Di dema êrîşên li ser Xezayê de bavek keça xwe kuşt û cenazeyê wê veşart

Navenda Filistînê ya Mafên Mirovan kuştina keça 16 salî ya bi navê Wisam El-Cercîr bi destê bavê wê şermezar kir û da zanîn ku rayedarên ewlehiyê cenazeyê Wisal El-Cercîr li bakurê Xezayê dîtine. Wisal di dema êrîşa Israîlêya li ser herêmê de ji hêla bavê xwe ve hate kuştin û definkirin. Bûyera ku beriya 16 rojan çêbû piştî ku eşkere bû û cenaze hat dîtin, rakirin beşa Tiba Edlî.

REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Li gorî agahiyên peywirdarên ewlehiyê, 23’yê Gulanê ekîbên karûbarên ewlehiyê cenazeyê Wisal El-Cercîr a 16 bûn winda bû, di kolana herêma El-Qsasîb li parêzgeha Cebaliya li bakûrê Xezayê ku nêzê mala wê hatiye definkirin dîtine. 
Navenda Filistînî ya Mafên Mirovan bi daxuyaniya ku li ser malpera xwe ya fermî weşand da zanîn ku peywirdarên ewlehiyê der barê bûyera kuştina Wisal El-Cercîr îfadeyên gelek gumanbaran girtiye di nav de bavê wê Xalid Sifwet Mihemed El-Cercîr ê 36 salî jî hebû. Piştî  lêpirsînê ew li xwe mikur hat û got ku wê li keça xwe Wisal El-Cercîrî îşkence dikir û piştî ku kursyê di serê wê de şikandiye, miriye û dûre wê di kolaneke li taxa xwe de veşartiye.
Her dem li zarokên xwe îşkence kiriye
Li gorî agahiyên Karûbarên Ewlehiyê, kujer Xalid Sifwet El-Cercîrî bi berdewamî li hemû zarokên xwe dixe, li gorî şahidiya cîranên wî, her roj qîrîna wan bi saetan didome.
Daxuyaniya Navenda Filistînê ya Mafên Mirovan destnîşan kir ku îhmalkirina tewanên şîdeta malbatî li dijî zarok û jinan dibe sedema dubarebûna sûcên kuştinê her wiha ev dubarebûna van sûcan der barê zarok û jinan de wê xeterê li ser civaka Filistînê zêdetir bike. Her wiha bal hat kişandin ku pêşîgirtina şîdeta malbatê erk û peywira Rêveberiya Filistînê ye ji ber ku Filistînê Peymana Mafên Zarokan îmze kiriye.  
Divê sûcdar piştî darizandinê bê hincet werin cezakirin
Her wiha navendê di daxuyaniya xwe de daxwaz kir ku hewldanên bêhtir ji aliyê polîs û dozgerên giştî ve çêbibin. Ji bo dadgehkirina tewanbarên tundiya navmalbatî divê hemû tedbîrên qanûnî yên pêwîst li hemberî wan bên girtin bêyî ku hincet û îzahatên tewanbar werin qebûlkirin, cezayê xwe bibînin. Her wiha bang li serokê Filistînê hat kirin ku qanûna parastina malbatê ji şîdetê û lihevkirina qanûnên herêmî bi peymanên navneteweyî re, bi taybetî peymana mafên zarokan û rakirina hemû cureyên newekheviya li dijî jinan, erê bike.  
Di dema êrîşên li ser Xezayê de şopandina bûyerên nav malbatê zehmet bû
Xebatkara saziyên civakî Rîm El-Ewaweda got: "Di dema bûyerên êrîşa ji aliyê Israîlê ve li ser Xezayê, di demên bûyerên êrîş, kuştin û wêrankirinê de şopandina bûyerên tundiya navmalbatî ne hêsan e lê tevî vê yekê jî xeta telefona min vekirîbû. Ji bo ku kesên rastî şîdetê tên bi riya telefonê bikaribin me agahdar bikin. Her wiha destnîşan kir ku dema navenda pispor xeterek li ser jiyana kesên rastî şîdetê hatine dibînin wan li gel xwe dihêlin heya ku rewş bi peywirdarên karûbarên ewlehiyê re were çareserkirin." 
Rîm El-Ewaweda di berdewamiya axaftina xwe de diyar dike ku bûyerên tundiya navmalbatî di demên êrîşan de zêde dibin û dibêje: "Li gorî gelek lêkolînên ku min berê kiribûn, rewşa stres û tansiyonê bi mêran re dibe sedem ku hêrs û berteka xwe bi şîdetê di serê endamên  malbatê de derxe. Di wê dema bi hêrs û stres de bi çavsorî êrîşê malbatê dike.” Rîm El-Ewaweda diyar dike ku dadweriya li Xezayê xwedî roleke mezin e, di pêşîgirtina bûyerên şîdetê de û dide zanîn ku dema kujerên jinan bi hinceta parastina namûsa xwe ji ceza xelas dibin, zêdetir bê tirs û pirs şîdetê didomînin.
Sedemên şîdetê baweriya olî ya hişk, tunebûna çanda diyalogê û mercên newekhev ên di navbera jin û mêr de ne
Rîm El-Ewaweda destnîşan kir ku çend sedem hene dihêlin mêr şîdetê pêk bînin, yek ji wan  jî zarokatiya wan a ku nebaş derbas bûye û rêbaza mezinkirina wan e û wiha dibêje: “Di nava bûyerên şîdetê de, baweriya olî ya hişk, tunebûna çanda diyalogên malbatî û şêwrên navxweyî hene. Her wiha şert û mercên bêserûber di navbera jin û mêr ên zewicandî de jî dibin faktorên vê pirsgirêkê û dîsa di gelek aliyan de mezinkirina zarokên law li ser esasê ‘bi hêzdariyê tu dikarî bibî xwediyê her tiştî’, hişmendiyeke serdest afirandiye ku ev vediguhere şîdetê.”   
Rîm El-Ewaweda diyar dike ku xizanî û nebûna hewcedariyan, bandoreke mezin çêdike lewre dema ku endamên malê hewcedarî û pêwîstiyên jiyanê peyda nekin ev yek bi neyinî bandorê li ser wan çêdike. Her wiha şêweyê hezkirina ku malbat dide ferdên malbatê, bandorê li ser terzê zarok çêdike ger ku ev hezkirin bi awayekî baş be; zarok dema ku mezin bibe dê meyla wî ya şîdetê tunebe.