Di nav dorpêç û êrîşên du dewletan de jiyana li Şehbayê

Penaberî, zilm û êş qet koç nake ji asîmanê kampa pênaberên Efrînê. Di aliyekî de koçberî di aliyê din de jî êrîşên bi gule, top û çekan, dorpêç berdewam dike. Dorpêça li ser Şehbayê bi xwe re rewşên jiyanî yên pir dijwar derxistiye holê.

 
Heleb – Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşî Kantona Efrînê kirin û di 18'ê Adara heman salê de, kanton hat dagirkirin. Şêniyên Efrînê neçar man ku dev ji mal û milkên xwe berdin, ber bi deverên bi ewle ve biçin û neçarî konên koçberiyê bibin. Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, wê demê zêdeyî 200 hezar welatiyên Efrînê koçber bûn. Beşek mezin ji wan çûn herêma Şehbayê ya li bakurê rojavayê bajarê Helebê ku çend kîlometran dûrî deverên di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê ya Helebê de ye. Rêveberiya Xeseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li wan xwedî derket û li herêma Şehbayê kampek ku bikaribîn lê bi cih bibin ava kir. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê hejmara koçberên Efrînê li deverên Şehbayê gihîştiye nêzîkî 250 hezaran di 133 hezar kampan de, 120 hezar kes jî di xaniyên nîv hilweşandî de dijîn. Ev yek jî peydakirina pêdiviyan û xizmetguzariyê pir dijwar dike. 
Kampa Serdemê
Kampa Berxwedanê di 20’ê Adara 2020’an de li gundê Til Sewsanê hat avakirin. Kampa  penaberan a Şehbayê ya ku di 2016'an de ji bo koçberên ji gundewarên Helebê, Humis, Idlib û Şamê hatibû avakirin, ji bo penaberên Efrînê jî bû stargeh. Piştî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê Rêveberiya Xweser şêniyên Efrînê yên koçber bûbûn li heman wargehê bi cih kir. 
Rêveberiya Xweser 700 malbat, bi giştî 4 hezar welatî di kampê de bi cih kirine. Rêveberiya Xweser hewl dide li gorî derfetên xwe pêdiviyên koçberan dabîn bike lê ji ber ku kampên penaberan pir zêde ne xizmetguzarî gelek zor dibe. Hikûmeta Sûriyeyê jî herêm xistiye dorpêçê û tengaviya li ser koçberan zêde dike. Ambargo daniye ser kampê nahêle xwarin, derman û sotemenî bikevin bibin wê derê. Berê jî rê nedida derbasbûna bijîşkên pispor ên ku ji Helebê dihatin Şehbayê ji bo dermankirina nexweşan, niha jî bi tevahî xistiye dorpêçê. Di heman demê de êrîşên dewleta Tirk jî rojane li ser gundewarên herêma Şehbayê berdewam dikin û her roj nûçeyên ziyana mal û can a ji ber topbarana dewleta Tirk çêbûne dikevin ajansan.
Hejmarek mezin ji koçberên Efrînê li Til Rifetê dijîn. Di 2'ê Kanûna 2019'an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker neçarî koçberiyê bûne û li Şehbayê hatine bicihkirin, komkujiyek pêk anî. Di encama wê de 10 kes hatin kuştin 8 zarok û jin û mêrek û 12 sivîl birîndar bûn. Her wiha di 23 Çileya 2021'ê de jî dewleta tirk a dagirker komkujiyeke din pêk anî û di encamê de 4 sivîl hatin kuştin, jinek, du zarok û 8 sivîlên din jî birîndar bûn.
Der barê vê mijarê de hevseroka kampa Serdemê Raperîn Xelîl zehmetiyên ku koçber di warê aborî û tendirustiyê de dikşînin ji ajansa me re nirxandin.
Li ser penaberan dorpêça rejîmê û êrîşên dewleta Tirk
Raperîn zehmetiyên sê sal in li kampê pê re rû bi rû mane wiha anî ziman: “Ev sê sal in em di warê aborî û tenduristî de zehmetiyan dibînin. Dewleta tirk bi darê zorê gelê Efrînê ji warê wan derxist û koçê Şehbayê kir. Heta niha jî ev gel di nava dorpêçeke pir zehmet de dijî. Her ku dem diçe zehmetî zêdetir dibin û rewşa gel dijwartir dibe. Ev sê sal in Rejima Sûriyeyê dorpêça li ser şêniyên Şehbayê dimeşîne, ev du meh in dorpêç dijwartir kiriye. Dorpêç û ambagoya ku li ser gel ferz bûye, dibe sedem ku zêdetir gel jiyana zehmet û bi êş bijî. Ji ber dorpêçê alavên tenduristî û pêdiviyên jiyanî peyda nabin. Ev yek jî jiyan û derûniya şêniyên li Şehbayê dixe xeterê. Bi hatina demsala zivistanê re mazot jî li ser şêniyan hat birîn û ev yek bû sedema aloziyeke mezin li kampa. Ruxmê dorpeç û êrîşên dewleta tirk, koçberên Efrînê berxwedanek mezin raber dikin û ji her demê zêdetir têkoşîna xwe mezin dikin."
Dorpêç û ambargo
Raperîn Xelîl bal dikşîne ser dorpêça ji du aliyan ve li ser kempê tê meşandin û nirxandina xwe wiha berdewam dike: "Rejîma Sûriyeyê hewl dide bi riya dorpêçê barê jiyana penaberan zortir bike. Dorpêça ku îro tê meşandin roj bi roj girantir dibe û bi xwe re rewşên aloz derdixe. Bi taybetî di demsala zivistanê de dorpêç dijwartir bû, ji ber ku di zivistanê de gelek pêdiviyên mîna mazot û alavên tenduristiyê hene. Şêniyên Efrînê 20 roj bê mazot, gaz, ard û derman man. Ger rewşa penaberên di kampan de dijîn, di qadên navneteweyî de li ber çavan re neyên derbaskirin wê felaketên mirovî bi xwe re bîne. Tevî em di sedsala 21'ê de ne ku sedsala pêşketin û teknelojiyê ye, zarokên me ji gelek tiştan mehrûm in. Yên ku herî zêde di vê koçberî û dorpêçê de zehmetî kişandine, jin in."
Di bin dorpêçê de berxwedan
Raperîn diyar kir ku zarokên Efrînê bûyerên ji temenê xwe mezintir dijîn û wiha domand: "Zarokên Kurd naşibin tu zarokan, bi taybetî zarokên Efrînê di kampan de barê herî giran radikin. Niha zarokên Efrînê ji hemû mafên xwe bêpar in û derûniya koçberiyê dijîn. Jiyana jinan jî ji ya zarokan ne cudatir e. Ruxmê êrîş û dorpêçê şêniyên Efrînê bi ruhê berxwedanê tên nasîn. Divê hemû saziyên ku xwe wekî nûnerên mafê mirovan dibînin bikevin tevgerê û dawî li van pêkanînên dijmirovî bînin. Divê çareseriyek ji aloziya Sûriyeyê re were dîtin û şêniyên Sûriyeyê di nava aramiyê de bijîn." 
Raperîn bang li hemû rêxistinên mirovî kir ku rewşa hemû koçberên Sûriyeyê di ber çavan re derbas bikin û wiha got: "Wekî rêveberî û keseke koçber ji ber ku ez jî yek ji koçberên Efrînê me, banga me ya sereke ew e ku hêzên nevneteweyî û rêxistinên mirovî û hiqûqî ku bi navê mafên mirovan bang dikin, rewşa koçberên Sûriyê bi giştî di ber çavan re derbas bikin, ji bo çareserkirina vê aloziyê. Hêviya me ya bingehîn çareserî ye û em dixwazin hemû koçberên Efrînê vegerin cih û warên xwe."