Di Akademiya Şîlan Kobanê de dewreyên perwerdekirina mêran

Endama Komîteya Perwerdê ya Kobanê Dîrok Misko diyar kir ku ewê weke Komîteya Perwerdê ya Kongra Star di çarçoveya çalakiyên 16 rojan ên li hemberî tundiya li ser jinê de ji bo mêrên herêma Firatê dewreyek perwerdê vekin û wiha got: "Ji bo hişmendiya mêrê serdest di nava civakê de bê rakirin, em ê perwerdeya mêran li Kobanê vekin."

Endama Komîteya Perwerdê ya Kobanê Dîrok Misko diyar kir ku ewê weke Komîteya Perwerdê ya Kongra Star di çarçoveya çalakiyên 16 rojan ên li hemberî  tundiya li ser jinê de ji bo mêrên herêma Firatê dewreyek perwerdê vekin û wiha got: "Ji bo hişmendiya mêrê serdest di nava civakê de bê rakirin, em ê perwerdeya mêran li Kobanê vekin."  
DILUCAN BOZÎ
Kobanê - Di çarçoveya çalakiyên 16 rojên li hemberî tundiya li ser jinê yên ji 25’ê Mijdarê despêkirî û dê Roja Mafê Mirovan 10’ê Kanûnê bi dawî bibe de bernameya Kongra Star dewam dike. Yek ji xebatên wan jî perwerdekirina mêran bûye. Dê li Akedimiya Şîlan Kobanê ya di 17'ê Hezîrana 2018'an de ji aliyê jinên Bêrîtaniya ve hatî vekirin bê dayîn. Di nava salê de dû dewreyên mêran li Kobanê hatin vekirin û encamên baş bi xwe re anîn. Li gor bernamê çalakiyên 25'ê Mijdarê Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star di derbarê vekirina perwerdeya mêran de pilansazî danîn. Di demeke nêz de dê perwerdeya mêran bê vekirin. Di vê çarçoveyê de Endama Komîteya Perwerdê ya Kobanê Dîrok Misko ji ajansa me re axivî.
"Ji bo mirov rastiya xwe nas bike divê perwerde bibe"
Dîrok di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku hişmendiya mêran bi rêka perwerdeyan wê bê guhertin û wiha got: "Dema ku perwerde tune be an jî amedekarî jê re werin kirin, em dest bi lêhurbûnan dikin, da ku dersên baş werin dayin. Niha em di perwerdeya lêhurbûnê re derbas dibin. Hem perspektîfên Rêber Apo dixwînin hem jî pirtukên girêdayî dîrok, çand, Exlaq, civaka xwazayî, zanista jin Jineolojî û hwd. Em wek komîte pilan dikin ku perwerdeya mêran vekin, li Akedimiya şehîd Şîlan Kobanê ku beriya wê dû perwerde hatin vekirin. Mêrên ku hatin perwerde kirin mirov dikare bibêje ji sedî 50 hin ji wan hişmendiya xwe dane guhertin. Ew perwerde bi xwe gaveke baş bû. Mêrên Kobanê ên fewdalin û li gor kevneşopiyên civakê tevdigerin ku asteke ber bi pêşketinê ve biçin ked divê. Raste destpêkê dema ku mêr derbasî perwerdeyan dibin neqebulkirin an go nakokî bi wan re derdikevin, bi taybet dema ku qimisiyon jine. Lê roj bi roj bi dayina dersan û nîqaşan êdî mêjiyên wan jî ve dibe û rastiya heyî nas dikin û li gor wê tevdigerin û di encamê de qebûlkirina ku jin nivê civakê ye û keda jinan hatiye înkarkirin, ev yek derdikeve holê."
"Rêka rast û durist perwerdeye"
Dîrok di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser guhertina hişmendiya mêran û wiha dom kir: "Ji bo em vê hişmendiyê bidin guhertin, divê em girîngiyê bidin perwerdê. Ji ber ku perwerde wek ji her kesê re weke nan û avê giringe, çawa pêwîstiya mirovan bi xwarin û vexwarinê heye, perwerde jî wihaye. Ji ber wê jî divê em perwerdeyê ji xwe re esas bigrin. Ji ber kesên bê perwerde nikarin civakê sererast bikin, yê perwerde kirî wê civakê ber bi şaştiyan ve nebe, berovajî wê civakeke polîtîk û exlaq dê derkeve holê. Bi rêka vekirina perwerdeyan asta zanebûna civakê her ku diçe zêdetirk dibe. Ev yek jî li beramberî hişmendî kevneşopiya heyî dibe bersiv. Ji bo em xwe di milê zanistê de xurt bikin pêwîste em di ekadimiyan re derbas bibin. Jin di nava dû şeran de jiyan dike, yek şerê li beramberî hişmendiya civakê û duyemîn jî li beramberî dijminê xwe têkoşîn dike. Ji bo vê jî divê em xwe di milê dayina dersan de an derbas bûna me ji perwerdeyan re divê kur bibe, da ku em rastiya dîroka xwe û ya dijmin nas bikin. Di roja îro de jin rastî çi tê an rewşa jinan li herêmê çawa ye di kijan astê deye. Divê di kijan astê de be, ev mijar hemû bi rêka perwerde wê bêne nîqaşkirin."
Dîrok bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî ji bo em xwe ji hişmendiya baviksalarî rizgar bikin têkoşîna jinan pêwîste an go hêz û vîna jin divê bê xurt kirin û wiha bi dawî kir: "Civaka ku xwe winda bike divê berê xwe bide akedimî, ji ber civaka ne perwerdekirî civakeke valaye  û tu encaman bi dest naxe. Lewra em girîngiyê didin qada perwerdê. Bi taybet ji bo em dijminê xwe nas bikin, divê zarokê 7 salî heya 70'ê salî divê bêne perwerdekirin. Ya girîng mirov dîroka xwe nas bike, paşê yê cîranê xwe nas ke. Akedimî çav vekirine, bersiva hemû pirsan û çareserkirina pirsgirêkan li akedimiyê ye. Mêrên ku hatine perwerde kirin, êdî ew xwe bi xwe civîn û meşên xwe bi rêve dibin. Di derbarê çalakiyên 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiyê, mêrên ku hatine perwerde kirin semîner dan, di demeke nêzde em ê perwerdeya mêran li Kobanê bidin vekirin. Lê ji bo em vê perwerdeyê bi awayekî serkeftî derxînin serî têkoşîn pêwîste. Me xwast em bi çalakiyên 25'ê Mijdarê de ji bo roja têkoşîna li dijî hişmendî û guhertina hişmendiyê perwerdeya mêran bidin vekirin. Armaca me ji vê perwerdeyê, ewe ku em li civaka xwazayî vegerin û di nava civakê de jiyaneke wekhev, azad, karbeşî hebe."