Dayikên Şemiyê: Zilma ku we bi me dayê jiyan kirin, em ê ser dirokê binivisîn

Dayikên Şemiyê ku li hemberê carêk din dorpeçkirina qada Galatasarayê bêrtek nîşan dan, balkişandin ku ew ê dest ji Galatasarayê bernedin û gotin:” Zilma ku we bi me dayê jiyan kirin, em ê ser dirokê binivisîn."

Dayikên Şemiyê ku li hemberê carêk din dorpeçkirina qada Galatasarayê bêrtek nîşan dan, balkişandin ku ewê dest ji Galatasarayê bernedîn û gotin:” Zilma ku we bi me dayê jiyan kirin, em ê ser dirokê binivisîn."
Stenbol- Dayikên Şemiyê, 861’emîn çalakiya xwe ya bi armanca cezakirina kûjeran û pirskirina aqûmeta xizmên xwe yên di binçavan de hati windakirin, ji ber qedexebûna qada Galatasarayê li ser medya dijîtal lidarxistin. Dayikên Şemiyê ku gotin: ” Em ê ne dev ji windayên xwe, ne jî qada Galatasaray bernedin” li hemberî qedexê kirina qada Galatasarayê bertêk nîşan dan. Qada galatasarayê di 25’ê Tebaxa 2018’an ve ji wan re hatibû qedexê kirin. Di şeva 21’ê Îlonê de dorpêç hat rakirin û di şeva 23’ê Îlonê cardin hat dorpêç kirin. Di civina ku li ser medya dijîtal hat lidarxistin de Maside Ocak a xwuşka Hasan Ocak ku 1995’an hati bû windakirin û dayika wê Eminê Ocak axivî.
"Qad dibin dagirkeriyê de ye"
Ji Dayikên Şemiyê Masîde Ocak, diyar kir ku ji roja ku ew çûne Qada Galatasarayê û vir ve gelek desthilatdarî guherîn û wiha axivî: “Lê tu carî hişmendiya desthilatdariyê neguherî. Desthilatdariya dawî ya ku navê 'edalet' li xwe kiriye, daxwazên edaletê bi tu awayî pêşwazî nake. Berevajî Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê ku daxwaza edaletê dikin, qedexe kir û ew anîn ber dirizandinê. Ev desthilatdar dixwaze Dayikên Şemiyê yên pirsa zarokên xwe dikin, bitirsîne û wan bikişîne dadgehan ji ber ku dibêjin 'zarokên me li ku ne."
Ocak, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji bo ku ew neyîn li qada ku dilê Stenbolê ye derdê xwe venebêjin û dengê xwe nedin bihîstin, li gel tê girtin. Em Qada Galatasarayê weke cihê gorên xwe dibînin. Lê polîsan bi çekên giran, tomayan, wesayîtên binçav kirinê û bariyerên pola dagir kirin e." 
Bang li desthilatdariyê kir 
Ocak, destnîşan kir ku daraz li şûna ku ji vê qedexeyê re bêje "raweste" binpêkirina mafan zêdetir dike û ev bang li desthilatdariyê kir: “Daraz divê her tim alîkariya kesên mafên wan tên binpêkirin bike. Dayikên Şemiyê mafên xwe yên qanûnî bi kar tînin. Dayikên Şemiyê dibêjin, ‘pirsgirêka me pirsgirêka kabînê ye.’ Em bang li xwediyên desthilatdariyê dikin. Mafê kombûna aştiyane bi destûr û peymanên navneteweyî hatiye misogerkirin. Hilbijartina cihê kombûyîna me, parçeyekê vî mafiye. Çekên xwe yên giran û bariyerên xwe ji Qada Galatasarayê paşve vekişîn in. Ji Qada Galatasarayê ku we dagir kiriye, derkevin. Dest ji desthilatdariya ku qadan dagir dikin berdin û bes wan bikin qereqolên li dijî gel."
Ocak, dest nîşan kir ku ewê tu carî dest ji Qada Galatasarayê berdin û wiha bi dawî kir: “Dema ku şert û mercên şewbê destûr dan, em ê cardin biçin Galatasarayê. Em ê zilma ku we li me kiriye, di dîrokê de binivîsîn in.