"Dewleta ku ev êş bi min dayî jiyîn tucarî efo nakim"

Fehmi Tosunê ji bo ku cerdevanî qebûl nekir, gundê wî hat şewitandin û ji Licê sirgûnî Stenbolê hat kirin, di 1995’an de bi hevalekî xwe re hat binçavkirin û careke din jê agahî nehat girtin. Kiymet Zengîn a xwişka wî, dibejê ku ew ê heya nefesa xwe ya dawî hesabê birayê xwe û windahiyên din bipirse.

Fehmi Tosunê ji bo ku cerdevanî qebûl nekir, gundê wî hat şewitandin û ji Licê sirgûnî Stenbolê hat kirin, di 1995’an de bi hevalekî xwe re hat binçavkirin û careke din jê agahî  nehat girtin. Kiymet Zengîn a xwişka wî, dibejê ku ew ê heya nefesa xwe ya dawî hesabê birayê xwe û windahiyên din bipirse. 
MEDÎNE MEMEDOGLU
Amed- Fehmî Tosun tenê yek ji wan navan e ku wêneyê wî her roja Şemiyê di çalakiya li qada Galatasarayê tê lidarxistin de tê hilgirtin e. Fehmî Tosun, piştî ku gundê wî hat şewitandin, ket zindanê, piştî ku derket, ji ber zextan berê xwe da sirgûnê. Wêneyê wî jî wekî yên bi sedan salên dijwar ên 1990’an tînin bîra mirov. Xizmên Fehmî Tosun jî bi salan e ji bo dîtin û darizandina kiryaran têkoşîna xwe domandin.
Fehmî Tosun ê ku li Gundê Licokê yê Licê dijiya, di sala 1991’ê de leşker davêjin  ser mala wî. Malbat û xizmên Fehmî Tosun ên ku di serdegirtinê de tên binçavkirin heqaret li wan tê kirin. Fehmî Tosun piştî binçavkirinê sewqî dadgehê tê kirin û 5 sal ceza lê tê birîn. Fehmî Tosun ku nêzî 4 salan di girtîgehê de dimîne, piştî ku ji girtîgehê derdikeve bi malbata xwe re koçberî Stenbolê dibe. Fehmî Tosun piştî ku li Avcilarê bi cih dibe, di 19’ê Îlona 1995’an de di demjimêr 10:00’an de, li gel hevalê xwe Huseyîn Aydemîrê ku ji Amedê ye, ji mala xwe derdikeve. Di heman rojê de, li derdora demjimêr 19:00, wesayîdek spî ya renaultê tê ber malê. Di wê demê de keça wî û bîraziya wî ya ku dihatin malê û kurê wî dibînin ku bavê wî tînin û hevjîna wî Xanim Tosun dibîne ku kesên bêtêl bi wan re ye dixwazin Fehmî Tosun bibin bexçeyê pişt apartmanê. Fehmî Tosun ku fêhm dibîne Xanim Tosun jî li ber pencereyê ye, xwe davêje erdê û dest bi qîrînî dike dibêje; "Ew ê min bikujin, bigihîjin min" û alîkariyê dixwaze. Heta ku Xanim Tosun tê xwarê wî li wesayîdê siwar dikin û dibin. Xanim Tosun li pey wesayîdê dibeze lê nikare bigihîjê. Piştî wê rojê, êdî agahî ji Fehmî Tosun nayê girtin.
Serlêdan bê encam man 
Xanim Tosun wê rojê serî li Qereqola Avcilarê dide. Jimara plakaya ku hatibû nivîsandinê dide û gilî dike. Ew di heman şevê de diçe mala Huseyîn Aydemîr û fêr dibe ku ew jî venegeriyaye malê. Roja din, diçe Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya li Beşîktaşê û gilî dike. Piştî wê rojê, Xanim dîsa diçe dozgeriyê û Dadgeha Ewlehî ya Dewletê. Gava ku ew sê roj şûnda diçe Dadgeha Ewlekariya Dewletê, daxwaznameyê didin Xanim Tosun û jê re dibêjin ku divê daxwaznameya xwe bişîne cihê ku Avcilar girêdayî wî ye. Xanim Tosun, ku gelek caran daxwaznameyek pêşkêşî dozger kiriye, paşê serî li Komeleya Mafên Mirovan dide. Çend meh piştî bûyerê, dema ku Xanim Tosun li malê ye, telefonek tê. Dengek li ser telefonê  û destpekê jê re dibêje bisekine, piştre dengê çend guleyên çekan tê bihîstin. Piştî gulebaranê telefon qut dibe. Gefên bi telefonê demek dirêj berdewam dikin. Ê ku telefon vedikir xeberan digot û dûre bi sondxwarinê digirt. Xanim Tosun der barê vê yekê de jî gilî dike lê encamek jê dernakeve. Di 26 salên borî de, tu agahî ji Fehmî Tosun nehatiye girtin û ne jî gihîştine cenazeyê wî.
‘Ez êşên ku me kişandine, ji neviyên xwe re vedibêjim’
Yek ji wan kesên ku bi salan e ji bo Fehmî Tosun tekoşîna edaletê  didomîne xwişka Fehmî Tosun, Kiymet Zengîn e. Dibêje ku ew ê êşên dewletê bi wan dane kişandin ji bîr neke, tiştê ku di salên 90’an de jiyaye ji neviyên xwe re vedibêje. Kiymet Zengîn diyar kir ku birayê wî bêsûc û neheq hatiye kuştin û dipirse û wiha didomîne: “Gelo dewlet dê rojek wan berde? Ez ji xwe dipirsim. Em nizanin ka çi bi wan kirin, wan veşartine yan kuştine. Wan mirovan li gundên xwe karên xwe yên li gund dikirin. Birayê min dizî nekir; tiştek bi kesê nekir. Fehmî kesek sivîl bû, ez nizanim dewletê çima wan ewqas hedef girt. Ez ê tu carî dewleta ku bû sedema vê êşê efû nekim. Ez li pey doza birayê xwe me û dê tu carî gavek bi şûndê neavêjim. Ez ji neviyên xwe yên 2-3 salî re behsa tiştên ku dewletê anînê serê me dikim."
‘Hemû tişt, ji ber Kurdbûnê hatin serê me’
Kiymet Zengîn diyar kir ku ew nizanin çi hatiye serê Fehmî Tosun, çima hatiye binçavkirin lê ew baş dizanin ku di arşîva dewletê de bersiva van pirsan hemû hene lê ji wan re nayê gotin û  diyar kir ku ji ber Kurdbûnê zilma ku nedîtibin nemaye. Kiymet Zengîn got ku çi bibe bila bibe, ew ê heta sax bin li aqubeta windahiyan bipirsin û wiha bi dawî kir:
"Ez mirov im û ez ê lêgerîna xwe ya ji bo windahiyan bidomînim. Dewlet dizane çi bi wan bûye lê em nizanin. Ji bo van mirovên windabûyî, dewletê yek ji wan kiryaran jî danerizand ji ber ku ew ji bo wan dixebite. Çeteyên dewletê hê jî li derve dibêjin em ê xwîna Kurdan vexwin. Ew zilm û heqaretê li me dikin. Em li mirovên xwe digerin. Em nabêjin em ê xwîna kesek vexwin. Ew van gotinan dibêjin û xwîna me dirjînin ji ber ku em Kurd in. Em bi sedsalan li vir in, em li vir hatin dinyayê li vir jiyan, em li vir mezin bûne. Lê ew qet vê yekê qebûl nakin. Ji destê wan çi zilm û nefret hatibe li dijî me kirin. Lê ne em û ne jî zarokên me tu carî tiştên ku anîn serê me ji bîr nakin.