Dev ji warê xwe yê ku 3 caran jê hat sirgûnkirin berneda
Faîqe Bayram tevî ku gundê wê hat şewitandin jî xwest vegere axa xwe dest ji warê xwe yê ku 3 caran jê hat sirgûnkirin berneda. Tevî gefên şewitandin, operasyon û mirinê jî vegeriya gundê xwe û jiyana nû ji xwe re ava kir.
Amed- Li Kurdistanê her kevir, dar, gund û jin xwedî serpêhatiyek e. Ev serpêhatiyên ku çil sal in bi gotina “Erdnîgarî çarenûs e” tên jiyîn, xwe dubare dikin, her bûyer û her cara ku behsa zilma salên 90’î tê kirin, her tişt zindî dibe, weke îro di bîra hemû kesan de cihê xwe digre. Ji şewitandina gundan bigre, heta zextên cerdevanan, ji îşkenceyên li meydanên gundan heta bûyerên kuştinên kiryar nediyar hemû tişt hê jî di bîra me de zindî ne. Îro ji Licê, heta Pasûrê, ji Nisêbînê, heta Cizîrê, bi kurtasî her derê Kurdistanê, dar, kevir û mirovên ku şahidên van bûyeran in hene. Her çîrokek xwedî cih û wateyek cuda ye, îro em ê çîroka jineke Kurd a li gundekî Pasûrê ku dewlet av û cereyanê nadê vebêjin.
3 caran ji gundê xwe hat derxistin
Çîroka Faîqe Bayram a ku bi salan rastî sirgûn, îşkence û çewisandinê hat, ji bo bi hezaran dayikên li herêmê dijîn nas e. Faîqe Bayram bi gotina "Ji gunde min tenê dara ku şahidiya wan rojan kir û em man" dest bi axaftina xwe kir, dara ku behs dike dareke ku ji salên 90'î vir ve li ser piyan maye ye. Dara ku tevî şewat û operasyonan jî bi salan li benda cîranên xwe bû, îro ji bo kesên ku nû vedigerin gund dibe bîreke bêdawî.
Ev serpêhatiya gelek jinên Kurd e
Dixwazim qala çîroka Faîqe Bayram bikim ku dê ji me hemûyan re bê gotin û bê axaftin. Faîqe Bayram a li gundikê Bîrazeyna yê gundê Temiran ê Pasûrê dijî, ji sala 1994'an û vir ve 3 caran bi hinceta "ewlehiyê" ji gundê xwe hat sirgûnkirin. Di sala 1994'an de piştî ku gundê wan hat şewitandin mala xwe neterikand lê bi darê zorê ji gund hat derxistin, dîsa bi malbata xwe re di rojên cuda de du caran vegeriya gundê xwe yê ku jê hatibû sirgûnkirin. Faîqe Bayram a ku piştî di sala 1996'an de birayê wê Mehmet Şîrîn Bayram hat binçavkirin careke din agahî jê nehat girtin, di dawiya çîroka xwe de wiha got: “Li beramberê tiştên ku gelek kesan jiyane, bûyerên min dîtin ne tiştek e. Dê ev zextên bi armanca çewisandinê bi dawî nebin lê em ê berxwedana xwe bidomînin.”
'Sibehek ji nişka ve gund û malên me hatin şewitandin'
Dema ku Faîqe Bayram bi gotina; "Ewqas giran bû ku zehmet e mirov tiştên me jiyane” behsa serpêhatiya xwe dike lê guhdarî dikim, ez jî heman zehmetiyê dijîm. Lê divê ez guhdarî bikim. Divê îro ez guh bidim her jin û zarokek ku dixwazim li ser axa xwe bibin dengê wan. Tiştên ku wan jiyane nedîtiye lê wek keseke ku dê li vir binivîsîne ez ê lê guhdarî bikim, ji bîr nekim û nedim jibîrkirin. Em bi serpêhatiyên ku Faîqe dibêje, diçin mehên payîzê yên sala 1994’an. Faîqe Bayram dibêje ku rojekê serê sibehe saet di 06.00’an de ji mala xwe bi bihîstina dengê helîkopterê re derketine, der barê tiştên ku vê salê heta îro jiyane de wiha dibêje: “Her tişt ji nişka vê tê ber çavên min. Mehek tarî, bi zulm û heqaret derbas bû. Wê rojê bayê wisa sar hebû ku me digot qey berf dibare. Serê sibehê di seat 6’an de, beriya ku roj derkeve, me dît ku hemû gundên derdora me dişewitin. Piştî ku me alawiyên agir dîtin, em ketin malên xwe û me ji bo zarokên xwe cil û bergan û betaniye girtin ba xwe. Ji wê kêliyê û pê ve me fêm kir ku dê mal û gundê me jî bên şewitandin. Piştre ji nişka ve dora gund girtin. Bêyî ku li bendê bin em destên xwe bavêjin tiştekî, gotin 'Destên xwe rakin, nelivin.' Zarokên me li cihekî digiriyan, ajalên me li derve bûn. Dema leşker ketin malan, dest bi belavkirina her tiştî kirin. Dema ku malên me dişewitandin, em ji bo vemirînin li avê digeriyan. Lê cihê ku tenê av lê hebû bîra li binê gund bû, leşker çûn derdora bîra girtin û nehiştin em biçin avê binîn.
‘Wê rojê dar çiya û mirov diqîriyan'
Hemû malên gund şewitandin. Wê rojê em hemû çûn mala mamê min ê ku tenê mala wî nehatibû şewitandin. Dengê ku dema em diçûn malê me bihîst qîrîn bû. Her der dişewitî, gel diqîriya, daristan dişewitîn û dîsa dengê leşkeran dihat. Hemû zarokên biçûk ên ku agir dîtin, digotin 'Av, av.' Yek ji me nikaribû ji wan re avê bîne. Zilm û agir wisa mezin bû ku em nikarin wan rojan ji bîr bikin û ne jî bi vebêjin. Dapîra min wê rojê ji leşkeran re got, 'malê neşewitînin, ev zarok ji tîbûnê mirin', dema ku wisa got leşkerek jê re got, ‘dengê xwe dernexe, ez ê we bavêjim hundirê vê malê û li agir berdim herim.’ Wê rojê gundê me şewitî, tiştek nema. Malbateke ku mala wan şewitî, li kêleka mala xwe ya ku wê rojê şewitîbû, kulûbeyek ji daran çêkirin û tê de man. Hemû xizmên min ên ku malên wan hatin şewitandin çûn Amedê. Tenê mala min û ya xezûrê min ma. Em li gund tenê malbatek man. Piştî şewatê me vê zivistanê li gund derbas kir. Wê demê jî hefteyê carekê dihatin gund û li mala ku em lê diman operasyon pek dianîn.
‘Me bi zorê ji malê derxistin û birin pasûrê!’
Di destpêka Adara 1995'an de xezûrê min binçav kirin. Me 3 rojan jê agahî negirt. Piştre hatin mala me û ji me re gotin, ‘An hûn ê ji vir derkevin an jî em ê topekê bavêjin gundê we. Piştî vê yekê jî em ji gund derneketin. Piştî wan gefan hatin û ajalên me û me xistin wesayîdek û arasteyî berê xwe dan Pasûrê. Dîsa berf û baran hebû. Piştî ku em ji gund derketin, em çûn gundekî nêzîk û rûniştin lê leşkeran dora malê dorpêç kirin. Em hemû birin qereqola polîsan. Hemû tiştên me avêtin nava heriyê. Wê rojê jî nehiştin betaniyeya zarokê xwe yê 6 mehî jî bigrim. Ji wî gundî em li kamyonekê siwar kirin û şandin Pasûrê. Ji leşkeran re jî agahî şandibûn gotibûn, “Van nebin malê, bibin qereqolê.” Dema ku em gihîştin Pasûrê, pêşiya me girtin û gotin em ê we bibin qereqolê, min got, "Ger hûn me bibin qereqolê em ê xwe bavêjin ber traktorê." Piştî wê em rabûn û çûn malê. Vê rojê hemû leşker li dora malê man. Piştî rojeke îşkenceya cerdevanan, em ji wê malê birin maleke din. Em bi mehan li mala ku em çûn wê man, wan rojan her roj dihatin birayê hevjînê min dibirin û di seet 03.00’an de danîn li ber deriyê malê datanîn. Her roj îşkence lê dikirin. Em bi mehan bi vî awayî man.
Birayê wê Mehmet Şîrîn Bayram di binçavan de hat windakirin!
Di wan rojan de dema ku me dixwest em werin gund, em neçar diman belgeya destûrê bigrin. Piştî ku salek em li Pasûrê man, ji wê derê derketin û bi derfetên xwe vegeriyan gund. Tevî operasyon û zextan jî em li wir man. Wê dema ku em li gund bûn, birayê min Mehmet Şîrîn Bayram destpêke hat cem me û piştre çû gundê Temiran. Piştî ku birayê min li wî gundî hat binçavkirin êdî me tu agahî jê negirt. Sal derbas bûn û em hê jî nizanin çi bû, çi hat serê wî. Piştî ku birayê min winda bû em dîsa ji gund derketin, vê carê kô em koçî Amedê bûn. Piştî ku em demek li wir man, xezûrê min di sala 2006’an de vegeriya gund. Piştî wî em jî vegeriyan. Em vegeriyan vê derê û me xaniyek çêkir dest bi jiyana nû kir. Wekî min zarokên min jî li gundê min mezin dibin.
‘Tenê jinan û darên gund vê rojê qet ji bîr nekirin…’
Li tu qadê rehetî nedan me. Heta niha jî zilme dewletê li ser me ye. 3 caran me ji gund koç kirin lê piştî her 3 caran em ji nû ve vegeriyan. Em tevî her tiştî li vir in, me dev ji axa xwe berneda. Niha em hemû ji nû ve vegeriyan gundê xwe. Yên ku venegeriyan jî hêdî hêdî tên û xaniyan çêdikin. Li gorî tiştên gelek kesan ji me jiyane me tiştek nedît. Ne wek Sûr, Cizîr û Nisêbînê bû lê zilm dîsa dijwar bû nayê jibîrkirin. Ew roj ji ber çavên me naçin. Ev zilm û zordarî heye lê em dîsa jî li ber xwe didin. Em çi bibêjin vala ye, ez çiqas ji te re bibêjim jî xilas nabe. Hemû jinên li vir wan rojan bi bîr tînin. Pêşî em jin, paşê ev dar, hemû tişt deqe bi deqe wan rojan tînin bîra xwe. Em ê ji bîr nekin jî lê tevî wan rojan berxwedan û mayîna li vir me li ser piyan digre.”