Dê çawa pêşî li tecawiza li ser zarokan were girtin?

Li Mexribê zaroka 13 salî ji ber tecawizê ducanî ma ku çendek berê jî bûyereke tecawizê li dijî zarokek din rûdabû. Endamên Komeleya Me Tiqîş Weledî ya ku ji bo mafên zarokan xebatên xwe didomîne diyar kir ku divê hişyariyek di vê mijara sosret de bi civaka Mexribê re çêbibe.

HENAN HARIT 
Mexrib- Destdirêjiyên cinsî li ser zarokan li Mexribê her roj diçe zêde dibe. Herî dawî jî zarokeke ku temenê wê 13 salî bû rastî tecawizê hat. Ev bûyera ku vê dawiyê pêk hat bû sedem ku komeleyên hiqûqî careke din li ser parastina mafên zarokan nîqaşan bikin.
Komeleya Me Tiqîş Weledî yek ji wan komeleyan e ku ji bo parastina mafên zarokan dixebite. Ajansa me, ji bo nîqaşkirina diyardeya destdirêjiyên li ser zarokan bi seroka komeleyê re hevdîtin kir.
Bêguman divê ku hişyariya der barê destdirêjiyên li ser zarokan, di civaka Mexribê de çêbibe. Digel  şikandina sînorê bêdengiya ku dema zarok rastî tecawizê tên. Ew bûyera sosret bi xwe re di warê derûnî de bandorên gelek xirab li ser zarokan çêdike. Seroka giştî ya Komeleya Me Tiqîş Weledî  Necat Enwer diyar dike ku komeleya wan ji bo parastina zarokan dixebite û gelek şaxên komeleyê li gelek herêmên Mexribê hene. Komele ji bo pêşî li destdirêjiya cinsî ya li ser zarokan bigre her wiha bi riya piştgiriya tenduristî, qanûnî û derûnî alîkariya malbatên zarokên wan rastî tecawizê hatine dike. 
Ev komel e di hemû pêvejoyan de alîkariya zarokên qurbanî dike, ji tenduristiyê bigre heta ya qanûnî  xwe wekî aliyekî sivîl dihesibîne.
Komeleya Me Tiqîş Weledî di dema belavbûna nûçeya zaroka bi nave A.F ku rastî tecawiz hat di cî de pêwendiyên xwe bi malbatê re çêkir da ku alîkariyê pêşkêş bike
Destpêka bûyerê 
Dayika zaroka bi nave A.F tu carî texmîn nekir ku pijîşik jê re bibêje ku keça te ya 13 e salî ducanî ye. Ev bûyer wekî birûskekê li nav tevahî niştecihên bajarê Cir Sêf ku li rojhilatê Mexribê ye belav bû. Raya giştî di wê şoqê de man, gelek kesan pirsîn ka kî ye û yê tecawizkarê vê zaroka biçûk?
Agahî gihîşt koordînasyona komeleya Me Tiqîş Weledî ya ku li ser asta Rojhilata Navîn kar dike. Koordînasyonê agahî kom kirin û ji bo zelalkirina bûyerê pêwendî bi peywirdarên ewlehiyê û malbata zarok re danî kir danî.
Aşkerekirina bûyerê
Piştî hevdîtina endamên koordînasyonê bi malbatê re tiştên veşartî hatin aşkerekirin. Diyar bû ku keçik berê ji aliyê xortekî ku li wê herêmê niştecih bûye ve rastî tecawizê hatiye û ji tirsa rûreşiyê malbat bêdeng maye, der barê tecawizkar de tu serlêdana qanûnî nekirine.
Dayika keçika ku bi dayik û zilamê dayika xwe re dijî, dibêje ku piştî tecawiza ji aliyê wî xortî ve, gelek caran kurê apê wê bi hinceta serdanê dihat mala wan. Piştî wê demê ew bi meseleya tecawizê hesiyaye. 
Ducanîbûn û kurtaj
Ji Koordînesyonê Komeleya Me Tiqîş Weledî Ibrahîm şêxem destnîşan kir ku diyar bûye piştî hefteyekê bebika di zikê zarokê de miriye. Hêjayî gotinê ye ku polîsên dadgehî di 22 yê Sibatê de karibûn ew kesê ku hewl dida bireve her wiha sûcdarê sereke di doza ducaniya zaroka 13 e salî de bigrin. Koordînasyona komeleyê da zanîn ku ev bûyera yekem e ku ku di encamê de zarok ducanî bûye.
Aktîfkirina qanûnî
Ibrahîm Şêxem daxwaz kir ku biryarên hişk der barê tawanên destdirêjiya cinsî li ser zarokan de werin girtin û got ku divê dadgeh li hemberî van kiryaran hişk be her wiha divê teqez pêşî li van reftarên ku nêzî rûmeta zarok dibe bigire.
Zarokek din di heman hefteyê de rastî tecawizê hatibû
Di heman hefteyê de bûyerek din a tecawiza li zarokek din, li bajarê EL-Eraiş li başûrê Mexribê deng veda. Koordînasyona niştimanî ya Komeleya Me Tiqîş Weledî hewl dide ku xwe bigihîne malbata zarokê û piştgiriya wan bike.
Li gorî agahiyan, zaroka biçûk ji aliyê kesekî ku 3 sal in têkiliya wî bi zarok re hebûye ve, rastî tecawizê hatiye. 
Li ser meseleya ku dê qanûn karibe zarokan ji destdirêjiyên cinsî biparêze, ji koordînasyona Komeleya Me Tiqîş Weledî Mihemed EL-Teyib destnîşan kir ku li Mexribê qanûnên ku dilê mirov hênik dikin hene lê domandina diyardeyê dihêle ku em daxwaza biryarên din ji bo cezayên girantir dikin.
Pêdiviya şikandina tabûyê
Li ser diyardeyê û xetera wê, serokê Komeleya Me Tiqîş Weledî Necat Enwer dibêje ku divê hişyariyek di nav civaka Mexribê de were afirandin ku bi rastiya destdirêjiyên li ser zarokan zanibin û pêdivî bi şikandina tabûyê heye her wiha divê ku tedbîrên parastinê ji bo destdirêjiya cinsî ya li ser zarokan werin zêdekirin.
Seroka komeleyê da zanîn ku komeleyê delîlek der barê berpisyariya zarokan de bi dest xistiye ku ev gaveke mezin e ji bo li hemberî van destdirêjiyên cinsî şer bike.
Ji bo perwerdeya cinsî rêzikname 
Necat Enwer hêvî dike ku perwerdeya cinsî di hemû saziyên perwerdeyê de were dayîn ji ber ku girîngiyeke wê ji bo parastina zarokan heye. Li ser hişkbûna qanûnî ku tenê dikare li hemberî vê diyardeya tecawizê li Mexribê bisekine jî; Necat dibêje ku ew tenê ne bes e. Ji ber ku divê em li ser mufredatên perwerdeyê bisekinin û xwe nêzî malbat û zarokan bikin
Hejmara bûyeran
Asta tecawiza li ser zarokan di salên dawî de gihîşt ji sedî pêncî û ji sedî heftê ji wan ji aliyê xizmên xwe ve rastî tecawizê hatine. Tevî ku Wezareta Dad û Azadiya Mexribiyan hin sererastkirin çêkirine jî dîsa ev hejmar rastiyeke bi xeter li ser diyardeya tecawiza li dijî zarokan nîşan dide. Jixwe di van bûyeran de xizim û cîran di asta yekemîn de cih digirin dûre yên xerîb ango ji derveyî xizm û cîranan hene.
Qanûna cînayî ya Mexribê dê her kesê ku temenê wan ji 18 salan zêdetir e û destdirêjiyê cinsî dike, ji 2 sal heta 5 salan ceza bike. Jixwe ger ku tecawiz bi şîdet li dijî zarokek astengdar were kirin dê ceza hîn bilindtir bibe ku dê kujer ji deh salan heta pîst salan di zindanê de bimîne.
Her wiha vê cezayê zêdetir jî dibe lewre dema ku kes ji malbatê be yan jî yek ji sedemên ku hiştibe ev bûyer pêk were wê demê ew di navbera bîst-sih salan de di zindanê de dimîne