Di nava tunebûnê de serpêhatiya jineke ku ji bo parastina zarokên xwe têdikoşe
Li Xezayê jiyan tê wateya şer, xizanî û nexweşiyan. Gelek jin di wan mercên giran de hewl didin jiyana xwe bidomînin. Yek ji wan jî Nime Ebû Ganîm e. Ji bo ku zarokên xwe ji birçîbûn û tirs û xofê biparêze bi tena serê xwe têdikoşe.
NEXEM KERACÊ
Xeza— Nîme Ebû Ganim a 47 salî di koneke ku peritandî de dijî. Weke gelek jinan xwe di cîhaneke bê merhemet de dît. Ji sala 2023’yan ve piştî ku şer li Xezayê destpê kir heta niha, jiyana rojane ji bo wê bûye têkoşîna hebûnê. Di dest wê de îradeyek bi tirs û fikaran dagirtî û çar zarokên ku birçî radizên û şiyar dibin hene.
Di nava vê konê peritandî de, tişta bi xeter tenê birçîbûn û xizanî nîn e; mişk û kûçikên berdayî yên li derdorê tirs û xofê çêdikin. Nîme Ebû Ganim bi dengê westandî wiha dibêje: “Her şev bi dengê ku tirs û xofê çêdikin şiyar dibim. Ditirsima dema em di xew de bin tiştek êrîşê me bike. Ez nikarim zarokên xwe biparêzim, deriyek ku me biparêze jî tune ye. Şevek li pêşiya konê min kûçikek dît. Nikarim xwe bilivînim. Min kir qîrîn û giriyam, zarokên min jî li ba min bûn digriyan. Kesek tunebû me rizgar bike.”
Êşa ji du aliyan ve
Nîme Ebû Ganim, diyar dike ku ew piranî bi xwarinên xwaringehên ku ji bo xêrê xwarinê çêdikin xwe têr dikin û dibêje ku gelek caran jî tenê nan bi destê min dikeve, hinek rojan danek jî xwarinê naxwin û dibeje: “Zarokên min birçî radizên ez li hemberî wan neçar dimînim.”
Nîme Ebû Ganim diyar dike ku tevî hemû zoriyan hêviya xwe diparêze û dibêje ku ew dixwaze zarokên wê perwerde bibînin û wiha didomîne: “Ez li derfetên perwerdeya bê pere digerim û hewl didim ji dibistanê dûr nekevin. Ji bo ku pêşeroja wan hebe ez têdikoşim. Naxwazim ew di nava vê tarîtiyê de bijîn. Dixwazim bixwînin, riyeke wan a cuda hebe lê di vê rewşê de nikarim tiştek ji bo wan bikim. Dîtina nan jî zor e.”
Nîme Ebû Ganim dide zanîn ku nexweşiya wê ya bêhngirtinê heye nikare derman bibe û dibêje k udi nava vê bêçaretiyê de dest ji dermankirinê berdaye derman daye zaroka xwe ya ku nexweşiya wê jî heman e û wiha didomîne: “Ez înhayan didim wê, (înhaleri) ez dikarim tehemulê bêhntengiyê bikim. Ez nikarim li êşa ku dikşîne temaş bikim.”
Li ser bedena keça wê ya 16 salî Bîsan jî şopên şer hene. Perçeyên şarapnelê li serê wê ketine û hinek rodiyên wê hatine jêkirin. Her dem pêdivî bi dermankirinê dibine lê ne pêkan e. Ji ber ku nikare derman bibe, rewşa wê girantir dibe û li pêşiya berdewamkirina perwerdeyê dibe astengî.
Di demên zor de Bîsan û dayîka xwe stranan dibêjin. Bi wê yekê hewl didin êşa ku dikşînin sivik bikin. Bîsan wiha dibêje: “Ji bo ku em tiştên dijî ji bîr bikini ji xwe re stranan dibêjin. Ji bo ku em tiştên nikarin vebêjin bînin ziman stranan dibêjin. Carna dengê mirov ji girînê bihêztir e.”
Vê serpêhatiyê rastiya bi hezaran jinên li Zîvala Xezayê dijîn diteyîsîne. Li gorî daneyên Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) zêdetirî kesên ji ber şer zirarê dîtine, jin û zarok in. Rapor nîşan didin ku ji sedî 70 kesên bûne hedef jin û zarok in, hema bibêje tevahiya binesaziyê û xizmetên bingehîn nemane.
Di navbera metnên hiqûqî û rastiya heyî de cudahiyek pir zêde heye
Aliyê hiqûqî yê krîzê, dema ku mirov li Peymana Cenevreyê ya Çaremîn a di sala 1949’an de dinêre bi awayî zelaltir derdikeve holê. Li gorî vê peymanê divê ku sivîl di dema şer de werin parastin, mercên xizmetên tendirustiyê ji bo wan werin avakirin.
Benda 55’an li ser hêza dagirker ferz dike ku ji bo gel xurek û malzemeyên tibî dabîn bike, benda 56’an xebata bênavber a saziyên tendirustiyê digre bin temînatê.
Lê tiştên ku Nîme Ebû Ganim û zarokên wê dijîn, nîşan didin ku di navbera metnên hiqûqî û rastiyên li rûyê erdê de cudahiyên pir zêde hene. Tunebûna xurekê, nebûna dermankirinê û hilweşîna mercên bingehîn ên jiyanê, nîşan didin ku van peymanên navneteweyî tên binpêkirin.
Tevî vê yekê jî weke mînaka Nîme Ebû Ganim, jinên Filisînî bûne sembola berxwedanê. Her çendî xwedî tu derfetan nebin jî, bi berxwedanê xwe li piyan digrin. Armanca wan ew e zindî bimînin, zarokên xwe biparêzin û wan perwerde bikin.
Nîme Ebû Ganim bi gotinên; “Ez pir tiştan naxwazim” wiha dibeje: “Dixwazim zarokên min bi awayekî bi rûmet bijîn. Bila bê tirs û xof razên û dema birçî bûn xwarin hebe bixwin.”
Di nava van mercan de jiyana rojane vediguhere ezmûneke giran a berxwedanê. Her roja derbas dibe, têkoşîneke nû ye, her şeva bê qeza dibore, rizgariyeke demkî ye. Tevî hemû mercên giran jî Nîme Ebû Ganim li ser piyan dimîne, bi tirsê re hevrû dibe, li xwarinê digere û dema ku hemû tiştên li derdora wê hildiweşin, ew zarokên xwe hembêz dike.