Di kolînên 4 hezar salan de nîşaneyek ji rêvebirina jinan a civakê hat dîtin

Li La Almonloya, di encama kolînên Arkolojîk de nîşaneya bermahiyek jin û mêrek ku jê diyar dibe beriya 4 hezar salan jinan ji civakê re rêveberî kirine derket holê. Yek ji nîvîskarên wê lêkolînê Crîstina Rihuete diyar kir ku ‘Di gorekê de taca zîv hatiye dîtin û eve heybereke ku ji bo sembola jinê hatiye çêkirin e, di heman demê de ev kirdeyeke sembola rêvebirinê ye.’

Navenda Nuçeyan- Li La Almoloya di cerikek axê ya qelandî de bermahiya jin û mêrekê hat ditîn. Li gorî lêkolînên arkeolojîk nêzî 4 hezar salan li Îspanyaya roja me ya îro, jinek hatiye veşartin ew axa li derdora wê dide diyarkirin ku rêveberek e. Taceke zîv û koleksiyoneke aksesuarên xweşik nîşaneyên vê yeke ne. Çîna jinan a rêveberiyê li Başur Rojhilatê Gireva Iber Yarim di navbera salên B.Z 2200-1550 di rêveberiya civaka El Argar ku ber bi pêşketinê ve diçû rolek girîng lîstiye. Hebûna El Argar di dused salên dawî de, di nava Behra Spî ya Rojava de wekî rêxistina dewleta sereke ye. Gor di sala 2014’an de li qada arkolojîk a Pliego, Murcia ya La Almoloya, piştî demekê di bin axê de avahiyek wekî qesran ku bi awayê salona rêveberiyê hatiye diyarkirin hat dîtin. Yek ji koordînatorên xebatê Vicente Lull dibêje; “La Almoloya û gora esilzade, di Serdema Tunç de li Avrupayê yekem çîna rêvebirina civakê derketiye holê û weke xwedî heyberek sembolîk lênêrînek şêlo ya arkalojîk dide diyarkirin.’        
Tac Otorîteya jinan dide nîşandan 
Di cerikek axa qelayî de gorek hat dîtin, di nava gorê de du kes hatin dîtin. Hestiyên Mêrek di navbera 35-40 salî û jinek di navbera 25-30 salî de hat dîtin. Li gel wê nêzî 30 heyberên bi nirx gelek ji wan bi zîv û xweşik hatibûn çêkirin û hemû aydî jinekê ne hatin dîtin. Di gorê de parçeya ku ketibû çavan, a taca ku li serê wê jinê hat dîtin bû.  Ev jî otorîteya wê jinê dide diyarkirin. El Argara ku li La Almoloya tê dîtin de di gora jinên dewlemend de di xebatek berfireh de 4 tacên bermahiyên sedsala 19’emîn hatin dîtin. Hemû jî bi awayek balkêş hatine çêkirin û didin diyarkirin ku parçeyên gelek girîng in.    
Pîrsa ku lêkolîneran eleqeder dike
Yek ji nivîskarên lokolînê Cristina Rihuete dibêje: “Çêkirina awayê tacê pir bi îhtîşam e. Ev heybereke ku sembolek ji bo jinan hatiye çêkirin, di heman demê de ev kirdeya sembola çîna serweriya rêvebiriyê ye.” Li gorî lêkolîneran ev tac xwedî girîngiyek taybet in. Di gorên El Argar de bi tiştên dewlemend cenazeyên jinên bijare veşartî ne ev dide diyarkirin ku ev jin li wan cihên lê bûne rolên girîng ên reveberiyê lîstine. Gelo jin hikumdar bûn an jî wan nîşaneyên îqtîdarê li xwe dikirin an jî tenê xwedî girîngiyek sembolîk bûn? Pirsa ku tîma lêkolînê eleqedar dikir ev bû. Bersiva wan di vî aliyê de ew bû ku ew jinên van tacan didan serê xwe, jinên rêveber bûn.
“Di civaka Argarik de, jinên çîna serweriyê de cih digirtin bi tacên xwe dihatin veşartin, mêr jî bi şûr û xencerên xwe dihatin veşartin. Bi van mêran re tiştên ku bi cenazeyên wan re dihat veşartin hebûn. Şûr, ji bo biryarên siyasî bi hêztir bike wekî amureke temsîl dikir, rewakirina îdeolojiyê bû. Mêrên serwer ên El Argar belkî tenê hinek rolên birêvebirinê lîstibin.”      
Civaka El Argar, li Başûr Rojhilatê girava Îber Yarim de di navbera B.Z salên 2200 heta 1550 bi pêş ket, veşartinên wan û bingehên çînan bi civaka dewletê, sînorên siyasî û sazîbûna wan bi serdema destpêkê ya Tûnc de civakê temsîl dike. Cihê herî girîng ê lê mayînê El Argar, La Bastida û La Almolo ye.