Dayikên Şemiyê: Em ê dev ji daxwazên xwe yên heqîqet û edaletê bernedin
Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser dozên ku hatin darizandin. Li ser navê Dayikên Şemiyê Jiyan Tosun axivî û got: "Em ê bêdeng nebin û dev ji daxwazên xwe yên heqîqet û edaletê bernedin."
Stenbol - Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin û kiryar bên darizandin di hefteya 870'an de çalakiya xwe li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê ya ku ji ber vîrûsa koronayê li ser înternetê çalaki li dar xistin, bal hat kişandin ser tiştên ku di 3’emîn danişîna 24'ê Mijdarê ya Mirovên Şêmiyê piştî êrîşa polîsan a di hefteya 700'emîn de hatin binçavkirin û darizandin. Di daxuyaniyê de dest pêke li ser navê Baroya Stenbolê yek ji parêzerên Dayikên Şemiyê Tugçe Duygu Koksal axivî.
"Divê biryara beraetê bê dayîn"
Tugçe Duygu Koksal, diyar kir ku Dayikên Şemiyê heta hefteya 700’emîn ti pirsgirêk jiyan nekirine û wiha got: “Lê belê der barê çalakiya dayikan a hefteya 700’emîn de îdianame hat amadekirin û îdianame hat qebûlkirin. Ji ber vê yekê dayik tên darizandin. Li vir, ev dadgeha ku tê de mafekî bingehîn ê ji destûra bingehîn tê nîqaşkirin, ev darizandin li dijî hiqûqa AİME’ê tê kirin, ku ev çalakî ne sûc in û divê hemû bersûc bên beraatkirin, lê mixabin hîna dadgehkirin berdewam dike. Hêviya me ew e ku di danişîna di dîroka taloqê de pêk were de di derbarê hemû kesan de biryara beraatê bê dayîn.
“Em li gel dayikan ne”
Li ser navê Baroya Bûrsayê yek ji parêzerên Dayikên Şemiyê Cahît Kirkayak axivî û diyar kir ku nêzîkatiya dewletê ya li hemberî dayikên şemiyê hewldaneke ji bo veşartina sûc e û got: “Çinkî dewlet ji parastina mafê jiyana ên hemû hemwelati yên xwe berpirsyar e. Neditîn û ne darizandina berpirsyaran, tê wateya ku dewlet hevkar e. Mafê Dayikên Şemiyê heye ku aqûbeta zarokên xwe bipirsin û daxwaz bikin ku kiryar bên darizandin. Em jî li kêleka Dayikên Şemiyê bin.”
"Daxwaz hatin redkirin"
Yek ji parêzerên dozê Diyar Çetedir ku li ser navê Baroya Amedê mafê axaftinê girt diyar kir ku Dayikên Şemiyê di hefteya 700’emîn de rastî îşkence û muameleya xerab hatin û got: “Çalakiya Dayikên Şemiyê ne girêdayî destûr e. Ligel ku me serî li dadgehê da ku ev çalakî ne gîredayî destûre ye jî, dadgeh hemû daxwazên me bi paşguhkirinê redkiri bû. Divê tiştên di hefteya 700’emîn de qewimî, weke kararîna xirab ya erka erkdaran bê nirxandin. Dadgeh, daxwaza me ya redkirinê ku me bi hinceta dadgeh bêalîbûna xwe winda kiriye wek daxwaz jî qebûl nekir. Em weke Baroya Amedê heta îro li dijî hemû binpêkirinên mafan rawestiyane. Ji ber vê yekê em diyar dikin ku em ê di hemû qonaxên doza Dayikên Şemiyê de li cem wan bin.”
"Helwestek bêalî nehat nîşandan"
Daxuyaniya çapemeniyê ya hefteyê ji aliyê keça Fehmî Tosun ê ku di sala 1995'an de di bin çavan de hat windakirin Jiyan Tosun ve hat xwendin. Jiyan Tosun, anî ziman ku di hefteya 700'emîn a çalakiya wan de bêyî hinceteke hiqûqî derketina wan li Qada Galatasarayê hat qedexekirin û got ku di hefteya 700'emîn de rastî muameleya xerab û îşkenceya belgekirî hatine. Jiyan Tosun, anî ziman ku piştre der barê wan de doz hatiye vekirin û wiha got: “3’emîn danişîna dozê di 24’ê Mijdara 2021’an de li 21’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Stenbolê hat dîtin. Di tevahiya dozê de dadgehê helwestek serbixwe û bêalî ku baweriyê bide kesên tên darizandin nîşan neda. Di dema lêgerîna li mirovên xwe yên windakirî de bêhiqûqiya ku em pê re rû bi rû man, mixabin dema ku em dihatin darizandin jî berdewam kir. Danişîn li salona ku şert û mercên şewbê li ber çavan nayê girtin, hema wekî ku tenduristiya kesên li salonê dixe xeterê de hat meşandin. Hemû daxwazên me yên mafdar bê hincet hatin redkirin. Me wisa hîs kir ku em ê bi cih de werin cezakirin. Dema birêvebirina fealiyeta dozê de, komîteya dadgehê, ku diviyabû nîşan bide ku ew rêzê li serweriya qanûnê digirin, bi awayekî ku baweriya bi durustî û serxwebûna dadweriyê zêde dike, lê hema bejê qanûnên heyî yên ku wan girêdidin jî binpê kirin."
“Em ê dev ji daxwaza edaletê bernedin”
Jiyan Tosun di dawiyê de bal kişand ser nebûna bingehên hiqûqî yên dozê û wiha got: “Divê dadgeh rêzê li maf û azadiyên me yên bingehîn ên ku bi Destûra Bingehîn û hiqûqa navneteweyî ve hatine misogerkirin, bigire. Divê ev tacîza daraz bi dawî bibe; weke ku em di her danişînê de dubare dikin, divê doz bi 'tavilê beraat' bê encam girtin. Em qebûl nakin ku daraza ku divê bibe parastina maf û azadiyên me, maf û azadiyên me guherinê wekî amûreke gef e. Em dizanin ku li cihekî ku maf û azadî neyên parastin, ne pêkan e ku mirov jiyaneke layiqî rûmeta mirovan bijî. Divê tu kes nefikire ku bi dayîna berdêlan dikare werêktiya me bişken e. Tişta ku tenê em naxwazin winda bikin rûmeta me ya mirovahî ye. Em ê bêdeng nebin û dev ji daxwazên xwe yên heqîqet û edaletê ya weke pêwîstiya rûmeta me ya mirovayî yê bernedin.”