Deq mîrate û çandeke kevnar e

Deq adetek civakî û nîşaneyên xemilandina jinan e, dapîrên me bi salan vê çandê parastine.

YUSRA EL-EHMED

Reqa – Deq li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke çanda bedewiyê tê naskirin. Yek ji mîrateyên civakî yên resen e jinan ji berê ve xêzkirina li ser bedenê ku baldariyek zêde pêwîst dike domandine.

Deq yek ji mîrateyên gelêrî ye taybetmendiyê dide jinan di hemû serdeman de weke nîşaneya ciwanî û xemilandinê ye, madeya ku tê de tê bikaranîn dermanê gelek nexweşiyan e.

Dala Assaf jinek 80 salî ye li bajarê Reqayê dimîne der barê deqên li ser rû û destên xwe dibêje: “Dema ez keçek ciwan bûm min dît jinên ciwan bedena xwe dixemilînin bi taybetî rûyê xwe bi xêzkirina neqşên cuda li ser rûyê xwe lewre min ji xaltîka xwe xwest li ser rû û destên min jî wan şeklan xêz bike.”

Bi sê derziyan deq tên çêkirin

Der barê made û alavên ji bo kutandinê tên bikaranîn de Dala Assaf dibêje: “Pêvajoya kutandinê bi sê derziyan dest pê dike. Jin madeya deqandinê ji xweliya agir çêdikin tevli hinek şîr dikin li ser rû yan dest datînin û pişt re gelek caran derziyê li ser xêzan dixin heta xwîn derdikeve. Piştre madeyek din a ku êşê dikuje datînin ser û dema pêwîst li gorî şêweya ku jin dixwazin didome.”

Dala Assaf li ser şêweyên deq û wateyên wê wiha dibêje: “Jinên ciwan ji şêweyên teyran hez dikin, li ser lingên xwe çêdikin weke bedewiyek, berê gelekan ciwaniya deqa teyr li ser lingên jinan di stranên gelêrî keleporî ciwan de gotine. Jin jî deqandinê bi kar tînin li gel vê yekê jî deq hin nexweşiyên zarokan derman dikin. Şêweyên deqandinê li gorî urf û adetên her herêmê cuda ne, hin şêwe nîşaneya navê eşîran in bi sembolên taybet û navê kesan li ser destan û lingan tevî tiliyan û rû çêdikin bi navê hîlalî; seyalê, balîvê pismam.”

Hunera xêzkirinê baldariyek zêde dixwaze

Kesên vê hunerê bi kar tînin afrîner in ji ber baldariya zêde didin bikaranîna derziyê li ser bedena mirov. Dala Assaf dibêje ku jinan keçên xwe fêrî vê hunerê kirine weke mîrateya nifşan û axaftina xwe wiha bidawî dike: “Madeya berê di kutandinê de bi kar dianîn ji madeyên herî baş bûn ji ber ku dijwar bû jê bibin, ev jî cudahî deqên nû û demkî ye.