgeha Evînê, Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku girtiyên jin ji bo beşa karantînayê ya Girtîgeha Qerçekê hatine veguheztin. Li gorî rêxistinên mafên mirovan, şert û mercên li Qerçekê dijwartir, nebaştir e û qadek a pêkanînên der mirovî ava dike.
Rewşa girtên siyasî di xeterê de ye
Ev tablo, bi doza Zeyneb Celaliyan ku yek ji girtiyên siyasî yên jin ên ku herî dirêj di girtîgehên Îranê de maye, bêtir tê nîşandan. Ezmûna Celaliyan bi zelalî nîşan dide ku ‘ji dermankirina bijîşkî bêparkirin’ tê çi wateyê. Li gorî daxuyaniyên hevbeş ên rêxistinên mafên mirovan, Celaliyan ku zêdetirî 17 sal ji jiyana xwe di girtîgehê de derbas kiriye, bi gelek pirsgirêkên tenduristiyê û êşên giran re têdikoşe, lê dîsa jî gelek caran ji lênêrîna bijîşkî ya têrker bêpar maye.
Girtiyên siyasî yên din ên wek Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şehnaz Taberî di bin girtina dijwar û gefa darvekirinê de ne. Ev mînak nîşan dide ku girtiyên siyasî yên jin ne tenê ji azadiya xwe bêpar in, di heman demê de rastî helandinên bedenî, jêbirina bîranînan û qelskirina sîstematîk a têkiliyên malbata wan jî tên. Ji ber vê, ezmûna girtina siyasî yên jin ne tenê cezayek girtîgehê ye, her wiha wek mekanîzmayek pirqatî ya zordariyê ye ku beden, psîkolojî û têkiliyên civakî hedef digre, derdikeve pêşberî me.
Şer vê mentiqê dighîne asteke bilind. Amnesty di rapora xwe ya 2025’an de, diyar kir ku di şerê 12 rojan a di navbera Îran û Îsraîlê de, di encamê de sivîl mirin û qanûnên navneteweyî yên mirovî hatin binpêkirin. Li gorî raporê, rejîma Îranê ev şer ji bo zêdekirina tepeserkirina navxweyî, pêkanîna girtinên berfireh û pêkanîna dozên bê bingeh jî bi kar anî.
Banga berdana hemû girtiyên siyasî
Human Rights Watch di daxuyaniya ku di Nîsana 2026’an de weşandî, hişyarî da ku bi hezaran girtî, di nav wan de girtiyên siyasî û zarok jî hene, ji ber êrîşên Emerîka- Îsraîlê û darvekirinên veşartî û kêfî di xetereyek cidî de ne. Piştî êrîşa li ser Girtîgeha Evînê di 23’ê Hezîrana 2025’an de, rêxistinê ragihand ku girtiyên sax di dema veguhastinê de tundî lê hatine kirin û gef lê hatine xwarin e, hin ji wan şandine girtîgehên Qerçek û Feşafuye û yên din jî di şert û mercên pir xirab de an jî bêyî ku çarenûsa wan bê zanîn hatine girtin.
Ev rewş nîşan dide ku di şert û mercên awarte de, pêşîniya dewletê ne parastina jiyana girtiyan e, veguherandina wan bo rehînên şer û amûrên tirsandina civakê ye. Kampanyaya Azadiya Girtiyên Siyasî li Îranê, di daxuyaniya ku di Adara 2026’an de weşandiye, diyar kir ku di dema şer de, girtî bi xetereya windakirina bi zorê, birçîbûn, rawestandina dermanan û veguhestina bo navendên ku ji aliyê Muhafizên Şoreşê ve tên kontrolkirin re rû bi rû ne û banga berdana tavilê û bê şert û merc a hemû girtiyên siyasî kir.
Rejîma Îranê cezayê mirinê wek amûrek kontrolkirina civakê bikar tîne
Dema di vê çarçoveyê de lê bê nihêrtin, eşkeretir dibe di çalakî û xwepêşandanên îsal de çima daxwazên ji bo serbestberdana bê şert û merc a girtiyên siyasî û rawestandina tevahî ya darvekirinan di navendê de cih digre. Ezmûna Îranê nîşan dide ku rejîm di demên krîzê de cezayê mirinê wek amûrek ji bo kontrolkirina civakê bikar tîne.
Li gorî rapora salane ya Mafên Mirovan a Îranê, rêjeya darvekirina rojane di sala 2025’an de gihîştiye 4 heta 5 kesan. Raport dibêje ku ev siyaset ji bo tirsandina civakê û pêşîgirtina li xwepêşandanên nû tê pêkanîn. Heman rapor bi eşkereyî dibêje ku demên krîz û şer gelek caran bêyî çavdêriya raya giştî derfetên guncaw ji bo tundkirina tepeserkirinê û zêdekirina darvekirinan diafirînin.
Her wiha di raporê de hate destnîşankirin ku di sala 2025’an de herî kêm 48 jin hatine darvekirin û 56 girtîgeh beşdarî kampanyaya ‘Sêşema Ji Darvekirinan re Na’ bûne. Ev nîşan dide ku berxwedana di girtîgehan de bi zêdebûna zextê re mezin dibe.
Rejîm binpêkirina mafan didomîne
Encama pratîk ya ji van hemûyan derketî eşkere ye: her hewldanek cidî ya hevgirtina navneteweyî ku bi boneya 20’ê Hezîranê bê kirin, divê sê daxwazên bingehîn bi awayekî zelal û bê nîqaş werin ziman:
Serbestberdana tavilê û bê şert û merc a hemû girtiyên siyasî,
Rawestandina hemû cezayên darvekirinan,
Bidawîanîna windakirinên bi zorê, îşkenceyê û înkarkirina mafê dermankirina bijîşkî.
Dema ev hersê daxwaz ji hev bên veqetandin, ezmûn nîşan dide ku dewlet bikaranîna mafekî li dijî yên din derfetek dibîne ku binpêkirinan bidomîne. Ji ber vê, pir girîng e ku daxwaz bi hev re û wek yekparebûnek ji hev nayê veqetandin bên parastin.
Di encamê de, divê 20’ê Hezîranê wek rojek ji bo ronîkirina ‘siyaseta girtîgehê’ ya di navenda krîza li Îranê de ye were nirxandin. Li Îranê, girtiyek siyasî ne tenê kesekî ku ji azadiya xwe bê par e; di heman demê de nîşanek ji bo têkçûna rejîmê di naskirina muxalefetê wekî diyardeyek rewa de, şahidiyek zindî ya tundiya pergalî û hişyariyek e ku tepeserkirina ku îro li girtîgehan dest pê dike dikare sibê belavî kolan, mal û dibistanan bibe ye.
Tablo zexta heyî nîşan dide
Îro bang li me dike ku em ji klîşeyên wek ‘parastina pergala giştî’ derbas bibin û bi zimanê maf, bîr û berpirsyariyê bifikirin. Her malbatek ku neçar maye di nezelaliyê de li ser çarenûsa hezkiriyên xwe bijî, her girtiyek ku di hucreyên ku ji xizmetên hiqûqî û tenduristiyê bêpar in de tê girtin û her jinek li beşa jinan ku mafên wan ên hevdîtin, dermankirin an ragihandinê hatine qedexekirin; ev hemû parçeyên tabloyek mezintir in. Ev tablo nexşeya pergalek ku li ser înkarkirina hebûna siyasî û muxalefetê hatiye avakirin xêz dike.
Li hember vê înkarê, dayîna agahiyan, eşkerekirina rastiyê, daxwaza edaletê û nîşandana hevgirtinê awayên herî zû yên azadiyê ne.
Di heman demê de 20’ê Hezîranê vê rastiyê bi bîra dinyayê dixe: girtina siyasî li Îranê ne ‘pirsgirêkek kêlekê’ ye, hêmanek bingehîn a mekanîzmayên rêvebirina Komara Îslamî ye. Her ku ev mekanîzma di bin siya şer, darvekirin û windakirinên bi zorê de hîn bêtir bibandor dibin, mirovên rast bi jiyana xwe bedela bêdengiya navneteweyî didin. Ji ber vê, rewşa girtiyên siyasî ne tenê pirsgirêkek mafên mirovan e; di heman demê de berpirsyariyek gerdûnî ya di derbarê edalet, hesabpirsîn û parastina rûmeta mirovan de ye.