Di 8’ê Adarê de jinên Îdbilê zoriyên xwe yên jiyanê nîşandan

Jinên koçberên di kampên penaberan ên Îdlibê de dijîn diyar kirin ku haya wan ji 8’ê Adarê nîne û gotin: “Xeyalên me jinên koçberên Îdlibê peydakirina stargehekêye ku em bikarin têde zarokên xwe bidin jiyîn.”

SÛHÊR EL-ÎDİLİBÎ

Îdlib  – Roja Jinên Cîhanê her sal bi ser Jinên Îdilibê re derabs dibe. Dilgiranî û rewşa wan a ku hîna baştir nebûye bi xwe re zehmetiyan tîne. Tevî têkoşîna wan ya dirêj ji bo bidestxistina beşeke biçuk a bidestxistina mafên xwe û jiyanek asayî jî hîna di nava zoriyên mezin dene. Jinên di kampên penaberan de bi zoriyên jiyanê re têdikoşin bi wesîleya 8’ê Adarê zoriyên xwe bi ajansa me re par kirin. 

“Daxwaza min sitargeheke zivistanê zarokê xwe têde xwedî bikim”

Ji jinên nava kampan bi zoriyan re têdikoşe Rîm Jawad a 30 salî got ku Roja jinên Cîhanê ji bo wê nayê ti wateyê bi taybetî ji ber şert û mercên dijwar ku ev deh sal zêdetire têde dijî  û wiha lê zêde kir: "Ez ji gundewarê başûrê Îdlibê me û li kampa Qah bi çar zarokên xwe re dimînim. Xeyala min a herî mezin ew e ku di stargeheke baş de bijîm, bê ku di zivistanê de bê mal bimînin. Dema ku konê me bi bahozan û lehiyan tê şûştin û ji germahiya havînê konê min bike cihekê bê tehemûl. Jiyana me bûye kabûsek ku bi guherandina demsalan, şert û mercan ve girêdaye. Em di her kêliyê de ji koçkirina xwe ditirsin  û li ser zarokên xwe ji vê jiyana ku hemû mafên wan ên perwerde û lîstikan bi ewlehî ji wan standiye ditirsin.”

"Zoriyên jiyanê wisan kir ku em rastiya jiyanê baştir bibînin "

Safiya El-Qedûr a 35 salî jî got ku wê konê xwe bi xaniyek bi dîwarên kelpîç û banê plastîk veguherandiye piştî ku wê kon rakir û ev avahî li şûna wê çêkir difikirî ku wê serkestinek mezin li hermberî heveryên xwe yên li kampê bi dest xistiye û wiha berdewamkir:"Bêhêvtiya min di başkirina rastiya jiyana me de bû sedema ku ez vê biryarê bi lêçûna herî kêm hilbijêrim da ku çêtir bijîn belkî ji jiyana konê ku bi baranan yekem re bêyî hişyariyê zû tê hilweşandin her çend ev avahiyane di rewşa herî baş de ye. Jinên Îdlibê hewl didin şert û mercên xwe yên dijwar li kampa koçeberan baştir bikin.”

"Jinên Sûriyê çend salin di nava zehmetiyan de ne"

Xebatkara civakî Aliya El-Celûm a 40 jî got ku ew di wê bawriyê de ye ku jinên Sûriyê tevî hemû şert û mercên dijwar hê jî li dijî bêhêviyê li ber xwe didin û hewl didin ku dinav îmaknên tune de jiyana xwe berdewam bikin û wiha pêde çû: "Divê ew biçin alîkariya wan bikin ku çareseriyek rast bibînin, ji bo ku ew du caran nefikire ku ew bi zarokên xwe re bi ku ve biçe dema ku konê wan li ser serê wan de tê hilweşandin.  Bê cîh û warbûnê êş û azara jinan girantir kiriye û gelek ji wan hîna nekarin xwe bi rastiya êşa barkirina konan ji cihekî biçin cihekî din  û ji nişka ve ji jiyana malê û aramiyê derbasî jiyana konan bibin hînî zehmetiyê bûne."

Aliya di dawiya axaftina xwe de ragihand ku çend raport hene diyar dikin ku kirîza koçberên li Îdlibê niha beşa herî trajîk a şer temsîl dike, her wiha Neteweyên Yekbûyî dibêje ku zêdetirî 832,000 sivîl ji malên xwe derketine ku piraniya wan zarok û jin in.