Di qada lêkolînên zanistî de pêşketinên jinên Tûnisê

Jinên Tûnisî di piraniya qonaxên siyasî, civakî, rewşenbîrî û têkoşîna jiyanê de hebûnek çalak nîşan dane. Bi têkoşîna zayendî re weke her qadê cihê xwe diqada lêkolînên zanistî de jî girtin û li gorî daneyan ji sedî 55 lêkolînerên Tûnisî jin in.

ZOUHOUR MECHRGUI
Tûnis - Ji serxwebûna Tûnisê ya sala 1956'an ve, li ser perwerde û tendirustiyê rawestiyaye û bi salan e ku herî zêde bûdceya xwe ji bo perwerde û hîndekariya pîşeyî veqetandiye. Heya radeyekê li herêma Erebî û parzemîna Afrîqayê ev yek bi ser xistiye û di gelek warên mîna bijîşkî, endazyarî û zanistî, ku roleke xwe ya berçav di pêşdebirina geşedana welat de heye pisporî daye çêkirin. Li gorî amarên Dezgeha Hilbijartinan, nûneratiya jinan di Meclisa Nûneran a Gel an go parlementoyê de ji 217 parlementeran ji  sedî 31 bûne ku ev rêje di Meclîsa Damezirîner a berê de ji sedî 29 derbas nebû. Lêkolînera qada civaknasiyê Dr. Meryem Kahila, bibîrxist ku piştî serxwebûna Tûnisê ji bin kolonyalîzma Fransî, nêrîna zayendperest a jinan biçuk dibîne hinek guheriye û êdî jinên Tûnisî wekî endamên civakê yên dikarin di qadên cuda de kar bikin tên dîtin. 
Di qadên xebatê de hewildanên jinên Tûnisê yên nûneriya wekhev 
Dr. Meryem Kahila destnîşan kir ku hewceya jinên Tûnisê jî li gorî vê guherîna hişmendiyê di qadên kar û jiyanê de çalak bin û berpirsiyariya xwe zanibin. Dr. Meryem Kahila da zanîn ku jinên Tûnisî bi saya tevgera reformê ku daxwaza azadiya jinan û pêkanîna perwerdehiya wan dikir, ji van qedexeyan xilas bûn û yek ji girîngtirîn encamên van xebatan jî weke derxistina Qanûna Rewşa Kesane ya di sala 1956'an de dibîne. Meryem Kahila tekez kir ku jinên Tûnisî ji bo bidestxistina mafên xwe û wekheviya zayendî çi ji bo mafê xwe yê xwendinê, kar, beşdariya siyasî û hilbijartinan be, têkoşiyane û ev tişta ku di makezagona 2014'an de tê xwestin, di xala 45’an de cih girtiye, ku wekheviya zayendî destnîşan dike.
Meryem Kahila bal kişand ser wê yekê ku çalakvana siyasî ya nemir Maya El-Cerîbî li xwe mikur hat ku dabînkirina nûneratiya wekhev di navbera zayendan de di Encûmena yasayî de mijarek bû ku neketibû hişê wê heya ku ew wekî endama Meclîsa Damezrîner a Neteweyî di sala 2011'an de hate hilbijartin.
“Jinên Tûnisî di qadên zanistê de jî derketine pêş” 
Meryem Kahila diyar kir ku rola jinê ya li gorî mafên mirovan û tevgerên femînîst ne tenî ji rol û nirxên civakî yên ku civaka ku tê de dijîn sînordar e û wiha domand: “Li ser bingeha nûneratî û têgihiştinê, jin û mêr ji berê de ji bo rol û karên diyarkirî amade ne. Ev yek dibe sedem ku di gelek welat û çandan de hejmarek ji jinan ji wergirtina xwendin û rahênanê bêpar bibin rê dide wan ku karê xwe bi mêran re li ser bingehek wekhev pêk bînin. Vê yekê bizava derxistina peymanên navneteweyî yên bi armanca bidestxistina wekheviya zayendî û beşdariya jinan di hemû qadan de zêde kir. Nemaze piştî derketina tevgerên femînîst ên ku daxwaza prensîba derfetên wekhev di navbera zayendan de dikin, her wiha prensîba bihêzkirinê. Vê mijarê jî alîkariya jinên Tûnisî kir ku statuya xwe bêtir bilind bikin û piştgiriyê bidin wan. Ji ber ku Tûnis yek ji wan welatan tê hesibandin ku prensîba wekheviya zayendî aktîf kiriye. Mîna rakirina peywira guhdanê di sala 1993'an de, ji ber ku wekheviya zayendî bi rakirina hemû cureyên cudakariya zayendî dest pê kir ku bandoreke mezin li jinan kiriye. Bi ketina nava gelek qadan û çalakiyan hîn zêdetir bi xwe bawer berpirsiyariyên xwe yên civakî bi cîh tîne. Vê yekê jî rê li pêş di warên afrînerî de pêşketinê vekir ku ber bi lêkolînên zanistî û akadîmîk ve bibe. Bi van xebatan re êdî mohra xwe li gelek serkeftinan xist û bû beşek ji serkeftina gelek projeyan. Ev yek jî lêkolîna ku peymangeha jimêriyan a girêdayî UNSCO amade kirî tekez kir û got ku jina Tûnisî hem di cîhana Erebî hem jî Afrîqa de di warê lêkolîna zanyarî de bi ser ket her wiha lêkolînê da zanîn ku bêtirî ji sedî 55 ji lêkolînerên Tûnisî jin in” 
Rastiya lêkolînerên jin li Tûnisê ne razî mabû, vê yekê hişt ku hejmarek ji wan koçî derveyî welat bikin, ji bo peydakirina derfetên baştir ji bo pêşkeftinê. Li gorî daneyên Enstîtuya Neteweyî ya daneyan, hişyarî ji koçkirina lêkolîner û endezyaran, jin û mêr da û got ku sih û neh hezar endezyar di pisporiyên cihê de şeş sal berê ji Tûnisê derketin, yanî salane bi navînî şeş hezar û pênsed endezyar û rojane nêzî bîst endezyar, ev yek dihêle ku ew bi xeteriyê re rû bi rû bin.
 Aya Afas yek ji wan e, ku di warê endezyariyê de, bi çêkirina robotê bi navê "RedRuby"  bi ser ket ji bo alîkariya kal û pîrên ku pirsgirêkên wan ên jibîrkirin, naskirina tiştan, bibîranîna dema dermankirinê, û her wiha pêkanîna çalakiyên rojane yên normal tê dayîn. Aya Afas destnîşan kir ku robot dê gelek pirsgirêkên bi kal û pîran re derdikevin çareser bike û destnîşan kir ku serkeftina wê wek pêkanîna şêwazek hişmendiyê ye.