“Di qada perwerdê de pêdiviya zarokan bi mijulbûn û hîskirinê heye”

Sara Yaqûb Yûsif derbarê perwerdekirina zarokan de dibêje: "Hezkirina min ji karê mamostetiyê û afrandina nifşekî rewşenbîr re ewqas zêdeye ku xeyala min a yekem bû saziyeke perwerdehiyê ava bikim û têde zarokan li gorî tê xwestin perwerde bikim."

XOFRAN EL-RADÎ
Bexda – Jinên serkeftinên mezin qazanc kirine bi projeyên nû dibin bingeha firankariyê, nemaze di van salên dawî de ku tijî çîrokên serfiraziyê yên projeyên nûjen ên biçuk û navîn ku projeyên birêkûpêk in bi fikrên nû pêşdikevin. Xwediya pirojeya saziya perwedehiyê Sara Yaqûb Yûsif ji ajansa me re wiha qala xebatên xwe de nirxandin kir.
"Baweriya min bi hebûna civakeke baviksalar li Îraqê nîne"
Di derbarê fikra porjeyên xeter de Sara Yaqûb Yûsif dibêje: "Bi gelemperî hemî projeyên li Îraqê zehmetin. Ez qet bawerî bi hebûna civakek baviksalarî li Îraqê nayînim, ji ber heya jin jî cihê xwe di nava kar de negire, mêr nikare karek serkeftî bike. Ez nabêjim ku zilam ne xwedan van taybetmendiyan e lê jin bi riya afrîneriyê karê xwe hîn baş berdewam dike, ji ber vê ez di rêveberiya saziyê de rastî tu pirsgirêkan nayêm, a girîng ewe ku kar bi awayekî rast were kirin. Ger em li ser diravê biaxivin wê demê mijar ji armanca xwe derdikeve. Rast e pêdivî pê heye diravek mezin were qezenckirin lê nabe ku ew bibe armanc, hewceye dirav jî têkeve bin xizmetî xwendekaran û saziyê."
"Di qada perwerdehiyê de îspat kirina kesayetê"
Sara Yaqûb dibîne avakirina baweriyê di kesayeta kesên ku perwerdê dibînin hewceyî bi dem û kedeke mezin heye, ji ber wê jî ev piroje ji bo zarok û ciwan fêrî zanistê bibin û pêşeroja xwe zelal bikin pêşxistiye. Sara Derbarê şert û mercên korona û qeyîranên bi xwe re aniye de ev nirxandin kir: Her du salên borî xirabtirîn sal bûn û ziyana wê heya niha berdewam dike û sedem jî gelemperî ye ne taybet e. Ez pir hewl didim ku piştgiriya xwe ya ji bo xwendekar û karmendan bidomînim, nemaze di vê qonaxa ku perwerdeya elektironîk bê kêr e. Ji ber ku çanda me ya onlayînê tune bi vê gotinê ez di wateya ku înternet peyda nabe de dibêjim çanda onlayîn tuneye li gel me."
“Rêwîtiya veguheztinê qonaxek a guherîna radîkal”
Sara piştrast kir ku pêdivî ya zarokan di dema ji qunaxa seretayî veghueztina qonaxa navîn de bi hemzêkirinê heye û hewceye rewşa wan berçav were girtin û wiha gotinê xwe domandin: "Geşta veguheztina ji sereteyî ber bi amadehî ve pêvajoyeke radîkal a di behre,hêrs û ramanên zarok de guherînê çêdike ye. Dema ku mirov di vê qonaxê de bi wan re mijûl dibe, divê ew ji mecbûrî û dilsoziyê derbasî qonaxa hevaltî û guhdarîkirinê bike, bi rastî jî ev yek niha bi min û xwendekarên min re çêdibe û di van mijaran de em baş ji hev fam dikin.”
Derbarê pêwîstiya girêdana têgihiştinên di navbera dibistanê, xwendekar, dê û bavan de, Sara dibêje: "Di saziya me de, em li ser hevahengî û xurtkirina têkiliya di navbera endamên malbatê de dixebitin. Ji ber ger em ji malbatê fam bikin, em ê xwendekar û zarok jî fam bikin, ji ber vê em li ser her du aliyan kar dikin. Em piştgiriyê didin dê û bavan ku xwendekaran şîret bikin. Em dê û bavan fêr dikin ku çawa zarok li wan guhdar bikin."
“Zarokê Îraqî zarokên herî jîrin”
Sara li ser jîrbûna zarokê Îraqî jî wiha got: "Zarokê Îraqî zarokên herî jîrin û ji afrandinê hez dikin. Dema min ew bi xwe re birin Birêtaniya li wê beşdarî pêşbirk û çalakiyan bûn, di wir de hebûna xwendekarê Îraqî berbiçav û aktîv bû. Xwendekarên Îraqî dixwîne ku tenê qonaxek dibistanê derbas bikin, ne ku fêr bibe û perwerde bibe, lê tevî vê yekê jî ew xwediyê astek pir mezin a agahdariyê ye ku hewceyê rêberî û lênihêrînê ye da ku welat bi awayekî zanistî û pratîkî jê sûd werbige.
Her wiha Sara di dawiya axaftina xwe de tekez dike ku sazî pergalek bikar tîne ku xwendekar li ser tiştê ku ew fêr dibe balê bikişîne da ku teoriyan bi dest bixe û biguheze, ne ku tenê qonaxek akademîk derbas bike.