Di navbera bombebarana Tirkiye û dorpêça rejîma Sûriyeyê de, hawara jinên Şêrawa

Di nav van êrîşan de, xelkên gundên navçeya Şêrewa rûbirûyê dorpêçkirina ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve mane ji aliyê rojhilat ve li bajarokên Nubl û Zehraa ku hêzên rejîmê li wir in, kirîn an firotina berhemên xwarinê tên astengkirin.

ROBARÎN BEKIR
Şehba- Ji aliyê rojava ve, bombebarana dagirkeriya Tirk heye û ji aliyê rojhilat ve, dorpêçek ne dadperwerî ji hêla rejîma Sûriyeyê ve li ser xelkê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hatiye ferzkirin. Xeterî û êş bi wan re dibe heval û bang li rêxistin û civaka navneteweyî dikin lê bê bersiv dimînin.
Dagirkeriya tirk û çeteyên wê rojane gundên navçeya Şêrawa ya ku dikeve başûrê kantona Efrînê dikin hedef. Piştî dagirkirina kantonê û koçberkirina şêniyên wê, di dema êrîşa ku di 20’ê Çileyê de dest pê kir û di 18’ê Adara 2018’an bi dawî bû.
Bombebarana berdewam û bêserûber jiyana dijwar û kolberiye li ser rûniştevanên navçeyê ferz dike. Jiyana wan ne aram e û kêlî bi kêlî ew bi xetera mirinê re rû bi rû dimînin. Bombebarana rojane bandorê li gundên Soghanka, Konde Mazen, Qantara, Aqiba, Bina, Burj Al-Qas, Mayassa û Klotia jî dike.
Di navbera êrîşên dewleta tirk û dorpêça rejîma Sûriyeyê de mane
Van êrîşan ku heta roja îroyîn jî berdewam dikin, ziyanên mezin gihandin mal û milkên sivîlan. Di nav wan de mirina heywan û mirîşkan jî heye. Her wiha ziyan gihîştiye zeviyên çandiniyê ku gel nikare berê xwe bide zeviyên xwe ji ber bombebarana hovane û gulebarana ku wan dike hedef, ji bilî şewitandina bi sedan darên zeytûnan, hinar û daristanên cihêreng.
Di nav van êrîşan de, xelkên gundên navçeya Şêrewa rûbirûyê dorpêçkirinê ji aliyê rejîma Sûriyeyê, ji aliyê rojhilat ve li bajarokên Nubl û Zehraa ne ku hêzên wê li wir in û ev yek kirîn an firotina berhemên xwarinê asteng dike.
“Du sal in bênavber êrîş didomin”
Nazliya Cimo, nişteciha gundê Konde Mazen, dibêje: "Em tenê çend kîlometreyan ji gundên ku Tirkiye dagir kirine dûr in. Zêdetirî du salan e em li dijî êrîşên ku me bi her rê û rêbazê dikin hedef li ber xwe didin. Ji dema dagirkirina Efrînê ve, Tirkiye û çeteyên wê sûcên herî hovane li dijî jin, pîr û zarokan dikin. Tirkiye daran qut dike, daristanan dişewitîne û hema hema rojane gundên me yên em li wan dijîn bi fuze û çekên giran dike hedef."
Nazliya Cimo û malbata wê, mîna hemû malbatên gund, debara xwe bi xwedîkirina heywanan dikin lê topbarana rojane û dorpêça bi armanca fetisandinê ya ji aliyê rejîmê ve tê kirin, karê wan asteng dike û azarên wan zêde dike, ew dibêje: "Li gundê Dêr Mişmişê, erdên me yên ku zêdeyî 150 darên zeytûnan lê hatine çandin hene lê ji ber mayinên ku dagirkeriya tirk çandine û çek û fuzeyan, em nikarin nêzî wan bibin. Sala borî, ji ber dagirkeriya dewleta tirk agir pê ket di encama gulabaranê de û em nikaribûn vemirînin."
“Ji ber gulebaran û fuzeyan em bi mirinê re rûbirû dijîn”
Nişteciha gundê Soganka Zeyneb Mihemed Meamo got: "Em xwediyên erd û milk in lê belê em rojane bi êrîşên bi fuze û çekên giran ên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê re rû bi rû dimînin û ev e ku di dilê zarokan de dibe sedema panîkê û tengezariyê û jiyana me dijwar dike. Em di xetera domdar de dijîn, di navbera kêliyek de dibe ku yan em yan jî xizmên me jiyana xwe winda bikin."
Dema ku bombebaran dijwar dibe, mirovên gundan serî li stargehan didin, wekî ku ew dibêje: "Gava ku bombebaran dijwar dibe, em serî li jêrzemînan didin da ku xwe biparêzin, bi gelemperî di saetên derengê şevê de dema ku em di xew de ne, Tirkiye di nav erdên me yên ku dagir kiriye de me topbaran dike.
“Ji ber bêdengiya navneteweyî kiryarên Tirkiyeyê didomin”
Zeyneb Mihemed Meamo ji bûyerên li Efrînê diqewimin û êrîşên Tirkiyeyê aciz e, bi taybetî ji ber bêdengiya navneteweyî. Dibêje ku wekî ji bo hemû gelên herêmê biryarên meşrûiyeta navneteweyî hatibin jibîrkirin û wiha didomîne: "Hemû cîhan haydar e ku Tirkiye komkujî, kuştin, talan, binpêkirina azadiyan û destdirêjiya li ser gelên herêmên dagirkirî dike û ev li dijî mirovahiyê û qanûnên navneteweyî ye lê ew hê jî bêdeng in û çirûskek hêviya destwerdanê tune ye êrîşên Tirkiyeyê rawestîne." 
Şêniyên gundan bi gelek zehmetiyan re rûbirû dimînin wek nebûna gaz û sotemeniyê, ev jî ji ber  siyaset û dorpêça rejîma Sûriyeyê ji sala 2019’an ve. Şênî daxwaza mafên xwe ji rêxistinên navneteweyî û însanî dikin û dibêjin ku divê ew alîkariya wan bikin û êrîşan bidin sekinandin û dorpêçê rakin." 
“Dewleta tirk hewl dide me ji axa me derbixe lê em ê nehêlin bigihîje armanca xwe”
Zeyneb Meamo dibîne ku dagirkeriya tirk hewl dide wan ji axa wan koçber bike û wiha dibêje: "Dagirkeriya tirk hewl dide tirsê bixe dilê me ji bo ku em ji gundên xwe derkevin û axa mayî ya Efrînê dagir bikin. Bêguman em ê vê yekê nekin, em ê axa xwe terk nekin û li ber xwe bidin û nehêlin Tirkiye bigihîje armancên xwe."
Di dawiya axaftina xwe de, Zeyneb Mihemed Meamo wiha got: "Jiyana di ewlehî û aramiyê de mafê hemû gelan e û ji vê prensîbê em daxwaza derketina Tirkiyeyê ji ser axa xwe dikin. Divê civaka navneteweyî destwerdanê bike û me ji neheqî û koletiya ku em li Efrîn û gundên cîranên wê dijîn rizgar bike."