Dermanên xwezayî bi destên jinan tên çêkirin
Endama Navenda Jiyan a Dermanên Xwezayî Şehnaz Hesen got ku careke din pîşeya dermanên xwezayî bi destên jinan çêdibe û da payin ku ew ji 108 cureyên gihayan tevî hilberînên sewalan, dermanên gelek nexweşiyan dibînin.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo- Dema ku dîrok were kolandin em ê bibînin ku hemû pîşeyên niha bi destên mêr tên bikaranîn û ji jinan re di bin navê urf û adetên civakî de hatine qedexekirin; hemû bi zanista jinan hatine keşifkirin û pêşxistin. Yek ji girîngtirîn mijarên eleqedarî civakê jî tenduristî ye. Jinan bi xwe, dermanên xwezayî ku ji gihayên çolê pêk tên afirandin û di roja me ya îro de jî ev çand careke din jiyanî dibe.
Ji bo çêkirina dermanên xwezayî ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, 8 meh in amadekariya Endama Navenda Jiyan a Dermanên Xwezayî tê kirin. Navendê zindîkirin û jiyanîkirina zanista jinê di warê dermanên xwezayî de girtiye ser xwe. Endama Navenda Jiyan a Dermanên Xwezayî Şehnaz Hesen têkildarî vê mijarê axivî.
Vedigere destên xwediyên xwe yên yekem
Şehnaz Hesen got ku karê niha ew dikin xwedî dîrokeke kevnar û dirêj e û wiha domand: "Çêkirina dermanên xwezayî dibe ku li herêmê nû be lê belê dîroka wê vedigere destpêka mirovahiyê, dema ku jinan ew derman bi xwe keşif kirin, ji bo tenduristiya civakê bi kar anîn. Mirov vegere dîrokê, wê her tişt ronî bibe. Yên ku ev pîşe û zanebûn ji jinan girtin jî zilam bûn lê belê niha em hewldana vê yekê didin ku hemû zanistên ji jinan hatine dizîn, vegerînin xwediyên wan ên yekem."
Semad gelek cureyên gihayan şewitand û winda kir
Şehnaz Hesen got ku naskirina erdnîgariyê zehmetiyek çêkiriye û wiha pêl da gotinên xwe: "Yek ji zehmetiyên me nenaskirina erdnîgariyê û devera çêbûna cureyên gihayan bû, mînak hin giha hebûn lê me nizanibû li kîjan herêmê û di kîjan axê de şîn dibin. Bi hevkariya civakê em ji çolê û ji nava zeviyan gihayan kom dikin. Bi barîna baranê re bêtir giha şîn bûn. Hinek cureyên gihayan niha winda ne, li herêmê nayên dîtin û sedema wê jî vedigere bikaranîna semada kîmyewî ku zirarê bêtir dide erdê û şewitandina gihayên cur be cur. Hin cihên erd ku semad negihîştiyê, her sal gihayê xwe nû dike û tovên xwe belav dike. Hemû giha xwedî sûd in, dibe ku gelek jin û civak bi giştî girîngiya wê nizanibin lê belê rastiyeke wê wiha heye. Her demsal em li çiya, çol, beyar, newal û ji nava zeviyan dest bi berhevkirina gihayan dikin."
Dermanê ji 108 cureyan tê çêkirin, ji tedawiya nexweşiyan re bêsînor e
Şehnaz Hesen pêvajoya piştî komkirina giha û çawaniya çêkirina dermansn wiha tîne ziman: "Pişî komkirinê, tên paqijkirin, hişkirin û piştre tê hêrandin. Hinek giha tên hêrandin, hinek jî bi şînahiya xwe tên çêkirin, hinek jî tenê tovê wan tên berhevkirin. Her gihayek xwedî erkek e lê dema em 3-4 cureyan tînin cem hev erka wan bihêztir dibe. Ji 108 cureyên giha, tov û hilberînên sewalan û hemû cureyên lawiran, em dermanên xwezayî diafirînin. Ji dermankirina nexweşiyan re bêsînor e. Ji penceşêrê bigre heta şekir, kolon, kêmbûna xwînê, xurtkirina rehên por û ji bo gelek nexweşiyên çerm û hwd. tên bikaranîn. Gelek tov ji Kurdistanê û gelek welatên Ewropayê ji me re hatin lê niha em hewl didin di zeviyê ku me amade kiriye de wan tovan biçînin, dibe ku di axa me de jî şîn bibin. Em ji axa xwe hilînin baştir e, ji ber paqijiya giha û tovan pir girîng e. Sedema şînnehatina gelek cureyan li ser axa me ew e ku ax û avhewaya herêmê ji herêmên derve gelek cuda ye."
Dermanên xwezayî û kîmyewî dikarin bi hev re werin bikaranîn
Şehnaz Hesen got ku dermanên xwezayî û kîmyewî dikarin bi hev re werin bikaranîn û wiha pêde çû: "Nexweş dikarin dermanên xwezayî û yên kîmyewî ku ji dermanxaneyan digrin, bi hev re bi kar bînin lê hin rewşên îstîsnayê hene ger nexweş dermanên dil û tansiyonê bi kar tînin û nikarin dest jê berdin, em li vir nikarin dermanekî din bidin wan. Ger nexweş dermanê xwezayî yê şekir bigrin, pêwîstiya bikaranîna dermanê kîmyewî nake, ji ber dermanê me sûda wê bêtir heye. Ji bo çêkirina zeytê ji 3-heya 4 mehan didome lê li gorî cureya wê. Ji bo çêkirina zeytê tîrêjên rojê û germahî bêtir rol dilîze. Dema bidawîbûna derman jî heye, kapsûl heya salekê tên bikaranîn, zeyt jî dikare heya 4 salan were bikaranîn, ji ber ku çiqas kevn û tîr dibe bêtir sûdê dide. Di dermanên ku em çêdikin de, madeyên temenê dermanan dirêj dikin em li ser zêde nakin ji ber ku dema tevlî derman dibe, bandora wî dermanê xwezayî dikuje."
Tedawiya fizîkê
Şehnaz Hesen da zanîn ku tedawiya fizîkî jî heye û wiha bilêv kir: "Ji ber ku bi şev û roj ked didin mil, çong, ling û movik hemû diêşin an jî tevgera wan kêm dibe û pê re hestiyên laşê mirov hemû diêşin. Ya herî zêde pê re rû bi rû dimînin jî dayik in ji lewre em li vir tedawiya fizîkê ji wan re çêdikin û gelek hatine tedawiyê û baş bûne. Di tedawiya fizîkê de em melhem û zeytan jî bi kar tînin, pê re êşa wan rehet dibe û movikên piştê jî baş dibin. Sedema pûçbûn an jî êşa di hestî û movikan de hemû jî ji ber acizbûn, qehr û keda ku rojane jin dikşînin û didin e. Armanca me jî ew e ku li şûna dermanên kîmyewî dermanên xwezayî werin bikaranîn pêşxistin û ev alternatîfeke pir baş û bi sûd e. Tu zirarên dermanên xwezayî jî li ser tenduristiya mirovan tune ye. Em dixwazin ji êşên jinan û hemû kesên civakê re bibin bersivek xurt."
Ji dapîran bigihîje ber destên zarok û neviyan
Şehnaz Hesen bi vê daxwazê dawî li axaftina xwe anî: "Divê jin bizanibe hemû cureyên gihayan derman e, bi vê zanebûnê divê gihayan di mal û baxçeyên xwe de biçînin û ji wan sûd bigrin. Ji ber xwarina bê tendurist, bû sedem ku gelek nexweşî belav bibin. Ji lewre pir girîng e em li gihayan vegerin, pêwîst e zarok û neviyên me jî van agahiyan nas bikin da ku ev çand û zanist bidome. Ji dîrokê ve heya niha hatiye divê ji vir û şûnde jî bi xurtî bidome. Di wextekî de ku ambargo li ser herêmê heye û di peydakirina alavên hêrandina gihayan de em zor û zehmetiyê dikşînin, em hewl didin alîkariya malbatan jî bikin. Ji malbatên xizan û hemû civakê jî em ji bo dermanan pereyên kêm distînin, ji ber gelek cureyên giha û tovan em ji derve dikirin.”