Di nav şîdet û qeyranan de jin xwe fêrî xweparastinê dikin

Jinên Lubnanê ji bo xwe ji hemû cureyên şîdetê biparêzin, ji xwe hez bikin û derûniya xwe baş bikin berê xwe didin kursên xweparastinê.

CAROLİN BAZZİ
Beyrud- Li Lubnanê ji ber belavbûna nexweşiya koronayê û xirabûna rewşa aborî, qeyran û şîdet zêde bûye. Hewce ye ku jinên Lubnanê, ji bo jiyanê bêhnfirehî û xweparastinê bi dest bixin. Perwerdekar Yasmine Abu Jweed, biryar da ku ji bo jinan kursên perwerdeyê bide destpêkirin da ku jin bikaribin parastina xwe di aliyê hêza beden û hişmendî de bikin.
“Şîdetê eleqeya jinan a ji bo xweparastinê zêde kir”
Perwerdekar Yasmine Abu Jweed ku di xweparastinê de pispor e der barê xweparastina li dijî destdirêjiya zayendî de ji ajansa me re axivî û got: “Di van demên dawî de, me pêlek mezin a jinan dît ku diçin salonên werzîşê da ku werzîşê bikin û bibin xwedî bedeneke baş. Piranî ji ji bo ji enerjiya neyînê rizgar bibin û deruniya xwe baş bikin bû ev yek. Hin dersên werzîşê, mîna fight do û taipo, bala jinan kişand ji ber ku hin gavên wek lêdan tê de hene, ev jî ji jinan re dibin alîkar ku enerjiya neyînî ya di hundirê xwe de derbixin û kêfxweş bibin. Ji ber vê yekê, jinan dest bi lêgerîna vî awayê werzîşê kir û bi rastî me kursên perwerdeyê ji bo werzîşê ango kursên xweparastinê vekir û li ser medyaya civakî rastî eleqeyek mezin hat.”
“Beriya fizîkî başkirina tenduristiya derûnî”
Yasmine Abu Jweed bi UN Women re xebitiye û li dijî tacîzên zayendî li gelek herêmên Lubnanê, nemaze yên dûr, kursên xweparastinê li dijî tacîza zayendî organîze kir. Her wiha ew li ser hişyarkirina jinan ka çawa rengê xwe yê derveyî baştir bikin û tenduristiya giyanê xwe çawa biparêzin xebitiye û der barê xweparastinê de wiha dibêje: “Me herî dawî dît ku gelek jin rastî tacîza zayendî yan şîdeta bedenî tên û jinan dît ku ew nikarin bersiva vê neheqiyê bidin an jî parastina xwe bikin. Ji ber vê yekê, keç an jin ji her temenî, heta jinên pîr divê werzîşê bikin ku ji wan re dibe alîkar û baweriya wan zêde bibe û parastina xwe bikin. Em li ser herdu astên derûnî û bedenî dixebitin. Berî ku ez dest bi perwerdeya bedenî bikim, an jinan fêr bikim ku çawa dikarin bedena xwe biparêzin, ez bi faktora psîkolojîk re eleqedar bûm. Ger jinek baweriya xwe bi hêza xwe bîne û bi xwe bawer be, heta ku temenê wê dibe şêst û heftê salî jî dikare bigihîje armanca xwe ya lê digere. Ji ber vê yekê, hewce ye ku em tenduristiya giyanî berî ya fizîkî derman bikin, ji ber ku ez nikarim ji destpêka kursa xweparastinê ji jinan bixwazim lêdanê bike yan fêr bibe ka dema êrîşek li ser wê bê kirin mirov çawa wê xwe biparêze. Divê beriya her tiştî ez wê fêrî rêbaza ji xwe hezkirinê bikim ku ew hêza xwe bibîne û baweriya wê zêde bibe û ev gava yekem a xweparastinê ye.” 
“Li vir rola min ew e ku ez bihêlim ew ji werzîşê hez bikin” 
Keçên hê nebûne 13 salî jî eleqeya wan ji bo kursên xweparastinê heye û beşdarî kursan dibin, der barê eleqeya keçên di bin 13 salî de ji bo kursek xweparastinê Yasemîne dibêje: “Hinek jin serî li min didin da ku keçên xwe perwerde bikin û baweriya wan zêde bikin û gavên ku ew dikarin xwe biparêzin hînî wan bikim. Dibe ku di destpêkê de keç wateya hunerên şer an xweparastinê nizanibe, lê li vir rola min ew e ku ez bihêlim ew ji werzîşê hez bikin û piştre jî ji xwe hez bikin û di dawiyê de û ya herî girîng ew e ku ez bi wan re bibim alîkar ku girîngiyê bidin dewreyê û pê ve werin girêdan. Em keçan fêrî lêdan û bertekên tund nakin lê em fêr dikin ka mirov çawa ji xwe hez bike, ji her kesê li dora xwe hez bike. Ev kurs baweriya jinan xurt dike û asta hişmendiyê bilind dike. Ji ber dijwariyên ku em dijîn, min dît ku baldarî û hişmendiya her kesê kêm bûye mînak; xwendin êdî nemaye û bala hemû kesî bûye telefon û malperên tora civakî ku hucreyên mêjî dikujin û asta hişmendiyê kêm dikin. Gava min dît ku komek mezin ji van diyardeyan êşê dikşînin, min dersên girêdayî baldarî, rêz, berpirsyarî, bêhnfirehî û rêkûpêkiya nefesê da ji ber ku ew bandorê li oksîjen û mejî dikin.” 
“Dersên xweparastinê ji jinan re nakokiyê çênakin"
 Yasmine Abu Jweed dide diyarkirin ku ji ber ew dersa xweparastinê dide gelek kes bi çavên mêran lê dinêrin û dibêje: “Gava ku yek ji min re dibêje tu wek mêran î, ew difikire ku min aciz bike yan jî min pê biêşîne lê bi rastî ez bi şêwaza xwe, bi lênihêrîna rengê xwe û parastina mêyatiya xwe wek her jinekê bersivê didim. Di heman demê de, gava kesek hebe ku mafên min binpê bike, ez ê li dû wî bigerim û bersiva wî bidim û bi her awayî mafê xwe biparêzim, ji ber vê yekê dersên xweparastinê bi mêyatiya jinan re nabin nakokî. Werzîş alîkariya jinan dike ku bêhnfirehiyê bi dest bixin. Bi dilsoziya bi werzîşê re dihêle ku kes fêrî sebir û bêhnfirehiyê bibe. Sozdariya ji bo demek taybet ji bo dersa werzîşê mirov fêrî sebrê dike. Sebir, bîhnfirehî û zêdekirina dema werzîşê hemû faktorên  bîhnfirehiyê zêde dikin. Ji ber vê yekê, gava ku ez bi riya werzîşê ji enerjiya neyînî xilas dibim, ez dikarim krîzên ku ez tê de dijîm tehemul bikim. Ji ber vê yekê divê em werzîşê wekî şêwazek yê jiyanê bipejirînin, ji bo ku em jiyan û bedewiya xwe biparêzin, psîkolojiyek erênî bistînin û li hember zehmetiyên jiyanê li ber xwe bidin.”
“Jin hewce ye parastina xwe bike”
Kewthar Beydouna 50 salî, beşdarî kursa xweparastinê bûye û dît ew kurs gelek bi sûd e bixwebaweriyê zêde dike, asta hêza laşî bilind dike, alîkariya mirov dike ku bi dijwariyên civakê re rû bi rû bimîne, der barê beşdarbûna xwe ya kursên xweparastinê de wiha got: “Xweparastina bedenê tenê bi mêran re ne sînordar e, ji ber ku hewce ye jin jî xwe biparêzin û hêza kesayetiya xwe zêde bikin. Vê kursê baweriya min zêde kir her wiha ez êdî dikarim parastina xwe bikim. Ev kurs hestên edeb û exlaq bi pêş dixe.”
Fairouz Jaber a 44 salî ku ev cara duyemîn e beşdarî kursa xweparastinê dibe dibêje: “Ez beşdarî kursa yekem bûm û niha ez beşdarî kursa duyemîn dibim, ji ber ku min di warê xurtkirina masûlkan û bidestxistina bêhnfirehiyê de sûd girt û di kursê de nêzî 10 -12 kîlo min da. Perwerdeya xweparastinê nayê vê wateyê ku em pirsgirêkan derbixin yan li yên din bixin, berevajî wê bixwebawerbûnê zêde dike.” 
“Temen ne pîvan e”
Rayan Sorûr a 11 salî ku beşdarî kursa xweparastinê bûye wiha got: "Ez tevli kursa xweparastinê bûm da ku hêza kesayetiya xwe zêde bikim û di rewşek xeternak de ez bikarim xwe biparêzim. Mafê min e ku ez xwe biparêzim, ji ber ku xweparastin ne tenê bi mêran ve sînordar kiriye, nemaze bi zêdekirina hêza bedenî ya kesane. Di heman demê de, temen ne pîvanek e ku mirov beşdarî kursek bi vî rengî bibe, ji ber ku divê em ji niha û pê ve xwe fêrî parastina xwe bikin.”
“Ez bûm jinek bi hêz”
Suzan Ghayad da zanîn ku ew bi beşdarbûna kursa xweparastinê piştî ku wê di dewreya yekem de di hêza xwe ya bedenî de başiyek dît wiha got: “Ez lawaz û pir tirsnak bûm lê vê dewreyê moralê min bilind kir û baweriya min bi min zêde kir û ez bûm jinek bi hêz. Ez dikarim bi hişmendiya xwe, xwe biparêzim û dikarim li hemberî mêr bi hêza xwe ya bedenî bi ser kevim. Xweparastin û lîstina lîstikên dijwar ên fizîkî tu eleqeya xwe bi mêyatiya jinan re nîne, jin dikarin hemû rolên xwe bilîzin, mêyatiya xwe biparêzin û di heman demê de parastina xwe bikin.” 
Faten Salha ya 41 salî ku beşdarî kursa xweparastinê bû wiha got: “Ev kurs kesayetiya jinan xurt dike û ew jî werzîşek e. Di vê dema dijwar de, pêdivî heye ku em enerjiya erênî bi dest bixin û enerjiya neyînî ji xwe bavêjin da ku em bikaribin bidomînin. Min di aliyê fizîkî, hişmendî û derûnî de sûd ji dewreyê girt, heya radeya ku bedena min di vê dewreyê de hat guhertin.”