Dayikên Şemiyê: Emê di sala nû de li hemberî bêmafiyê dengê xwe bilind bikin

Dayikên Şemiyê yên di hefteya despêka salê de aqubeta Hayrettin Eren ê 21’ê Mijdara 1980’an li semta Saraçhane ya Stenbolê bi hevalek xwe re hatî windakirin pirsîn û gotin: “Emê di sala nû de li hemberî bêmafiyê dengê xwe bilind bikin.”

Stenbol - Dayik û Mirovên Şemiyê çalakiya xwe ya 875’emîn ku her hefte bi daxwaza faîl bên cezakirin û aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin li dar dixin, bi awayekî online li dar xistin. Daxuyaniya hefteyê ji aliyê xwişka Hayrettin Eren ê 21’ê Mijdara 1980’an li semta Saraçhane ya Stenbolê bi hevalek xwe re hatî windakirin Îkbal Eren Yarici ve hat xwendin. Di daxuyaniya hate dayîn de ji ber roja ewil a sala 2022’yan e, bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên di sala 2021’ê de pêk hatin. 
Endama Komîsyona Binçavkirinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Îkbal Eren Yarici, diyar kir ku saleke ku bi zext û binpêkirinên mafan tejî derbas kirin û wiha got: “Pergala ku mafê jiyanê, demokrasiye, maf û azadiyan nas nake, Tirkiye ji edalet, aştî û hiqûqê dûr xist. Ji bo ku Tirkiye bibe dewleta hiqûqê divê herkes dengê xwe derxîne.” 
Îkbal Eren Yarici, bi lêv kir ku mafê civakê heye faîlên komkujiyên pêk hatin bizane û wiha axivî: “Li welatekî ku edalet û azadî pêk neye tu wateya ku desthilat were guhertin nîne.”