Di nava bermahiyên şer de lêgerîna debara jiyanê

Ji ber şer û pevçûnên ku bi salan e li Sûriyeyê didomin, bi sedhezaran mirov ji cih û warê xwe bûne. Zarokên ku tu wateyê nadin vê rewşê, di ser de bi barên herî giran re rûbirû dimînin. Zarokan ku ji neçarî dixebitin di dema xebata xwe ya li atolyeyê de neçar dibin barên giran ên hesin, gule û fuzeyan hilgirin. Ev bar li gorî bedena wan a biçûk nîn e, li gorî bedena mezinan e lê zarok bi lawaziya bedena xwe neçarî barên giran dibin, digel xebata li ser paqijkirina depoyê, veqetandina hesin û barkirina wesayîdan.

Ji ber şer û pevçûnên ku bi salan e li Sûriyeyê didomin, bi sedhezaran mirov ji cih û warê xwe bûne. Zarokên ku tu wateyê nadin vê rewşê, di ser de bi barên herî giran re rûbirû dimînin. Zarokan ku ji neçarî dixebitin di dema xebata xwe ya li atolyeyê de neçar dibin barên giran ên hesin, gule û fuzeyan hilgirin. Ev bar li gorî bedena wan a biçûk nîn e, li gorî bedena mezinan e lê zarok bi  lawaziya bedena xwe neçarî barên giran dibin, digel xebata li ser paqijkirina depoyê, veqetandina hesin û barkirina wesayîdan.
LÎNA EL-XETÎB
Idlib- Bi dehan zarok li parêzgeha Idlibê bi lêgerîn û firotina bermahiyên şer debara xwe û malbatên xwe bikin. Di nav van bermehiyan de mûşek, roket, bombeyên goşeyî yên teqiyayî û neteqiyayî hene ku bi awayekî berfireh li Idlibê ji ber topbarana berdewam belav bûne.  Dibe ku ev bermahî biteqin û kesên ku nêzî wan dibin an jî destên xwe didin wan, bi taybetî zarok, bi awayekî bêserûber birîndar bibin ku ev yek dibe sedema mirina wan û carna jî dibe sedema birîndarî û astengiya mayînde ya hinekan. 
Di navbera perçeyên hesin û cebilxaneyên belavbûyî de, zarokên bi navê Hesen, Yûsif û Muhemed di embarekê de kar dikin da ku hesin û bermahiyên şer kom bikin li bajarokê Maeret Misrîn li gundewarê bakurê Idlibê. Di nav şert û mercên pîşeyî yên dijwar û nebûna pêdiviyên ewlehiyê de, bi armanca alîkariya malbatên xwe ji bo peydakirina pêdiviyên jiyanê yên ku ji ber şer, koçberî, buhabûna giran û kêmbûna derfetên kar zehmet bûne.
"Barê giran li ser milên zarokan e"
Zarok di dema xebata xwe ya li atolyeyê de neçar dibin ku barên giran ên hesin, gule û fuzeyan hilgirin. Ev bar li gorî bedena wan a biçûk nîn e, li gorî bedena mezinan e lê zarok bi  lawaziya bedena xwe neçarî barên giran dibin, digel xebata li ser paqijkirina depoyê, veqetandina hesin û barkirina wesayîdan.
Zarokê bi nave Yûsif El-Hemûd ê 12 salî bi rûyekî westiyayî diaxive û dibêje: "Di vê atolyeyê de derfeta kar ji bo min peyda bû ku ji bo dabînkirina lêçûnên malê alîkariya malbata xwe bikim piştî ku bavê min birîndar bûi nexweş ket êdî nikare kar bike. Weke kurê mezin, berpirsiyariya min e ku ez bi çend lîreyan birçîbûnê têr bikim û destên xwe li ber kesê venekim.”
Wî teqez kir ku karê wî pir zehmet e, ji ber ku carna neçar dibe perçeyên giran hilgire ku ji giraniya wî zêdetir in û dibin sedema êşa piştê û birînên di destên wî de û wiha domand: "Girîng e ku em hin pereyan ji bo peydivên jiyanê peyda bikin. Xwediyê atolyeyê bermahiyên şer ji sivîlên ku wan peyda dikin dikire, paşê wan ji hev vediqetîne û hesin difroşe pîşesazên ku ji nû ve vegerînin. Her wiha madeyên teqemeniyê ji bo kana keviran difiroşe ku di teqandin û şikandina keviran de bi kar bînin.”0
"Pîşeyeke xeteranek e"
Zarokên di atolyeyê de bi îhtîmala teqandina guleyan an jî li perçeyên hesin ên tûj bipekin re rû bi rû dimînin û bi saetên dirêj serma û germê tehemul dikin. Zarokê bi navê Hesen El-Diyab ê 10 salî di hundirê atolyeyê de kar dike, bermahiyên mûşekan berhev dike û dicivîne. Ev berhemên şer ên ku bûne sedema koçkirina wî û malbata wî. Ew ji bajarê Xan Şêxûn derketine, wî ji neçarî dest ji dibistana xwe berda û niha jî di nava şert û mercên gelek giran de, ji bo pariyek nan dixebite. Ev zarok ji ber metirsiyên ku di hilgirtina van topên yek ji wan neteqiyane de rastî metirsiyên ku nayên vegotin tê. Der barê wê yekê de bi dengekî xemgîn dibêje: "Van rojan zarok diçin dibistanan û kursên perwerdeyê lê yê min tevî ku tiliyên min ji sermayê dicemidin jî ji sibê heta êvarê neçar im bixebitim.”
"Ez nizanibûm ku kurê min li cihên bi xeter dixebite"
Li aliyê din, Ayda El-Amorî ya 44 salî, ji bajarokê El-Bara li Cebel El-Zawiye, bûyera jêkirina lingê kurê xwe yê 11 salî bi bîr tîne, di dema karê xwe yê ku di nava xaniyên wêrankirî de bermahiyên şer kom dikir û dibêje: "Piştî mirina hevjînê min di sala 2019'an de, ez neçar mam ku kurê xwe bişînim karê berhevkirina bermahiyên naylon û hesin da ku alîkariya min bike bikaribim debara zarokên xwe bikim. Berê min digot qey kurê min bermahiyên zeviyan berhev dike lê min pir dereng fêhm kir ku ew şeziyên fuzeyan jî berhev dike ji bo ku bifroşe û ji buhayê wan sûdê bigre. Wê amaje kir ku wî di nava çente de fuzeyek neteqiyayî hilgirtibû, dema çente danî erdê, top li erdê ket û teqiya û lingê wî yê çepê jêbû.”
Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan kuştina ji 101 sivîlan zêdetir di encama teqîna bermahiyên şer li navçeyên cuda yên Sûriyeyê de belge kir. Di heyama ji destpêka sala 2021'ê heta Adara borî. Di nav de 20 jin û 34 zarok hene. Her wiha kuştina 19 sivîlan, di nav wan de heşt zarok, di encama teqîna bermahiyên şer de li Sûriyeyê di meha Mijdarê ya borî de belge kir.
"Gelek kardêr wekî alternatîfek erzan zarokan tercîh dikin"
Pispora civakê Rana El-Nûayîmî, ya 32 salî, ji Idlibê, dibêje: "Xizanî, koçberî û windakirina serpereştan, bû sedem ku bi hezaran zarokên Sûriyeyê di pîşeyên cuda de bixebitin ku hin ji wan xeternak in. Ew zarok ji bo ku piştgiriya malbatên xwe bikin bi pereyê pir kêm dixebitin.”
Der barê bandorên xebata di temenê biçûk de jî dibêje: "Gelek kardêr tercîh dikin ku zarokan bi kar bînin û xwe bispêrin wan wekî alternatîfek erzan ji keda mezinan re, ji bîr dikin ku xebata dijwar û şert û mercên dijwar li gorî kapasîteyên bedenî yên zarokan zehmet in û barên giran datînin ser milên. Ev karên ku ewlehiya jiyanê û tenduristiya wan tehdît dike, bandorê li paşeroja wan dike û nahêle ku ew perwerde bigrin. Karên ku zarok dikin tenê enerjiya wan dixwe û jiyanê li wan diherimîne.”
“Malbat ji bo debarê zarokên xwe teşwîd dikin ku dest ji dibistanê berdin û bixebitin”
Pisporê hişyariya civakê Muwafaq El-Kayal, ê 36 salî, ji bajarê Sarmada, li bakurê Idlibê, behsa karkirina zarokan dike û dibêje: "Gelek malbatên ku bi hewceyî dabînkirinê ne li Idlibê neçar mane zarokên xwe teşwîq bikin dev ji dibistanê berdin û berê wan didin karên herî giran û erzan.” 
Ew amaje bi wê yekê dike ku çend sedem hene ji bo zarok kar bikin, di nav wan de xizanî û zehmetiya jiyanê, yan jî windabûna serpereştan. Digel koçberkirina ku dibe sedema şert û mercên aborî yên dijwar û zordar ku ev jî dihêle zarok bixebitin da ku debara malbatên xwe bikin.
“Ji ber xebata giran tendirustiya zarokan xirab dibe”
El-Keyal destnîşan dike ku kar zarokan ji zarokatiya wan bêpar dihêle û rê li ber çûyîna wan a dibistanê digire, zarok di dema kar de di metirsiyê de ne, ev yek bandorê li wan dike ji aliyê bedenî û derûnî ve her wiha tendirustiya wan jî dikeve xeterê. Zarokên ku kar dikin, rastî gelek nexweşî, birîndarî û qezayên kar tên. Ji ber paşguhkirina kardêran zarok di warê prensîbên ewlekariya kar de perwerdeyê nabînin.
Zarok di nava komên ku herî zêde ji şer bi bandor bûne de tên hesibandin û ew xwe neçar dikin ku bixebitin. Ev yek wan ji mafên wan ên bingehîn bêpar dihêle û derfetên wan ên fêrbûnê û paşerojek çêtir têk dibe. Her wiha ziyanê digihîjîne beden û hestên wan û bandoreke neyînî li mezinbûn û pêşketina wan a bedenî dike.